Rojnameya Ronahî

Armanca komployê têkbirina ramanê Rêber Apo ye

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hevserokê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê a Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê di 15’ê Sibata sala 1999’an de li ser Rêber Apo komployeke navneteweyî dan meşandin, armanca wan jî têkbirina fikir û hêza Rêber Apo ye.

Di 15’ê Sibata sala 1999’an de li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî hat pêkanîn. Piştî pêkanîna kompiloyê hemû hêmanên madî bi cih anî û bi vî awayî kompilo li gorî pîvanên hiqûqî wek sûcekî ku ji aliyê dadweriya navneteweyî ya heyî û ji aliyê dîwanên navneteweyî yên Edaletê tên temsîl kirin sûce. Lê tevî vê yekê jî ev 26 sal in ev komplo berdewame.

Derbarê komploya navneteweyî de Hevserokê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê a Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Elniêmî ji Rojnameya me re axivî.

Komploya li ser Rêber Apo Sûcekî nevneteweyî ye

Mihemed Emîn Elniêmî diyar kir ku Kompiloya navneteweyî ji kêliya dîlgirtina Rêber Apo ve girantir bûye û bûye sûcekî nevneteweyî û wiha got:”-Ev komplo li dijî paymana îşkencekirina tundî ya ku sala 1984’an de hatiye imze kirin. -Tevlihevkirina rola dijmin û hikmê di dadgeha cinayata de, berovajî prensîbên darizandinê di qanûnên navxweyî û navneteweyî de ye, nemaze Peymana Viyêna ya di sala1969’an de hatiye imze kirin. – Dadgeha Tirkiyê ya ku pêk hat, dadgeheke şeklî bû û dûrî cewherê dadweriyê bû, parastina mafê rewa tê de winda bû. Em dikarin bibêjin ku dadgeha dewleta Tirk a faşist reng û atmosfereke nêzî dadgehê xwedî hizrên radîkaltiyê û terorê bû, herwiha giya astekê ku vîna Rêber Apo di wê atmosfera ku wî li hember li ber xwe dida, bişkîne. -Mehrûmbûna ji mafê hêviyê piştî ku 26 sal li ser revandina wî re derbasbû.- Di 4’ê Nîsanê de wê temenê Rêber Apo bighêje 75 salî.  Mehrûmkirina sûdwergirtina ji kesên ku temenê wan di ser heftê salî re ye. – Hucreya yekkesî, bi îdîaya cezayên dîsîplînê û astengkirina hevdîtina bi parêzer û endamên malbatê re.- Mehrûmbûna tam ji hemû rêgezên herî kêm ên standard ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve ji bo her girtiyek tê xwestin, nemaze prensîbên Mandêla di vî warî de.- Windakirina bi zorê ji 25’ê Adara sala 2021’ê de heta roja îro, bi armanca bêparkirina Rêber Apo ji mafên hiqûqa navneteweyî yên di derbarê parastinê de.”

 Şikandina vîna Rêber Apo bi riya komployê

Elniêmî wiha pê de çû û got:” Tiştên ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tên kirin hemû bi armanca ku kesayeta Rêber Apo bişkînin û di çavê gelê xwe de bêhêz xuya bike.  Ev yek sûcên navneteweyî ne wek; -sûcên jenosîdê li gorî xala 6’an a destûra Romayê ya dadgeha cezaya navdewletî ya Lahayê di sala 1998’an de ji ber ku  hedef netenê di derheqê Rêbertîde ye, lê  belê di derheqê  hemû gelê Kurd ye. -Sûcên li dijî mirovahiyê, her wiha li gorî xala 7’an a destûra Romayê bi taybet di derbarê işkence, binçavkirin û nijadperestî yê.”

Elniêmî axaftina xwe berdewam kir û wiha got: “Bi taybetî bersiva vê kompiloyê ne tenê bi kes û koman, bi rayedarên herêmî û herêmê re sînordar bû û ne jî bi daxuyanî, şermezarkirin û meşên bi riya gel re sînordar bû. Lê belê bersiv ket qada Şoreşa mafên mirovan û yasayî ya ku li seranserê herêmê belav bû, ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, nemaze piştî hemleyê. Kampanya cîhanî ya ku di 10’ê Cotmehê di sala 2023’an de ji 74 navendên cîhanî û bi qasî temenê Rêber Apo yê ku gihîştiyê dest pê kir.  Bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka gelê kurd ” hate vekirin.  Ev kampaniya ji aliyê ramanwer, feylesof û zanayên navneteweyî ve hatiye destpêkirin, ne ji bo demkî be. Lê belê ji bo bidestxistina dirûşma ku bi motîvên tijî hişmendî û bawermendî pejirandibû, herwiha ji bo hemû baskên herêmî, hat destpêkirin.”

Belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserî Cîhanê

Hevserokê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê a Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Elniêmî dawî li axaftinên xwe anî û wiha got:”Şoreşa hiqûqî û cîhanî ya ji bo dualîbûna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û xebatên herêmê ya ku ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan êdî ne tenê çalakiyên kevneşopî ne, lê bi kalîte ye. Herdem bi çalakiyên mirovî û qanûnî ve girêdayî ye. Herwiha pêwendiya wê ya rasterast bi her tiştên ku li cîhanê diqewime heye. Herwiha di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de  Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hat lidarxistin. Di heman demê de insiyatîfa parêzerên Sûriyê a parastina Rêber Abdullah Ocalan ku di 14’ê Sibata sala 2021`an de hate damezrandin û Înîsiyatîfa Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 14’ê Tîrmeha sala 2023’an de hate destpêkirin. Di Peymana Netewên Yekgirtî de di sala 1945’an de di xala 1 û 2’ê de tevgera ku cîhan di mijara Rêber Abdullah Ocalan de tê jiyîn ne wekî berê ye, ji ber belavbûna raman û felsefeya Rêber Apo li vê cîhanê belav bûye.  Herwiha Têgihiştina fikir û felsefeyê wî, bi taybet piştî damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”