Rojnameya Ronahî

Dîsa jin dibin qurban

Nehîr pale   

Di nava civakê de asta bikaranîna madeyên hişbir mîna ku gihîşte rewşa ji bin kontrolê derbikeve. Gelo bazirgan çima madeyên hişbir derbasî nava civaka xwe û civakên dîtir, dikin. Di encama bikar anîna madeyên hişbir de wê çi biqewimê? ji bazirganan kesek berpirsyartiya vê yekê ranake û dixwazin hincetan ji sûcên xwe re deynin. Di holê de wê kî bibin qurbaniyên madeyên hişbir? Dîse Jin in.

Bazirgan ji bo pere kom bikin, bi riya pereyan hukmê xwe li ser civakê bidin meşandin û kêfa xwe bikin, dikarin her kesî bidin bi kar anîn û bikin qurban. Bi riya jin qaçaxçîtiya madeyên hişbir dikin, bi riya wan difroşin û bi destê wan di nava civakê de belav dikin. Ya dibe qurban jî jin e. Ji carekê zêdetir; mêr ji ber madeyên hişbir bi kar anîne û hişê wan ne li sere wan e hevjînên xwe dukjin. Mêr dikarin gelek hincetan ji xwe re deynin ku çima dest bibikar anîna madeyên hişbir kirine. Zilamên ku madeyên hişbir bi kar tînin li xwe mûkir nayên ku ketine xefka lewaziyên xwe de, êdî pir rehet têne bikar anîn û yên ziyanê didin civaka xwe ew in. Min ne bawere di nava civakê de kesek hebe ku bi bihîstina buyerên kuştina jinan kêf xweş bibe û bi taybet bi destê hevjînê xwe yê serxweş hatibe kuştin. Ev buyer gelekî bi êş û trajedî ne.

Jin bi destê bav, bira û hevjînên xwe yên serxweş têne kuştin û buyerên kuştina jin bi dawî nabin. Eger şidet li ser jinê kêm nabe û jin dibe qurbana her tiştî; civak berpirsyarê vê yekê ye. Her ku jin di encama şidetê de tê kuştin bertek ji aliyê civakê ve dernakeve, civak nabe xwedî helwest û bêdeng dimîne, ji ber vê yekê kuştina jin û şideta li ser jinê berdewam dike. Herwiha jina rêxistinkirî jî dikare dawî li şidet û kuştina jinan bîne. Dema ku bavek keça xwe di temenê biçûk de bizewicîne divê dayîka wê keçikê kêfxweş nebe û hemû jin xwedî helwest bin. Divê hemû jin bi hevre têbikoşin heyanî ku diyardeyên pir zewacî, zewaca zarokan û şideta li ser jinê di nava civakê de şerm were dîtin.

Niha di nava civakê de jin ji ber hevjînên wan madeyên hişbir bikar tînin, têne kuştin, civaka cinsiyetparêz jî tu carî mêr sucdar nake ji ber hevjîna xwe dukjê yan tadê lê dike, wê bibêje kêmasiya hevjîna wî ye û mafê mêr heye ku çi bi serê hevjîna xwe bike. Ji ber vê yekê mêrên serxweş dema ku hevjînên xwe dukjin kesek hesab ji wan naxwaze û tenê gunehê xwe bi wê jinê tînin, dîse suc nakin ê mêr û bi şert û mercan ve girêdidin.

Şideta li ser jinê tê kirin tu hincetên xwe tine ne, mêr û civaka cinsiyetparêz berpirsyarin û jina ku xwe birêxstin jî nake wê her tim derî ji mêr re veke ku şidetê li jinê bike. Ji bo civaka cinsiyetparêz were guhertin divê jin xwe birêxistin bike, têbikoşe û her tim xwe perwerde bikin.