Rojnameya Ronahî

‘Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse’

Birûc Resûl/Qamişlo

9’emîn festîvala Wêje û Hunerê ya Jinan ku wê di 1 û 2 Adarê de bê li darxistin, amadekariyên pêşwazîkirina nivîskar û hunermendên jin dike, da ku deng û rengê jinê diyar bike.

Li Kantona Cizîrê amadekariyên lidarxistina 9’emîn festîvala Wêje û Hunera Jinê tên kirin. Festîvala ku salê carekê ji aliyê Desteya Çandê ya Kanton Cizîrê ve bi hevkariya Tevgara Çand ya Hîlala Zêrîn tê organîzekirin, wê îsal di 1 û 2`ê Adarê de bê li darxistin. Festîvala Wêje û Hunera Jinê cara yekemîn di sala 2015`an de hat lidarxistin û her sal bi naverokek dewlemendtir tê lidarxistin. Her wiha îsal wê festîval bi dirûşmeya ‘Jina Şoreşger Keziyên Azadiyê Dirêse’ li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo were li dar xistin. Bi armanca xurtkirina girêdana hemehengiyê di navbera hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, wê her jin li bi çand û rengê xwe yên taybet beşdar bibe. Herwiha wê keda jina perwerdekirî û nivîskar jî bê ronî kirin. Festîvala Wêje û Hunerê ya jinan wê bibe dergoş û bingeha pêşxistina jinê.

Di derbarê amadekariyên lidarxistina festîvala Huner û Wêjeya jin berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê Narîman Evdikê û kordînasiyona Hîlala zêrîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê Mizgîn Çolaq ji Rojnemeya me re axivîn.

Narîman Evdikê wiha dest bi axaftina xwe kir: “Serlêdanên ji bo beşdarbûna festîvalê di meha çile de dest pê kir û wê 20’e Sibatê de bidawî bibin. Festîval li kantona Cizîrê wê bê lidarxistin, lê kesên ji deverên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyê jî wê karibin tevlî festîvalê bibin. Kesên ku dixwazin tevlî bibin wê karibin berhemên xwe bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî pêşkêş bikin. Nirxandina berheman jî wê li ser her sê zimanan çêbibe. Em di 9`emîn festîvala çand û hunera jinê de cihê xwe wekî komîteya amedkar digirin, ev demeke baş em hazirtî û amedekariya festîvalê dikin. Wek tê zanîn ku beşê di nava festîvalê de xwe digire, wêje, huner, çand, şêwekarî, çîrok, helbest û gotarên wêjeyî, her wiha kesên ku tevlî bibin jî pêwîste temenê wan di ser 18`e salî de. Em ê heya 20`ê miha Sibatê berheman û tabiloyên şêwekariyê bigrin.”

Pêşandana cil û bergên kurdî

Narîman balkişand li ser komîteya nerxandinê û wiha got: “Di her 2 rojên festîvalê de, wê berhem û tabiloyên şêwekariyê werin pêşkêşkirin, li gorî tabloyên herî balkêş û berhemên herî xurt, wê di roja 2`emîn de ji aliyê komîteya nerxandinê ve xelat li ser 3` jinên ku hatine hilbijartin, werin belavkirin. Di vê salê de hewledana me heye ku em komîteya xwe ya nerxandinê hîn bihtir berferh bikin, da ku ji aliyê çand û hunerê ve deng û rengê jinê li cîhanê were isbat kirin. Tişta herî balkêş di festîvala îsal de wê pêşandana cil û bergên kurdî werin pêşkêş kirin, ev jî bi armanca ku her jin bi çanda xwe ve hîn zêdetir were girêdan û ji modeyên kaptelîzimê dûr bikevin.”

Bernameya festîvalê

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê Narîman Evdikê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku festîvala wêje û hunera jin îsal wê berferhtir be û wiha got: “Bernameya festîvalê wê îsal bi tiştên nû û cûda wê were li darxistin. Bi hatina miha Adarê ku bi miha jinê tê naskirin, me xwest di vê mihê de em festîvala xwe pêşwaz bikin û reng, deng û pênûsa jinê derbixin. Di hindirê bernemaya me de xwendina helbestan, çîrokên zimanê kurdî û erebî wê hebin, govendên henî pêkhateyên, stranê bi zimanê kurdî û erebî, şano girêdayê jinê û di roja dawî de jî wê filmek ku mijara wê jin be wê werin pêşkêş kirin. Di herî dawî de jî daxwaze me ew e ku her sal festîvala me dewlemendtir bibie û bibe festîvaleke cîhanî ji bo jinê.”

Pêşengiha pirtûkên ku bi pênûsa jinan hatiya nivîsandin

Di haeman çarçoveyê de Mizgîn Çolaq da zanîn ku wekî Hîlala Zêrîn jî wê cihê xwe li festîvala wêje û hunerî de bigirin û wiha got: “Ev demeke başe ku hazirtiyên me wekî Hîlala Zêrîn ji bo festîvalê hene, her wiha festîval jî ji aliyê tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û huner û Dîwana Wêjeyî ve hatiye bi rêxistin kirin. Armanca me ji vê festîvalê ew e ku çand û hunera tevahiya jinan were zindî kirin û bi taybet jin ku êdî hêza xwe ji hemû aliyan ve derbixe. Festîval wê li ser asta Rojava û derveyî wê were li darxistin,  mafê her kesî heye ku tevlî bibe û berhemên xwe pêşkêş bikin, em ê di hindirê festîvalê de pêşengiha pirtûkên ku bi pênûsa jinan hatiya nivîsandin, li dar bixin.”