Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji KCK’ê peyama 8’ê Adarê

09/03/2024
in NÛÇE
A A
Ji KCK’ê peyama 8’ê Adarê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û têkoşîna jinan a li qada navneteweyî silav kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got: “Di şexsê Sakîne Cansiz (Sara) de şehîdên têkoşîna azadiya jinê bi bîr anî û birxist ku bi azadiya jinê re civak û jiyan jî azad dibe.”

Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin. Em têkoşîna jinan bi baweriya ku azadiya jinê wê bibe azadiya hemû mirovahiyê silav dikin û weke Tevgera Azadiya Kurd radigihînin ku em li ba jinê ne û hevgirtina xwe ya bi têkoşîna wan re tînin ziman.

Di pêşketin û civakîbûna mirovahiyê de cihê xweza, hest û hişmendiya jinê gelekî girîng e. Yekbûn, parvekirin û taybetiyên civakî yên jinan di civakbûna mirovan û pêşxistina jiyana civakî, fikir, zanîn, çand û hunerê de roleke pêşeng lîstiye. Jinê bi keda xwe pêşengiya pêşketina civakê kir. Xebatên herî bingehîn û girîng ên jiyana rojane jî di nav de hemû nirx û pêşketinên ku bi kêrî mirovahî û civakê tên, keda jinê sereke ye. Watedayîna jiyana mirovan, exlaq û estetîkbûn encama van hest û hewldanan e ku jinê xwe tevlî kiriye. Bi kurtasî em bi hebûna xwe ya mirovî deyndarê jinan e.

Serdemên ku cewher û rengê jinê di jiyanê bi xurtî tê dîtin, di heman demê de serdemên azadî, wekhevî lê hebû û zext, desthilatdarî û mêtingerî lê tune bû. Mirovahî bi hezaran û deh hezaran sal bi vî rengî jiya ye, jiyana wan di nava azadî û aştiyê de derbas bûye.

Dema ku xwezaya jinê ya civakî û azadiyê ji civakbûnê qut bû û ji hesta azadî, wekhevî, aştî û hezkirinê bêpar ma, ji aliyê mêran hedef hat girtin, hevsengiya jiyanê têk çû û jiyana azadîxwaz, wekhevîxwaz a li ser esasê hezkirin, aştî û parvekirinê ji holê rabû. Ji dîroka ku feraseta serdest a mêr bi pêş ketiye, jin bi zext, mêtingerî û tundiya sîstematîk re rû bi rû ma. Heman tiştên ku bi serê jinan de anîn, bi serê civakê de jî anîn. Azadî û aştî ji holê rakirin û serdema şer, tundî, dagirkerî û qirkirinê destpê kir. Ji ber ku jin civakîbûnê temsîl dike, dema jin hedef tê girtin û bindest dibe, civak jî tê hedefkirin û bindest dibe.

Modernîteya kapîtalîst ji ber ku xwezaya jinê, ked û bedena wê dimêje, lûtkeya feraseta serdest a mêr temsîl dike. Modernîteya kapîtalîst her cure raman, zanist, teknîk, hunerê kiriye zayendperestî û mêtingeriyê. Modernîteya kapîtalîst jî sîstemeke herî zêde civak û jiyanê dişkîne û îstîsmar dike. Pergala ku herî baş têkiliya nêzîkatiya jinê û nêzîkatiya civakê derdixe holê modernîteya kapîtalîst e.

Bêguman jinan ji destpêkê heta roja me ya îro feraseta serdest a mêr û jiyana koledar, mêtinger qebûl nekiriye û li ber xwe daye. Bi saya vê dijderketin û berxwedana jinê, hişmendiya azadiyê û vîna civakê her tim zindî maye. Di cewhera têkoşîna bênavber a dîroka mirovahiyê ya li dijî pergala serdestî, mêtingerî û qirkirinê hatiye meşandin de sekna jinan a azadîxwazî û berxwedêrî heye.

Têkoşîna azadiyê ya jinê di dîrokê de tu carî kêm nebûye, berevajî wê her tim bi pêş ketiye û mezin bûye, gihiştiye astekê ku di serdema me de pêşengiya têkoşîna azadiyê ya civakê dike. Li her derê jin bi pêş ve diçin û pêşengiya têkoşînê dikin. Niha bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ li her derê têkoşîna azadî û rizgariyê geş dibe.

Di pêşketina tevgera me û şoreşa Kurdistanê de guhertin û veguhertin, ked û pêşengiya jinê roleke bingehîn lîst. Tevgera me hêz û motîvasyona xwe ji hêza jinê û azweriya jiyana azad digire. Şoreşa Kurdistanê bi reng û pêşengiya jinê bi pêş dikeve. Bêguman bidestxistina vê xisletê ya şoreşa Kurdistanê encama nêzîkatiya Rêber Apo ye. Rêber Apo azadiya jinê xiste navenda têkoşînê, nirxek mezin da jinê, rê li ber rêxistinbûn û vîna jinê vekir. Vê yekê tevgera me û şoreşa Kurdistanê cuda kir, jin bi hêz kir û hêz da. Rêber Apo ji bo pêşxistina hişmendî û têkoşîna azadiya jinê ked û hewldaneke mezin da. Bi nêzîkatiyên bîrdozî û felsefî ku pêşxist, modêl û paradîgmayeke nû ya jiyanê li ser bingeha azadiya jinê pêş xist. Ev keda Rêber Apo îro li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve tê dîtin, nirxê didinê û xwedî lê derdikevin. Jin di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de di refên herî pêş de cih digirin û pêşengiya kampanyaya azadiyê dikin. Em vê helwesta jinan gelek watedar, bi nirx dibînin û di vê roja watedar de careke din spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinan dikin.

Di Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê de ku bandorê li cîhanê kir û bi deh hezaran jin şehîd bûn. Di vê têkoşînê de kesayetên mezin ên rêber û pêşengên weke Sakîne Cansiz-Sara derketin holê, nasname û karakterê têkoşîna azadiya jinê ava kirin. Rêber Apo diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê têkoşîna Sakîne-Sara ye. Em di şexsê hevrê Sakîne-Sara de ku di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê de roleke mezin lîst, hemû şehîdên azadiyê yên jin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bawer dikin ku heke jin azad bibe, wê civak û jiyan jî azad bibe. Bi vê baweriyê em careke din 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin, hevgirtina xwe ya bi têkoşîna wan re tînin ziman û serkeftinên mezin ji wan re dixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.