Rojnameya Ronahî

Evîndarê welat û xwediyê hunera resen; Mihemed Şêxo

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endamê Hunergeha Welat hunermend Bêkes Darî diyar kir ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo serkêşê stranên netewî û hunera resen bû û wiha got:”Nemir Mihemed Şêxo tevî ku di jiyan xwe de rastî gelek işkence û hejariyê jî hat, lê ev li pêş hunera wî ya netewî nebû asteng û di hunera xwe de xwedî helwest bû.”

Dengbêj û hunrmendên kurd yên kilasîk dîroka kurdan ya ku nehatiy nivîsîn bi devokî ji civaka kurd re vegotine. Gelê kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka kurdan a nivîskî jî hewandiye.
Ji çand û zargotina gelê kurd ya dîrokî beşek esasî stranbêjî û dengbêjî ye. Ew bi jiyana gel ve girêdayî ye, herwiha rihê mirovahiyê û çandê ye. Eger civakê heta roja îro karîbû çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin, bêguman ev yek bi rêya dengbêjî û stranbêjiyê pêk hatiye.

Hunermendê nirxê giranbuha Mihemed Şêxo

Yek ji hunermendên nirxê giranbuha afirandiye û bandoreke pir mezin li ser hunermendan kir Nemir Mihemed Şêxo bû. Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947’an de li gundê Xecokê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û di 9`ê Adara 1989`an de koça dawî kir. Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê 11 bira ye. Di sala 1959`an de dest bi xwendinê dike, lê 3 sal û şûnde dibistanê berdide. Di salên xwe yên dibistanê de, gelek hunermendên Kurd nas dike. Bandora hunermendên Kurd li Şêxo dibe û hestên wî ber bi muzîkê ve diçe, lewra di sala 1969`an de dest bi stranbêjiyê dike.

‘Şêxo xebatên hunerê mîna hozan û şervanan kar dike’

Mihemed Şêxo ku bi Bavê Felek tê naskirin, salên xwe yên di navbera 1969 û 1972`yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê xebatê dike û li Beyrûtê 2 salan dersên muzîkê distîne. Di sala 1972`yan de bi hinek hevalên xwe re komek muzîkê bi navê ‘Koma Serkeftin’ ava dike. Mihemed Şêxo di sala 1973`yan derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi gelek hunermendê Kurd re saz dike. Ew paşê vedigere Sûriyê û li Şamê bi cih dibe. Li wir alboma xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe, lê rêjîma Baas Mihemed Şêxo rihet nehişt û gelek caran hat girtin û işkencekirin. Ew ji ber wê carek din berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Herwiha bi têkçûna şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê re, ew derbasî Rojhilatê Kudistanê dibe û li wir albomekê tomar dike.

‘Şêxo bi riya hunera xwe azarên gelê xwe tîne ziman’

Mihemed Şêxo li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê, çend salan mamostatiyê jî dike. Li Rojhilat jî rejîma Îranê di derheqê wî de, biryara desteserkirinê dike. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe dide Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Lê rêjîma Baas jî têkiliyên Mihemed Şêxo yên kurdewariyê astengdar kir û derbasî zindanê dike. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn.  Di heman demê de stranbêjiya xwe li zindanê berdewam dike û di kilam û stranên xwe de, azarên gelê û baweriyên gelên xwe tîne ziman. Piştî wê Şêxo di sala 1983`yan de vedigere bajarê Qamişlo û heta sala 1988`an de, gelek berheman diafirîne û di 9 Adara 1989`an de çû ser dilovaniya xwe.

Çend berhemên wî

Çend ji berhemên wî jî evin;Bavê Felek, Ay Gewrê, Cana min/Sînem, Koçê Me Barkir, Gulîzar, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Aylê Gulê, Nalînêk û Gava Ez Mirim.

Derbarê bandora hunermendê mezin yê nemir Mihemed Şêxo li ser hunermendên Kurd endamê Hunergeha Welat hunermend Bêkes Darî ji rojnameya me re axivî.

Bêkes Darî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Mihemed Şêxo di salên 60`î de tevî malbata xwe demekê li gundê me yê Xirbê Kurma yê girêdayî bajarê Amûdê ma, di wê demê de ez zarok bûm. Herwiha di navbera salên 60 û 70’yî de min nemir Mihemed Şêxo dît dema li şahiyan lê dida, di wê demê de meraqê hunerê bi min re çêbû û dengbêjiya Şêxo bala min kişand. Di wê demê de teknîkê pêşketî tinebûn, tenê hestên xwe vedigotin, lewra hêstên wî bandoriyeke mezin li ser min kir û hizkirina min ji stran û muzîkê re çêbû.”

‘Şêxo bingeheke hunera kilasîk da avakirin’

Bêkes Darî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Mihemed Şêxo xwedî hestekî pak û nazik bû û wiha got: “Nemir Mihemed Şêxo xwedî taybetmendiyên cûda bû, bi hestekî nazik muzîk pêşkêş dikir û hestên wî pak û zelal bû. Ji xwe di dema ku rewşa siyasî di bin desthilatdariya hikumeta Şamê de bû pir zehmet bû, hunera kurdî bi rengekî veşartî bû. Lê Mihemed Şêxo tevî hemû zext û zoran jî dev jî muzîkê berneda û di dilê her çar perçeyên Kurdistanê  de bingeheke dengbêjiya kilasîk da avakirin. Şêxo bi stranên xwe yê evînî, mirovî û welatparêzî nameyeke ji gelê xwe re radigihand.”

‘Welat evîniya hunera wî bû’

Endamê Hunergeha Welat hunermend Bêkes Darî axaftina xwe wiha qedan: “Kêm mirov Karin hunera xwe li her çar perçeyên kurdistanê bi hemû zarevayan biserxin, lê Mihemed Şêxo yek ji wan kesan bû. Tevahî ji zarok, bav û kalên kurd stranên Mihemed Şêxo ezber kirine. Di heman demê de bû mamosteyê hunerê, ji ber ji gelek hunermendan re û erka hunerê da nasîn. Mihemed di êşa welat û xwezaya welatê xwe de dihizirî û welat evîniya hunera wî bû. Mihemed Şêxo bû serkêşê stranên netewî û hunera resen, di heman demê de ji hunermendên xwedî helwest bû, tevî ku di jiyan xwe de rastî desteserkirin û xizaniyê jî hat, lê ev nebû astengê berdewamiya d

engbêjiya wî.”

Dema min tu dîtî Nesrîn

Dema min tu dîtî Nesrîn
Her du çavên te yê reş digrîn
Ewan çavan digotine min
Careke dîn tu min nabînî

Dil û canê’m tev bûne xwîn
Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber şenga didan zêrîn
Ji ber şoxa bejn şêrîn
Te dem têkel befr û xwîn
Tu ji gula bû gula Nesrîn

Bûhar bêhî, Nesrîn werya
Kewne nêrî li ser çêrîya
Heyfa min têt Nesrîn girîya
Rondik weriya ser wan rûya
Ew çavê reş gelek girya

Nesrîn xwezî te bibînim
Tu şîn bibî careke din
Ne li vê dînê li dînek din
Ne li vî warî li warek din

Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo