Rojnameya Ronahî

Adîfe Sakik û 8’ê  Adarê

Farûk Sakik

Di 8’ê Adara 1985’an de li çiyayê Sason, li gundê Telor şerek qewimî û 8 gerîla şehîd bûn. Di nav wan de jinek jî hebû. Navê wê Adîfe bû.Bêrîvan bû. Ji bajarê Mûşê ji gundê Zengokê bû.Yekem gerîlaya jin a wê heremê û xuşka min(FS) bû..

Her sal di 8’ê Adarê de roja jinên cîhanê de behsa têkoşîna jinên kurd tê kirin. Dîsa hersal di têkoşîna jina kurd de behsa şehîdên salên 80’ê yî tê kirin. Navê Adife jî derbas dibe. Tesaduf ew e ku Adîfe jî di 8’ê Adarê de şehîd bûbû.

Adîfe berî ku bibe Bêrîvan, li gundê xwe wek jinek kurd a ji rêzê, di nav zeviyên Tutunê de dixebitî. Li ser Adife zilma malbatê û civakê hebû. Tu qedr û qiymetek wê tunebû. Adîfe jî wek hemû jinên din bi qedera xwe razî bû. Li gundê wê jî wek her deverê, rolên cinsiyetperest ên li jin û mêr hatibûn barkirin hebûn. Ev yek bi xwe re, kodên koletî û serdestiyê dihewandin. Di vê jiyanê de cinsiyetparêzî jinê dixist pozîsyona koleyan. Lê dema ku di sala 1979’an de komek Apocî hatin gundê wê, ew roj hêşê Adîfe jî hatibû serê wê.

Di nav vê komê de Haydar Karasûngûr hebû. Karasûngur di axaftinek xwe de behsa azadiya jinê û ramanên Rêber Apo ên derbarê jinê de kiribû. Adîfe ji van axaftinan pir bi bandor bûbû. Partiyek bi navê PKK’ê hatibû avakirin û di vê partiyê de behsa azadiya jinê hatibû kirin.

Adîfe, biryar da bibe Apocî û ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Lê diviya di destpêkê jin azad be ku bikaribe ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Gotinek Rêber Apo hebû. Digot, “Jinek azad afirandin ji azadkirina welatekî zahmetir e.” Adîfe li gund di nav jinan de dest bi xebatan kir. Ji koma Apociyan çi agahî girt li nav jinan belav kir. Navê wê êdî Adîfeya Apocî bû.

Roj hat êdî ji bo wê, ew dem bû. Êrişên dijmin jî destpêkirbûn. Banga rêber Apo jî hebû digot ‘dive jin werin di nav têkoşînê de û bi rengekî çalak cîh bigirin û bibin gerîla’. Diviya Adîfe jî, biryarek bida. Di sala 1984’an de ji bo Adîfe salên gerîlatiyê û pêşerojek pir zelal destpêkir. Li çiyayên Andokê azad û navê wê jî êdî Bêrîvan bû.

Li ser daxwaza Rêber Apo, jinên kurdan wek Adîfe birêxistin dibûn û berê xwe didan nav refên gerîla. Dema xeberên ‘gerîlayên jin’ di nav civakê de belav dibûn, zîhniyeta zilam a li dijî jinê jî ji hev belav dibû.

Di wan salan de li Kurdistanê bingeha azadiya jinê, bi berxwedana Sakîneyan û bi şahadeta Adîfeyan hatibû avêtin. Li ser vî bingehê li Rojava şoreş pêkhatibû û jin li eniyên pêş cîh girtibûn. Artêşa Adîfeyan-YPJ dema li Kobanê destanek nû ya jinê nivîsîn, cîhanê şahidî kir. Jin, li ser vê bingehê, îro li cîhanê ji têkoşîna jinan re pêşengî dikin. Ew bûn sebeb ku îroj li gelek navendên cîhanê dengê “jin jiyan azadî” bilind dibe.

Dema Adîfe, di 8’ê Adara 1985’an de, di şer de şehîd ket, bi şahadeta xwe peyamek jî dabû jinên kurd. Digot; 8’ê Adarê bi rojek tenê nayê pîroz kirin. Dive jin 364 rojan têbikoşe û roja 365 jî pîroz bike. Jinên kurd ev peyam ji bona xwe girtin. Îroj li her deverî jinên kurd 364 rojan bênavber û bêsekin ji bo azadiya xwe û Kurdistanê têdikoşin. Û di roja 365’an de ango di 8’ê Adarê de dadikevin qadên pîrozbahiyan. Ew roj li qadan dengê jinên azad bilind dibe û îsal di pîrozbahiyên  8’ê  Adarê de jin ji bo azadiya Rêber Apo ya fizikî  li qadan in.