Rojnameya Ronahî

‘Gelên Rojhilata Navîn li benda çareseriyê ne’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Sekreterê Partiya Roj a Demokrata Kurd li Sûriyê, Kovan Keni`o anî ser ziman ku tevahiya Rojhilata Navîn di rewşeke bê ewle de derbas dibe. Herwiha Keni`o destnîşan kir ku heta guftûgoyên berfireh di navbera hemû aliyên sûrî de çênebe wê aloziya Sûriyê jî bidome.

 Weke tê xuyakirin ku di dema dawî de li Rojhilata Navîn şer û pevçûn zêdetir bûne, dosiyaya her dewletekê ji ya din aloztir dibe. Herwiha ji van dewletên ku dikeve bin bandora rewşa dewletên derdora xwe de, dewleta Sûriyê ye. Têkildarî vê rewşa heyî sekreterê Partiya Roj a Demokrata Kurd li Sûriyê Kovan Keni`o bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha ye:

Çi bandora şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime li ser Sûriyê heye?

Li piraniya dewletên Rojhilata Navîn nexweşî û kirîz tên jiyan kirin, edaleta civakî tune ye. Hikumetên desthilatdar yên dewletên Rojhilata Navîn hemû berhemên ku pêwîste ji gel re were pêşkêşkirin, dixin xizmeta hikumetê û hêza xwe ya leşkerî. Di encamê de jî gel birçî dimînin û rastî kirîzeke mezin tên. Herwiha dema ku dewletek rastî kirîzekê tê, ew kirîz bi hesanî nayê bidawîkirin û çareser nabe. Gelek dewletên cîhanê rastî kirîzan hatine lê pirsgirêkên xwe yên hundurîn bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser kirine. Lê li herêma Rojhiala Navîn rewş ne wisa ye, hikumet bi awayekî hovane bersiva gelên xwe didin û nelihevkirin di navbera wan de çêdibe. Em îro dibînin piraniya vê herêmê di rewşeke tevlîhev de ye û gelên Rojhilata Navîn di bêaramiyekê de dijîn. Îro gelek hêzên rojavayî weke Amerîka û Hêzên Hevpeymana Navdewletî û hwd… di vê herêmê de hene. Di heman demê de ji ber lihevnekrina gel û hikumetan, van hêzan destwerdan dikir û barên piraniya dewletên Rojhilata Navîn giran kirine. Dewleta Sûriyê jî mîna hemû dewletên Rojhilata Navîn e, ku ji ber siyaseta hikumeta Şamê ev bû zêdetirî 12 sal ku gelên wê di alûziyekî de jiyan dikin. Domdariya vê kirîzê jî ew e ku ne hêzên ku destwerdanê di Sûriyê de dikin û ne hikumeta Şamê ji dilê xwe naxwazin vê kirîzê bi dawî bikin.

Çima niha hêz û dewletên Rojavayî naxwazin bi tu awayê peywendiyên diblomasî bi hikûmeta Şamê re çêbikin?

 Îro hikûmeta Sûriyê di warê rêvebirin û çareserkirina pirsgirêkên gelên Sûriyê ne ew hikûmet xwedî biryar e. Di heman demê de ev hikûmet tu serweriya wê li ser xaka Sûriyê nemaye û gelek hêz serweriya xwe li ser vê xakê didin meşandin. Weke dagirkeriya Tirk, Îran, Rûsya û hwd…, ev yek jî tê wateya ku Sûriye hatiye hilweşandin.  Hêzên rojavayî bi rewşa Sûriyê û şerê ku tê de diqewme, dizane. Ev hêz dizanin ku hikûmeta Şamê bûye hikûmeteke şeklî û bêrewa. Herwiha dizanin ku serê hikûmeta Şamê di tevlîheviyeke pir mezin de ye, nexwedî biryar e û nikare bi tu awayan vê kirîzê bi dawî bike. Lewma di roja îro de hêzên rojavayî di vê rewşa ku hikûmeta Şamê tê re derbas dibe, naxwazin têkiliyên diblomasî bi vê hikûmetê re çêbike. Heta ku hikûmeta Şamê bê biryar e, rewşa Sûriyê wiha tevlîhev e û hêzên cuda yên li ser xaka Sûriyê dimînin, wê tu hêzên rojavayî peywendiyan bi hikûmeta Şamê re çênekin.

Niha rewşa herêmê bi giştî ber bi kû ve diçe?

 Di dema dawî de me dît ku Îran firokên bêajokar û hemû çekên giran dida Hemas, di encamê de jî hemas êrişî Israîlê kir, gelek kesên sivîl û leşkerên israîlî kirin û kuştin. Israîl jî êrişî Filistînê kir û tola xwe ji Hemasê girt herwiha şer û pevçûn di navbera Israyîl û Hemasê de heta roja îro jî berdewam dike. Dewletên weke Amerîka, Ferensa, Elmaniya û Belcîka maf û palpiştiyê dide Israyîlê ku xwe biparêze. Di heman demê de Israyîl naxwaze ku civaka navdewletî jê bixwaze şerê li Filistîn û Israyîl bi dawî bike. Niha jî li herêma Rojhilata Navîn biryaran li gor berjewendiyên xwe digrin. Li Sûriyê ger çareseriyeke siyasî û berfireh pêk newe wê alûzî berdewam bibe.  Lewma divê civaka navnetewî, hemû kesên aştîxwaz û aliyên demokrat destwerdanê di çareserkirina alûziya Sûriyê de bikin û bi riya diyalogê bighêjin çareseriyeke siyasî. Herwiha Neteweyên Yekbûyî jî bi rengekî cidî nêzî vê yekê bike û biryara 2254 a ji bo bi dawîkirina Sûiriyê pêk bîne. Li aliyekî din em dibînin ku rewşa Îraqê jî ne aram e, ew ji aliyê aborî û leşkerî ve pirsgirêkan jiyan dike. Îro em dibînin ku gelek komên çekdar weke Heşd Elşe`ibî û hwd… ewlehiya Îraqê ber bi nearambûnê ve dibin. Hêzên Hevpeymana Navdewletî û Amerîka bi tirliyonên dolaran li Îraqê weke mesrefa leşkerî dane û ew naxwazin Îraqê bihesanî bixin destê van komên çekdar. Lewma wê Hêzên Hevpeymanî û di serî de Amerîka şerê van komên çekdar bike heta ku wan pûç û bêrewa bike. Li Rojhilata Navîn bi giştî di vê rewşa heyî de, wê hebûna Hêzên Hevpeymana Navdewletî, hêzên rojavayî û hwd… li vê herêmê bidome. Di dawiyê de ger nikaribin pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin jî, wê ev herêm di bin serweriya wan de be.