Rojnameya Ronahî

‘Armanca civînên Asîtana û Sotşiyê perçekirina Sûriyê ye’  

Zana Roj/ Şehba

Partiya Hemhengiya Netewî ya Demokratîk Şaxa Efrîn û Şehba li herêma Şehbayê Panêlek bi navê `Asîtana û Berdewamiya Dagirkeriya Tirkiyê` li dar xistin. Berpirsê Partiyê Xelîl Reşo anî ziman ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê pêwîstî bi çareseriyeke Sûrî-Sûrî heye, bêyî ku ti destwerdan ji derve bên kirin.

Li herêma Şehbayê ji aliyê Partiya Hemhengiya Netewî ya Demokratîk ve panêlek berfireh li ser mijara `Asîtana û berdewamiya dagirkeriya Tirkiyê` bi beşdarbûna bi 10’an ji kesayetên siyasetmedar, partî û welatparêzan hat li dar xistin. Asîtana û Asotşî ji bo berjewendiyê xwe her tim aloziya Sûriyê kurtir kirine û ji bo perçekirina xaka Sûriyê bûne destek. Di nava panêlê de li ser van mijaran gelek nirxandinên girîng hatin kirin, her wiha mêvanên ji derveyî herêmê jî bi nirxandinên xwe beşdar bûn. Têkildarî mijarên ku di panêlê de hatine nêqaşkirin berpirsê partiya Hemhengiya Netewî ya Demokratîk Xelîl Reşo û Aîşa Hiso ji rojnameya me re axivîn.

`Em daxwaza avabûna Sûriyeke pir rengî ne navendê dikin`

Xelîl Reşo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ev Panêl bi armanca nîqaşkirina encamên civînên Asîtana û Asotşî hat li dar xistin.  Ew civîn tu xizmet ji gelê Sûriyê re bi tavahî nekir, hemû pilanên wan li ser xaka Sûriyê dihatin kirin. Em xwe perçeyekî ji gel û xaka Sûriyê dibînin û hewildana avakirina Sûriyeke pir rengî û ne navendî, dikin. Lê bi destwerdanên hêzên derveyî Sûriyê weke Îran, Rûsiya û dagirkeriya Tirk kirîza Sûrizê aloztir bû, ji ber ku ev hêz ji bo berjewndiyên xwe kar dikin.”

`Ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê li Sûriyê dikin`

Reşo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û Îran bi hinceta parastina xwe xaka Sûriyê dagir dikin û wiha domand: “Li gorî xeyalên Erdogan yên ji nû ve avakirina sînorên Tirkiyê ku ji Deryaya Sipî heyanî Mûsil, Krekuk û Helebê bidest bixe, dagirkeriya Tirk planên xwe dimeşîne. Herwiha bi hincetên ji rastiyê dûr xaka Sûriyê dagir dike. Li aliyekî din jî  Îran bi armanca pêkanîna  Hîlala Şîyî ya ku ji Îraq, Sûriye û heyanî Lubnanê diçe, planên xwe dide meşandin. Di vê derbarê de tê dîtin ku tu çareserî ji bo Sûriyê nîne û her kes li gorî berjewendiyên xwe bazaran dikin. Em jî wek Partiyên Siyasî wek gelê Sûriyê vê yekê bi carekî qebûl nakin û tu hêviyên gelê Sûriyê ji wan dewletan nîne.”

`Pêwîstî bi diyalogekî Sûrî – Sûrî heye`

Xelîl Reşo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû cîhan bila bizanibe dewleta Tirkiyê dewletekî dagirkere li ser xaka Sûriy,  gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe divê ji siyasetên van dewletan re nebe destek. Em îro ji bo çareseriya Sûriyê diyalogekî Sûrî -Sûrî dixwazin, ji bo gelê Sûriyê çi pêwîst be divê ew werê kirin.”

`Pirojeya Netewa Demokratîk dikeve xizmeta hemû gelên Sûriyê`

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayîşe Hiso diyar kir ku Sûriye bi destê dewletên derve tê peçekirin û çareseriya herî guncaw pirojeya Netewa Demokratîk e û wiha got: “Asîtana û dewletên ku serkêşî jê re kirine li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê sekinîn û ev gav derî li ber perçekirina Sûriyê vedike. Bi taybet divê em bizanibin her çiqas ev dewlet li ser hin xalan li hev nekin, lê li ser yek xala têkbirin doza gelê Kurd e û Pirojeya Netewa Demokratîk tev dibin destek. Ji ber ku Pirojeya Netewa Demokratîk çareseriya herî guncaw ji pirisgirêka Sûriyê re ye û ev piroje dikeve xizmeta hemû gel û pêkhateyên Sûriyê. Ji lewra di asta yekemîn de ev dewlet li hember rûxandina vê pirojê xebatê xwe didin meşandin”.