Rojnameya Ronahî

 ‘ Îradeya gelan planên dijmin têk dibe’

Însiyatîfa Gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina Tecrîda li Îmraliyê, ji 9 ê Sibatê ve dest bi kampaniya komkirina îmzeyan kir. Hevserokê Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo tekez kir ku li hember planên dijmin îradeya gelan derdikeve pêş.

Zana Roj/ Şehba

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek helwestê ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji 9 Sibatê ve dest bi kampanya komkirina îmzeyan kirine, di heman demê de ev kampanî di çarçoveya pêngava cîhanî yê bi navê “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirisgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hatiye destpêkirin. Rêber Apo 25 sal in di bin şert û mercên zehmet yên girtîgeha Îmraliyê re derbas dibe. Herwiha ev 35 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Di derbarê kampaniya komkirina imzeyan ya ji bo azadiya Rêber Apo hevserokê Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo ji rojnameya me re axivî.

Bekir diyar kir ku zêdetirî 3 sala ye Rêbertî di bin tecrîdeke mutlaq re derbas dibe û wiha got: “Zêdetirî 3 sala ye Rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke mutleq a girankirî re derbas dibe, di vê siyasetê de fşîzma Tirkiyê destek nade ku ne malbat ne jî parêzerên Rêber Apo tu hevdîtinan pê re pêk bîbnin. Bê guman ev yek di raya giştî de pîvan û zagonên navnetewî ya derheqê girtiyên siyasî de bin pê dike. Gelên cîhanê yên azadîxwaz bi destpêkirina pêngava cîhanî ya ’Ji Ocalan re azadî  û ji pirsgirêka Kurd re çaraseriya siyasî’ xebatên azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de hemû gelên Kurd bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9 ê Sibatê de kampanya komkirina îmzeyan destpêkirin, û ev kampanya wê heyanî roja rojbûna Rêbertî 4 ê Nîsanê berdewam bike. Her wiha li herêma Şehbayê gelê Efrîn û Şehbayê dest bi komkirina îmzeyan kirine.”

‘Divê hemû gelên azadîxwaz piştgirî bidin vê kampanya yê’

Bekir bal kişad ser girîngiya komkirina van îmzeyan û wiha domand: “Ev xebat bi awayekî sîstematîk tê bi rêve birin, komîteyên taybet ji bo vê xebatê hatin amedekirin û derbasî tavahî bajarok, gund û kampan dibin. Ev kampanya îmzeyan ji ciwanê temen 16 salî û jor de digire. Bê guman ev xebat bi belge û rêxistin ji bo raya giştî tê amedekirin. Bi riya van îmzeyan em dixwazin ji dunya û hêzên faşîst re diyar bikin ku Rêber Apo bi reman û fesefeya xwe bûye rêberekî navneyewî û hemû gelên azadêxwaz piştgirî didin vê yekê. Di nava van îmzeyan de gelek netew û pêkhateyên din jî hene ku dixwazin azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Ji lewra her kesekî azadîxwaz li ku dibe bila bibe divê destek bide vê kampaiyê.”

‘Li hember pilanên dijmin îradeya gelan’

Bekir anî ziman ku her dem siyaseta komployê tê berdewam kirin û tê guhartin ji ber wê jî pêwstî bi vê kampanya yê heye û wiha pê de çû: “Ji 25 salan ve hêzên komploger siyaseta qirkirina gelê Kurd û têkbirina îradeya azadiyê ya gelê Kurd dikin. di Şexsê Rêbert Apo de gelê Kurd û di şexsê gelê Kurd de gelên azadîxwez armanc dikin. Ji ber ku ev polîtîke bi yek carî jî encamgir nebû her sal bi pilanên nû siyaseta komplo didin nû kirin. Pêkanîna tecrîda li ser Rêberetî jî yek ji van pilana ye. Ji lewra destpêkirina bê van însiyatîfan di nava gelan de xebatekî gelek girîn û bi wateye. Li hember vê siyasetê pêwîstiya hemû gelên Kurd û yên azadîxwaz bi vê kampanya yê heye. Da ku em îsbat bikin ku li hember van pilanan îradeya gelan derdikeve pêş.”