Rojnameya Ronahî

CPT hevkara dewleta Tirk a faşîst e

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê  (CPT) careke din dirûtiya hêz û rêxistinên navneteweyî yên derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û Imraliyê de, derdixe holê. CPT ku qaşo ji bo pêşîgirtina li işkenceya mirovan hatiye damezrandin, li hemberî tecrîda girangirî ya li Îmraliyê xwe bêdeng dike, herwiha bi erk û berpirsyartiyên xwe yên exlaqî ranabe.

Danasîn, armanc û dîroka Komîteya Pêşîgirtina Işkenceyê  

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceya Meclisa Ewropî li gorî biryara 1’ê ji Hevpeymana EwrOpî ya dijî îşkenceya ku li ser mirovan tê kirin,  di Mijdara sala 1989’an de hate damezrandin. Armanc ji avabûna vê komîteyê jî şopandina rewşa kesên ku di zindanan de bêmaf mane û tên îşkencekirin, di heman demê de parastina kesên dîlgirtî ji tundiyan bû. Herwiha Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ango bi navê CPT tê naskirin, beşeke bingehîn ji sîstema Ewropayê ya ji bo parastina mafê mirovan. Di heman demê de xebata wê di çarçoveya hemû dewletên ku li ser avabûna desteyê erê kirinetê meşandin.

Erk û çarçoveya xebata komîteyê

Komîteya Pêşîgirtina Işkenceyê xwedî îmkan û derfeteke berfirehe. Herwiha li gorî madeya 8’an ji hevpeymana Pêşîgirtina Işkenceyê a Meclisa Ewropayê  xebatê dide meşandin. Yek ji erkên wê xwegihandina dewletên li derdorê û ji mafê komîteyê ye ku bêsînor li herêmê tevbigere. Divê hemû agahiyên girêdayî cihê kesê dîlgirtî yê ku bêmafmane bizanibe. Herwiha ew mafdar e ku bigihêje cihê zindana ku mirov tê de hatiye dîlgirtin. Di heman demê de derfetê dide kesê dîlgirtî ku hevdîtnan çêbike. Li aliyekî din Komîteya Pêşîgitrina Îşkenceyê bi rêxistinkarî her demeke destnîşankirî serdana zindan û deverên ku mirov lê hatine girtin, dike. Li gorî madeya 7’an jî ger ku were xwestin dikare bi awayekî taybet an jî ji nişka ve serdanên xwe pêk bîne û dikare alîkariyê ji kesên bispor û bijîşkan bixwaze. Herwiha ji dema ku ev komîte ava bûye heta sala 2012’an 334 caran serdan çêkiriye.

Erkê Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê yê zagonî

Erkê Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Meclisa Ewropa(CPT) karekî xwedî girîngiyeke mezin e û divê hemû aliyên ev hevpeyman îmze kirine li gor erka vê desteyê di rewşê aramî, şer, rewşên awarte û hwd… de bimeşin. Di rewşên wiha de jî, piştî Desteya Xaça Sor erkê wê dikeve asta duym de. Di şer û pevçûnan de xalên hevpeymana Cinêvê ya 1949’an, du pirotokolên sala 1977’an û madeya 3 heta 17’an ji Komîteya Pêşîgirtina Işkenceya tên pêkanîn. Ev made û hevpeyman bi tevahî tekez dikin ku çênabe komîte derbasî deverên ku nûnerên dewleta ku şer lê diqewime û Xaça Sor serdana wan kiribin, bibe.

 Bêdengiya CPT li hember daxwaz û nameyên parêzerên dîlgirtiyên Îmralî

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê di sala 2022’an de di derbarê serdana xwe ya ku ji  Îmraliyê raporek amade kir. Herwiha di sala 2023’an ev rapora girêdayî rewşa Rêber Apo radestî hikumeta dewleta Tirk a faşist kir, lê heta niha ev rapor ji aliyê CPT û faşista Tirkiyê nehatiye xwendin û rewşa Rêber Apo nehatiye zanîn. Biroya sedsalê a Parêzerî ji bo vê raporê jî bi dirêjahiya sala 2023’an 4 caran name ji komîteyê re  şandiye. Herwiha di nameyên ku hatin şiyandin de rewşa Rêber Apo, tecrîda giran û binpêkirina dewleta Tirk ji mafê kesên dîlgirtî re hat şîrovekirin. Lê Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceya Meclisa Ewropî bersiva nameyên Nivîsgeha Eesrîn(Biroya sedsalî) neda û hemû name hatin piştguhkirin. Nivîsgeha Esrîn ya Parêzvaniyê û parêzerên Rêber Apo ji Mijdara 2023’an heta çileya   CPT di navbera 13-22’ê Sibata 2024’an de ji bo vekolana pêkanînên li ser kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên kirin, serdana dewleta Tirk a faşist kir. Lê di encamê de CPT bêyî ku serdana Îmraliyê bike vegeriya. Piştî ku erdheja 6 Sibata 2023’an a mezin û yên bi şûnde, herî dawî erdheja ku di 23’ê Sibatê de li nêzî Îmraliyê çêbû, divabû ku parêzer an jî kesayatek ji malbatê hevdîtinekê bi Rêber Apo re çêbikin. Li gor madeya 5275’an a dewleta Tirkî ger rûdaneke xwezayî li Tirkiyê çêbibe ji mafê kesê dîlgirtî hevdîtinan bi malbatê û parêzeran re çêbikin. Lê dewleta Tirk a faşist ne li gorî vê biryarê tevdigere. Di heman demê de CPT jî destwerdanê ji bo hewldana diyarkirina rewşa Rêber Apo nake.

Hevdîtinên Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê

Rêber Apo ji 20’ê Adara sala 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin, dewleta Tirk a faşist nahêle ne parêzer û ne jî malbata wî hevdîtenkê pêre çêbikin. Parêzerên Nivîsgeha Esrîn diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan di nava 12 sal û nîvan de tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kiriye û ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 caran bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye. Di sala 2019’an de jî ji 3’ê Adara 2020’an û vir ve hevdîtina bi malbatê re jî hate qedexekirin. Parêzeran dan diyarkirin ku  Umer Xeyrî Kunar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ên li Îmraliyê jî girtî ne, gotin. “Ji destpêka sala 2015’an û vir ve muwekîlên wan nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin û di nava 7 salan de Omer Xeyrî Konar û Weysî Aktaş 3 caran hevdîtin pêk anîne. Hamîlî Yildirim tenê bi malbata xwe re du caran bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye û ji roja 03.03.2020ê heya niha ti mafê hevdîtinê ji malbatan re nehatiye dayîn. Weke em dizanin ku dewleta Tirk a faştist û hêzên komploger girava Îmraliyê ji bo kesên azadîxwaz kirine zindaneke herî xerab. Ev bû zêdetirî 3 salan ku gelê kurd û gelên azadîxwaz yên cîhanê agahiyan têkildarî rewşa Rêber Apo nas nakin. Li gor ku CPT xwe di vî warî de bêdeng dike û tu agahiyan li ser tendurstiya Rêberê Gelê Kurd eşkere nake, êdî dibe tevkara tecrîda li ser Rêber Apo. Di heman demê de zagonên mirovan yê cîhanî binpê dike û ne li gor armanca ku ji ber wê hatibû damezrandin xebatê dike.