Rojnameya Ronahî

Şerekî giran li Başûrê Kurdistanê û Rojava tê ferzkirin

Zekî Bedran

Tirkiye hewl dide sûdê ji şerê navbera Filistînê û Israîlê de bigire û li Rojhilata Navîn têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb re sererast bike. Rêveberiya Erdogan di têkiliyên derve de xitimîbû. Ji ber wê jî ji bo sererastkirina têkiliyan dest bi manewrayan kiribû. Demeke dirêj sûd ji hevsengiyên di encama şerê Ukraynayê re derketin holê girt. Nekete nava dorpêça li ser Rûsyayê. Di ser de jî ji bo valaderxistina dorpêça li ser Rûsyayê hewl da. Lê di demê dawî de bi sererastkirina têkiliyên bi NATO û DYE’yê re mijûl bû. Karî balefirên F-16 ji DYE yê bikire. Lez da sererastkirina têkiliyên bi welatên Ereb re ku beriya niha gef li wan xwaribû û destwerdana karê hindir ê wan kiribû. Serokê dewleta Israîlê li Tirkiyê hatibû pêşwazîkirin û girseya bazirganiyê hatibû zêdekirin. Li gel tevahî hewldanan jî nekarî asta têkiliyan a bi welatên Ereb re baş bike. Niha bi sedema şerê li Filistînê di serî de Misir hewl dide têkiliyên bi welatên Ereb re pêş bixe.  Di bin pêşxistina tora têkiliyan de şerê li dijî Kurdan heye. Ji ber ku armanc dike Kurdan bi hêza şer biperçiqîne û ji holê rake. Bi salane konseptek a şer didomîne. Armanca wan ewe ku qirkirina jêre dibêjin “Plana Çok Şikandinê” temam bikin. Heman demê de ji bo çavkaniyên xwe yên aborî diherikînin şer, dizî û gendelî gihiştiye lûtkeyê rewşa wan a aborî pir xirab e. Yek ji hêviya sererastkirina têkiliyên bi dewletên Ererb re jî ewe ku pere biherikînin Tirkiyê.    Pirsgirêka Sûriyê di polîtîkaya giştî ya cîhanê de dernaxin pêş. Li cihekî dane sekinandin. Gelek alî di wê nêrînê de ne ku êdî tundî û hilweşîn têr bûye û divê çareseriyek bê dîtin. Yên ku li ser Sûriyê xwedî hesab û polîtîkane bi çareseriyê  razî nebûne. Hikumeta Şamê hilneweşiya, welatên weke Tirkiyê nekarîn vê bikin. DYE û hevkarên wê jî ev ji rojeva xwe derxistine. Rûsya û Îranê jî piştgirî da û hikumeta Şamê li ser piyan hiştin. Li gel vê nêzîkatiya cîhan û herêmê, Tirkiye şerê li herêmê dixe rojevê û şer ferz dike. Heman demê de pir lez dike. Ditirse ku hevsengiyên siyasî biguherin û eger Kurd bibin xwedî statûyekê êdî derfetên dagirkerî û êrişan nemînin. Çi dibe bila bibe stratejiyek wan a ji derve hiştina Kurdan heye.

Hikumeta Sûriyê dikarîbû di valaderxistina lîstokên Tirkiyê de bi bandortir bûya. Lê ew jî naxwazin reformên demokratîk pêk bînin, bi hêzên cuda yên siyasî re li hev bikin û rêyekî diyar bikin. Pergala Baasê ya pir navendî û yekpartiyê li ser ferz dikin. Li gel pirsgirêkên mezin ên aborî bernameyek wan a çareseriyê û reformê tuneye. Li şuna vê lihevkirinên bi dagirkeriya Tirk re jî di nav de, hewl didin rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşînin û weke berê serweriya xwe çêbikin. Rêveberiya Sûriyê netewperestiya Ereb berfireh dike û hewl dide vebijêrka demokratîk a gel ji holê rake.

Rêveberiya dagirker a Tirk jî dibêje “bila Kurd ji holê rabin” bes e. Dibêje, “Ez nikarim her derê dagir bikim. Bila ne Kurd bin, eger rejîma Baasê dibe jî bila bibe”. Dagirkeriya Tirk bi vê çareseriyê razî bûye. Weke tê dîtin Rûsya li qadê vê dide pêkanîn. Yekane mercê mayîna Rûsyayê li Sûriyê ewe ku hikumeta Şamê li ser serweriyê bimîne. Ji ber tevahî lihevkirinên xwe yên stratejik bi wî re kiriye. Heman rewş ji bo Îranê jî derbasdar e. Tu pirsgirêka van hêzan a weke berjewendiyên gel, demokrasî yan jî azadî tune ye.

Erdogan jî ji vê rewşê hêzê digire û hîn zêdetir dest diavêje hindirê Sûriyê û şer ferz dike. Yek ji sedemên din ên ferzkirina şer jî helwestên DYE û Ewropayê ne. Ew jî naxwazin bi dewleta Tirk re bên beranberî hev. Weke dewletek NATO’yê çavê xwe ji Tirkiyê re digirin û piştgiriyê dikin. Li gel vê jî dewleta Tirk encamê nagire. Niha jî zextê li Iraqê dike, Heşdî Şebî jî di nav de hewl dide tevahî hêzên li dijî PKK’ê û gerilla bike yek. Bi dehan baregeh çêkirine, piştgiriya PDK’ê girtiye, bi havîn û zivistanê, şev û rojê bombebaran dike lê dîsa jî nekarî gerîlla bin bixe. Li Rojava veguheriya makîneyek qetilkirin û wêrankirinê. Li gel vê jî encam negirt. Niha dem dema eşkerekirina dirûşmên şer ên rêveberiya Erdogan e. Dem dema eşkerekirina xirabiyên rêveberiya Erdogan e. Dem dema hûnandina torên yekîtiyê ye. Eger gelê Kurd berxwedana xwe ya rêxistinkirî bidomîne û hêza xwe bike yek dikare çarenûsa Rojhilata Navîn biguhere.