Rojnameya Ronahî

Dewleta Tirk Rojhilata Navîn tevlîhev dike

Zekî Bedran

Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd amedekariya êrîşeke hîn berfireh û mezin dike. Li aliyekî Erdogan bi hilbijartinên heremî re hewl dide xwe bihêz bike. Bi zext û dorhêlên ne wekhev, bi hîleyan hilbijartinên meha Gulanê ya serokkomariyê bi dest xist. Lê belê ti pirsgirêkekî Tirkiyê çareser nebû, ti tişt jî ber bi başbûnê ve naçe. Di ser de di pêvajoya zivistanê de çalakiyên ku hêzên gerîla li başûrê Kudistanê kirin, hejiyan. Ji ber Erdogan siberoja xwe şerê li dijî Kurdan ve girê daye, aliyekî hemû tifaqên hundir û derve û derfetên dewletê ji bo vê pirsgirêkê bikar tîne.

Di 13’ê Sibatê de hêzên gerîla li qadekê baregeha li başûr bi temamî paqij kirin. Li gorî daxuyaniyan 37 leşker hatiye kuştin. Lê belê rêveberiya Erdogan da xuyakirin ku tenê leşkerekî wan miriye. Çalakiyên berê jî weke hejmareke kêm dabûn. Tevî vê jî ev yek li Tirkiyê rê li nîqaşên cidî vekir. Mîna pêvajoyên hilbijartinê hewl dan li ser bûyerê bigirin, mijarê ku tê de jîr in, naxwazin derbxwarinê xwe ji gel re biteyîsinin. Hewl didin propagandaya weke pir balafiran çêdikin, pişesaziya şer pêşxistine civakê mîlîtarîze bikin.

Di hilbijartinên heremî de hin navendên stratejîk, mîna Stenbolê dixwazin bigrin û desthilatiya xwe biparêzin. Tê zanîn MHP û Ergenekon şerê li dijî Kurdan piştgiriya AKP’ê dikin. Di heman demê de Erdogan ji 2015’an ve şerê ku bê navber didomîne bawerî jê re dane ku dê encamê bigre. Wiha dihesibînin ku bi îstîxbarat û teknîkê di şer de biserkevin. Lê belê tişta ew dixwazin naçe serî. Şer dirêj dibe. Ji bo vê jî leza xwe heye. Li Başûrê Kurdistanê YNK û hêzên din jî mîna PDK’ê dixwaze tevlî planê xwe bike û hewl didin bi vî awayî zorê  bidin ser gerîla. Bi qasî ku rayedarên Iraqê aciz bikin hevdîtinan dikin.

Li Sûriyê jî bi qasî ku karibe bikarbîne hêzên çekdar ava kiriye. Bi deh hezaran DAIŞ, El-Nusra û çeteyên din di dagirkirina Sûriyê de bikar tîne. Di şer de wan dide pêş. Li başûrê Kurdistanê neçar dimînin leşkerên xwe bikar bînin. Dema windahiyên wan zêde dibe nîqaş û nerazîbûna gel tên rojevê. Li Sûriyê bi hezaran hêzên çete werin kuştin jî agahiyên gelê Tirkiyê jê nabe. Cenaze naçin li wê derê. Di vî warî de hewl didin şer veguherînin şerê di navbera Kurdan de. Ji xwe heger hevkariya PDK’ê nebaya nedikaribûn xwe bighînin wan çiyayan û ne jî dikaribûn li wir bimînin. Tevî PDK’ê jî encamê ku dixwestin bi dest nexistin. Niha jî dixwazin PDK’ê bixin nava pevçûnên aktîf, YNK’ê jî li gel wê bidin şerkirin. Di heman demê de hêzên Iraqê jî dixwazin bixin nava planên xwe yê dijminahî û qirkirina Kurdan.

Li Sûriyê bi navê pêvajoya Astanayê bi Rûsya û Îranê re li dijberê Kurdan êniyek ava kirin. Bi taybetî têkiliyên di navbera hêzên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyê de koordîne dikin. Heger Kurd werin derbkirin û rêveberiya xweser were berterafkirin dê rêveberiya Şamê li heremê serwer bibe. Rûsya ji bo Şam li heremê serwer bibe dixebite. Şer derketiye, bi hezaran mirov miriye, neçarî koçberiyê bûne ji bo wan ne pirsgirêke. Heger têkiliyên di navbera Tirkiyê û Amerîka de xera bibe ew jî sûdê bide Rûsyayê. Rêveberiya Tirkiyê jî ji bo tenê Kurd dayika xwe nebînin dibin hevkarê hemû planên xerab û tarî.

Îstîxbarata Îran û Şamê li herêmên ku rêveberiya xweser serdest in bi awayekî aktîf dixebitin. Rûsya jî ji bo wan qad û dorhêl çêdike. Taybetmendiyan li ser esasê nijadperestiyê tê birêxistinkirin bi çek kirin provake kirin. Dema dewleta Tirk êrîş bike, Ereb jî wê aloziyê çêbikin û hemû herêmê di nava kaosê de bihêle. Şam û hêzên Îranê jî dê destwerdanê bikin û hewl bidin kontrol bikin. Rûsya jî bi piştgiriya hewayî û koordînasyona êrîşên bi Tirkiyê re wê herêmê bixe bin kontrola xwe. Tirkiye plana ku Kurd nebin xwedî nav û statu, qebûl kir ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be û herêmên bi dest xistine di bin kontrola wan de bin.

Erdogan û hevalên wî herêmên niştecihbûna kurdan wek korîdorên terorê pênase dikin. Û Kurdistanê wek terorîst pêşkêşî cîhanê dike. Vê rastiyê vedişêre ku li vê herêmê gel, bi milyonan mirov dijîn. Her tiştî wek teror û terorîst nîşan dide. Amerîka û hêzên Ewropa jî piştgiriyê didin polîtîkayên îmha û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan. Xuya ye ku wan herî kêm êrîşên nû pejirand. Dema ku balafirên Tirk li hedefên aborî û debara gel dan, ti bertek nîşan nedan. Tirkiyê êrîşên xwe yên bênavber didomîne û wek maşîneya kuştinê dixebite. Heger Amerîka û Rûsya erê neke û qada hewayî veneke Tirkiyê nikare wan tiştan bike.

Em van mijaran gelek caran rave dikin. Ji ber ku ji derve ve tiştên ku li van herêman diqewimin bi tevahî nayê zanîn û gelek hêz jî pêşketinan ji nêz ve naşopînin. Weke ku şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bûye û li wir her tişt asayî ye tê mêzandin. Lê divê her kes bizane ku wêranî û şerên ku ji DAIŞ’ê pirtir berdewam dikin û yên mezintir li ber derî ne.