Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêwîtiya ji Clara heya Sarayan e ;8’ê Adarê

10/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan CIZÎRÎ

Dema demsal dibe bihar çavê hemû jinan li 8’ê Adarê ye. Li gor jinan bihara rast bi 8’ê Adarê re destpê dike û bi rastî rengîniya di nav şahiyên vê rojê de, bi rûkenî û geşbûna jinan re xweza jî bi gul û kulîlkên renga reng dixemile. Ango coş û kêfxweşiya jinan bi rengîniya xwezayê re demsala biharê pêşwazî dike.

8’ê Adarê çima evqas coş û heyecanek mezin dide me jinan? Li ser rûyê her kesî beşişîn û kêfxweşiya heyî xwediyê wateyek mezin e. Heqîqet ev e ku roja 8’ê Adarê di encama ked û têkoşîneke mezin a jinan de pêk hatiye. Cara yekê sala 1908’ê li bajarê New Yorkê 15 hezar jinên xebatkar daxwaz dikin ku wextê wan ê li ser kar were kêmkirin, mûçeyê wan were zêdekirin û mafê hilbijartinê bidin wan jî.

Piştî vê bi salekê Partiya Sosyalîst a Amerîka 8’ê Adarê wek Roja Jin a Neteweyî îlan dike. Lê yekem car Clara Zetkîn fikra ku vê roja taybet bikin rojeke navneteweyî dide pêş.

Clara Zetkîn çalakvanek komunîst û parêzvaneke mafê jin bû. Sala 1910’ê ku li Kopenhagê Konferansa Jinên Kedkar a Navneteweyî tê lidarxistin, Zetkîn nêrîna “Roja Jin a Cîhanê” pêşniyar dike. Ji 17 welatan 100 jin beşdarî vê Konferansê dibin û hemû vê pêşniyara Zetkîn bi yek dengî qebûl dikin.

Çalakiyên navneteweyî cara yekem sala 1911’ê li Awusturya, Danîmarka, Almanya û Siwêdê tên lidarxistin.

Sala 1917’ê di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de jinên Rûs ên kedkar bi dirûşmeya “em nan û aştiyê dixwazin” herikîn kolanan. Roja çarê ya van çalakiyan Çarê Rûs ji textê wî hat xistin. Hukûmeta demkî hatî avakirin jî mafê hilbijartinê da jinan. Ev dîrok jî li gor teqwîma mîladî cardin 8’ê Adarê bû.

Her çendî NY (Neteweyên Yekbûyî) ev roja 8’ê Adarê sala 1975’ê wek Roja Jin a Cîhanî qebûl kiribe jî, di pratîkê de hewldaneke cidî li gor vê biryarê raber nekir. Jixwe em vê rastiya wan roja îro jî eşkere dibînin. Dilxwede NY salane temayekê li ser 8’ê Adarê diyar dike, bi ziman behsa roja jin dike, lê pratîk heya dawî dijberê gotinên wana ye. Em binêrin Îran dewletek endamê NY ye, lê di pêvajoya serhildanên “Jin Jiyan Azadî” de tu helwesteke nirxê xwe yê guh bide dengê bi milyonan jinên li meydanan raber nekir. Cardin Tirkiye dewletek endamê NY ye, lê rojane li welatê me Kurdistanê jinên azadîxwaz û berxwedêr dike hedef û bi guleyên namerd qetil dike. Em binêrin heya niha NY tu helwestek li hemberî dewleta Tirk a kujerê jinan raber nekiriye. Wekî van em dikarin nimûneyên gelek dewletên endamên NY bidin ku mafê jin bi tu awayî nas nakin, bi ser de reflekseke însanî jî nîşan nadin.

Têkoşîna jin a bi hewldanên Zetkînan di nav ruhê civakê de pêl bi pêl herikî, piştî 67 salan li Kurdistanê di kesayeta hevrê Sara (Sakine Cansız) de jinûve şîn bû û ket qonaxek nû. Hevrê Sara wek Xwedawenda Hemdem, tevahî jiyana xwe xist xizmeta hemû jinan û gelan. Lewre 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê berhema ked û xwîna Zetkînan û Sarayan e, nirxê pîroz ê tevahî jina ye. Li ser vê bingehê mirov dikare her meydaneke şahiyên 8’ê Adarê wek meydana azadiya jin bi nav bike, vê rojê wek roja hevgirtina jinan silav û pîroz bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.