Rojnameya Ronahî

‘CPT  bûye hevkara tecrîda li ser Rêber Apo’

Reşo Mihemed/Qamişlo

Endamê Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo Silêman Îsa da zanîn ku ji ber erdhejên li nêzî Îmraliyê diqewimin xeterî li ser jiyana Rêber Apo heye. Herwiha Îsa destnîşan kir ku CPT agahiyan di derbarê rewşa Rêber Apo de gotûbêj nake û bi dewleta Tirk a faşist re bûye hevkara tecrîda li Îmraliyê.

Bûye nêzî 3 salan ku tu agahî li ser Rêber Apo nayê zanîn û ji aliyê dewleta Tirk di bin tecrîdeke giran de ye. Herwiha di 23’ê Sibatê de erdhejeke bi rêjeya 4,1 a erdhejê li derdora Îmraliyê çêbû, girêdayî heman mijarê jî endamê Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo Silêman Îsa, bersiva pirsên rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:

Di navbera 4 mehan de du caran erdhej li nêzî Girava Imraliyê çêdibin, gelo çiqasî xeterî li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan heye?

Em dizanin ku berî demeke kin de du çaran erdhej li nêzî Îmraliyê çêdibin, lê di 6’ê Sibata sala 2023’an de jî erdhejeke mezin li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêbû. Di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, gelek gund û bajar bi temamî hatin ruxandin. Ger rûdaneke xwezayî li Tirkiyê çêbibe ji mafê kesê ku hatiye dîlgirtin, hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Biryara 5275’an di zagona Tirkiyê de vê yekê tekez dike, ev biryar jî ji bo ku aramî bikeve dilê malbatên girtiyan. Lê ev bûye nêzî 3 salan ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye, ji wê demê ve dewleta Tirk a faşist nahêle ne malbat û ne jî parêzerên wî hevdîtin pê re bikin. Piştî ku erdhej di 23’ê  Sibata 2024’an de li Gumlîkê çêbû, dîsa jî dewleta Tirk a faşist nehêle malbat û parêzerên Rêber Apo têkiliyan bi Rêbertî re çêbikin. Ev yek jî dide tekezkirin ku zagona 5275 zagoneke şeklî ye û di şexsê Rêber Apo de zagonên xwe bi rêk û pêk nade meşandin. Erdhej û bobelatên ku diqewin, metirsiyê li ser jiyana  Rêber Apo ava dike. Di heman demê de em weke gelê kurd û kesên cîhanê yên aştîxwaz û demokrathez berdewamkirina tecrîdê tevî çêbûna erdhejan xeteriyeke mezin li cem me çêdike.

Hûn nêzîkatiya CPT di warê eşkerekirina rewşa Rêber Apo çawa dinerxînin?

Her cara ku CPT serdana Îmralî kiriye, kengî rewşa Rêber Apo ji bo me daye gotûbêjkirin? Ev yek ji destpêka ku Rêbertî ketiye bin tecrîda giran heta roja îro jî berdewam e û em nizanin ger tendurstiya Rêber Apo baş e gelo an na. CPT beriya salekê bû ku car dawî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û di wê demê de hin biryar ji bo tecrîdê dan. Ji van biryaran ew bû ku divê kenalek an jî êzgehek ji bo Rêber Apo were pêşkêşkirin, armanc ji vê yekê ew e ku Rêbertî ji cîhanê û rewşa heyî newe qutkirin. Lê heta roja îro jî ev biryar pêk nehatine û ev biryar jî bin pê bûne. Di heman demê de CPT tu agahî di derbarê rewşa Rêber Apo de heta roja îro jî daxuyaniyek weke encama serdana xwe li gel Rêbertî nedaye.  Ji ber vê yekê em dibînin ku êdî CPT bi erka xwe ranabe û bêdengiya wê ne li gor armanca ku CPT ji bo wê hatiye avakirin e. Di heman demê de bi vê yekê tê tekezkirin ku bêdengiya CPT û saziyên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan sîstema tecrîda li ser Rêber  Apo didin meşandin. Nêzîkatiyên CPT û hemû saziyên ku bi navê mirovayî û dadweriyê têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo jî cihê şermezariyê ye.

Da ku Rêber Apo bi fîzîkiya xwe azad bibe hûn weke Insiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Apo, banga we ji bo desteyên mafê mirovan, gelên azadîxwaz yên cîhanê û bi taybet gelê kurd çi ye?

Bêguman Rêber Apo temsîla vîna gelê kurd, xwesteka azadî û demokrasiya cîhanê dike. Ji ber vê yekê jî banga min ji hemû kesên azadîxwaz û vîndarên demokrtî û aştiyê re ew e ku asta tekoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin. Bi taybet ji gelê kurd kurd tê xwestin ku saziyên navdewletî yên eleqedar hişiyar bikin. Di heman demê de CPT û saziyên din  weke berpirsên berdewamkirina tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin bidin amajekirin. Bi rastî bêdengiya CPT, Yekîtiya Ewripî û rêxistinên mafê mirovan yên cîhanê û behelwestiya wan di warê tecrîdkirina Rêbertî de me dikuje. Lewma divê gelê kurd û hemû kesên azadîxwaz li pêşiya van saziyan daxuyanî ji bo azadiya Rêber Apo bidin. Li aliyekî din jî de divê meşên bibandor û komcivîn jî werin lidarxistin. Em weke Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo,  tekez dikin ku azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye. Herwiha em ê hertim jî li ser vê doza xwe bin û wê hertim jî banga ew be ku gel asta têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkiya Rêver Apo bilind bike.