Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

8`ê Adarê Sembola Berxwedana jinê ye

09/03/2024
in NÛÇE
A A
8`ê Adarê Sembola Berxwedana jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku 8`ê Adarê ji bo wan xwedî wate û girîngiyeke mezin e û wiha gotin; “8`ê Adarê ne bi hesanî ji jinê re bûye rojeke cîhanî, bi berdêlên mezin yên jinên berxwedêr bûye sembola berxwedana jinan û rojeke dîrokî.”

 Berî Şoreşa Rojava, jinên pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di bin navê kevneşopiyan de, di bin koletiya mêr û dewletê de jiyan dikirin. Li tevahî cîhanê jin bindesta mêr û dewletê bû, bi vê yekê civak jî kole bibû, ji ber azadiya jinê azadiya civakê ye. Lewra Şoreşa Rojava ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat lidarxistin, bi şoreşa azadiya jinê hat naskirin. Piştî şoreşa Rojava jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin pirojeya netewa demokratîk de û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ reng û dengê xwe kirin yek, ev yek li cîhanê deng veda. Bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sala jin bi şahî û çalakiyên xwe roja jinê ya cîhanî dike roja vejînê.

Jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8’ê Adarê Roja Cîhanî a Jinan li tevahiya jinên cîhanê pîroz kirin û derbarê girîngiya vê rojê de ji rojnameya me re axivîn.

Jina bi navê Êvlîn Gewriyê ku ji pêkhateyê Suryane diyar kir ku jin ji dîrokê ve têkoşînê ji bû azadiya xwe dide meşandin û wiha got: “Dema em li dîroka mirovahiyê vedigerin bingeha wê ji jinê hatiye destpêkirin, lê bi hatina dewletên desthilatdar re hemû destkeftiyên jinê dan binpêkirin û jin di bin navê kevneşopiyan de kir koleyê xwe. Lê berxwedana jinan ji bo parastina destkeftî û azadiya xwe mezin bû. Lewra jinê ji dîrokê ve hêza xwe li hemberî hemû zor û zordestiyan da xuyakirin. Di heman demê de heger em vegerin jiyan xwezayî ya ku jin wê di bin navê wekheviyê de birêve dibir, çiqasî azad bû, ji ber hizra jina azad avakirin û pêşketina civakê ye. Ji xwe 8`ê Adarê bi roja vejîna jinê ya cîhanî tê naskirin, lê em jinên hemû pêkhateyan em ê hemû rojan bikin rojên vejîn û berxwedana jinên azadîxwaz, vê yekê mê di riya hevgirtin û yekîtiya jinan re pêk bînin.”

‘Jin îro xwedî nasname, hebûn û biryar in’

Jina bi navê Sîham Silêman ku ji pêkhateya Kurde, derbarê girîngiya 8`ê Adarê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha anî ziman: “8`ê Adarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Her sal bi dirûşmeyên cuda û bi ruhê têkoşînê ku her ku diçe mezin dibe vê rojê pêşwazî dikin. Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên gelêrî pêşwazî dikin. Herwiha Îsal em ê 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku li gelek welatên cîhanê bûye dirûşma hemû jinên cîhanê pêşwazî bikin. Û desthilatdarên ku li hemberî jinan serdestiya xwe didan meşandin, armancên wan pûç bûn, ji ber bi belavbûna fikrê Rêberê Gelan Rêber Apo û destpêkirina Şoreşa Rojava re jin tiştê aîdê xwe dîsa girt û jin îro xwedî biryar in û di asta siyasî, civakî, leşkerî û aborî de xwe bi cih kirine. Ji ber vê sedemê em her sal soza berdewamkirina têkoşînê û parastina axa xwe nû dikin.”

‘8`ê Adarê sembola berxwedana jinê ye’

Di heman çarçoveyê de jina bi navê Newal Mizyed ku ji pêkhateya Erebe da eşkerekirin ku 8`ê Adarê guhertineke mezin bi jinên Ereb re da avakirin û wiha got: “8`ê Adarê ji bû me jinan ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, xwedî wateyeke mezine, ji ber guhertineke mezin ji bû hemû jinan da avakirin, bi taybet bi jinên Ereb re, yên ku din nava kevneşopiyan de rastî hemû cûreyên tundiyê dihatin. Lê bi saya şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa azadiya jinê hat lidarxistin, tundiya li ser jinan heta astekê hat rawestandin. Di heman demê de 8`ê Adarê sembola berxwedana jinê ye.”

‘Em têkoşîna xwe bi rojekê sînordar nahêlin’

Di heman mijarê de jina bi navê Anahîd Qesebyan ku ji pêkhateyê Ermene diyar kir ku 8`ê Adarê ne bi hesanî bûye roja jinên cîhanî û wiha got: “Heger em bên wateya 8`ê Adarê mirov nas dike ku ne bi hesanî ji jinê re bûye rojeke cîhanî, bi berdêlên mezin yên jinên berxwedêr bûye rojeke dîrokî. Ji ber heya niha jî tundî li ser jinan heye, zihniyeta zilamperesî hîna di hundirê civakê de heye, bi taybet jinên me yên di herêmên dagirkirî de bi gelek sûcan re derbas dibin. Ji bo wê em têkoşîna xwe bi rojekê sînordar nahêlin, hemû rojên me bi têkoşîn, berxwedan û daxwaza azadiyê derbas dibin. 8’ê Adarê roja ku jin koletî û biçûkxistinê red dike. Jinan gelek destkeftî bi dest xistin, ev destkeftî bi hêsanî bi dest nexistin. Ji ber vê yekê pêwîste jin ji bo parastina destkeftiyên îro têkoşînê bidomînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.