Rojnameya Ronahî

Hefteya Qehremeniyê

Ahmed Aktaş

Di têkoşîna Tevgêra Azadiya Kurdistanê de, cihê vê Hefteyê,  pir giring e û rolek pêşengî hildaye ser milê xwe.

Wateya vê hefteyê, dema navbêna çalakî û şehadeta Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz e.

Mazlum, di 21’ê Adara 1982an de, di zîndana Amedê de, bi çalakiya canbexşane, bû pêşeng û ruhê hêza berxwedana zîndanan.

Mahsum, di 28’ê Adara 1986an de li çiyayê Gebarê şehîd ket, belê bi pêngava 15’ê Tebaxê û çalakiyên corbecor, bû fermandar û curetê berxwedana gerîlayan.

Ji ber ku her du jî, him di heman heyva Adarê de şehîd ketin, him jî ji ber naverok, wate û giringiya çalakî û rola wan a pêşengtiyê di şorêşê de, ew dema navbera çalakî û şehadeta wan a 21 û 28an, ji aliyê rêveberiya Tevgera Azadiyê ve, weke hefteya lehengî hat pejirandin û ragihandin.

Bi kurtayî mirov dikare giringî û wateya vê hefteyê wisa şîrove bike:

Çaxê ku Mazlum, çalakiya xwe ya canbexşane li dar xist, derbeya faşîst a 12’ê îlonê pêkahitibû, him li derve û him bi taybetî li zîndanan bi êşkenceya wahşî xiyanet li ser girtiyan ferz dikir.

Mezlum, li himber vê êrîşa qirker a dewleta tirk, serî hilda, demek dirêj berxweda û yekane çare di çalakiya canbexşî de dît.

Mazlum, him 21’ê Adarê bi zanebûn hilbijartibû, him jî êdî gihiştibû wê hişmendiyê; heke çalakiyek wisa nebe, nikare wê siyaseta kurdkuj bişkîne û nikare hevalên xwe ji bin wê bandora faşîst a xiyanetê rizgar bike, tirsa li ser wan bişkîne, şûna wê cesaret biçîne û hwd.

Piştî çalakiyê, pêşbîniya wî rast derket, hevalên wî rabûn piya û rêze çalakî destpêkirin; çalakiya çaran a Ferhat, Mahmut, Eşref û Necmi, û çalakiya 14’ê Tîrmehê ya Xeyri, Kemal, Akif û Elî!

Weke gotina zîndaniyan, çalakiyên wan “dîwarên zîndanan qelişandin û peyama xwe gihand Rêber û hevalên xwe yên derve.

Bêguman mîna destpêkê, li vê qanoxê jî peywira giran ket ser milê Rêber Apo!

Wî jî, ev peyam hilda û li ser vî ruhê şoreşgerî, hevalên xwe perwerde kir û şandin qadên berxwedanê.

Yek ji pêşeng û fermandarê vê qonaxa nuh Mahsûm bû û pêngava 15’ê Tebaxa 1984an, bi serkeftî pêkanî û bi vî awayî, pira şoreşê ya navbera zîndanan û derve ava kir. Nuha şoreşa Kurdistanê di qonaxa avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de ye.

Herwiha divê neyê jibîr kirin, di vê qonaxê de rola pêşengiya bîrdoziya jinê her li pêş e û jixwe di 8’ê Adaran de jî, divê ruhê Sakineyan her li bîra me be!

Piştî ewqas salan, Rêbar Apo dîl hat girtin û zîndaniya wî ket sala 26an.

Mîna li derve û zêdetir, li zîndanê jî erk û peywirê xwe yên rêberiyê ewqas sal in bê qusûr dide meşandin. Êdî ji şopdarên wan çi tên xwestin, gelek zelal e û divê herkes bi berpirsiyariya xwe ya hevaltî, niştimanperwerî û mirovahî rabe!

Di ew şerd û mercên giran û bêderfet de wan ewçend rûmet û derfet afirandin, ma gelo di van şerd û mercên evçend bi derfet de, çima em rawestin?

Êdî xemsarî nayê qebûl kirin, divê herkes çalak be!