Rojnameya Ronahî

Helbestvana şehîdan a dilsoj; Hesîna Ehmed

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Helbestvana kurd Hesîna Ehmed bi rihekî şoreşgerî û bi dilekî şewat ji destpêka şoreşa Rojava ve xwe fêrî zimanê kurdî kir, bi hestdarî  û hezkirineke mezin rahiştiye pênûsê û bi dehan malik li ser şehîdan û gelê kurd hûnandiye.

Nivîsîna helbestê bi awayekî giştî hestekî tenik û xeyalekî berfireh dixwaze, kesê/a helbestvan jî bi behreya xwe û bi palpiştiya hest, xeyalên xwe, peyv û ramanên watedar malikên zêrîn dihûnîne.

Ji ber ku jin di xwezaya xwe de xwediya hestên nazik e, ger pênûsa xwe bi kar bîne wê afrîneriya xwe derxîne holê. Nexasim ku jina kurd ragira pênûsa nivîsîna helbestê be û bi zimanê dayîkê hestên xwe bîne ser ziman.

Li Rojava ji ber zexta qedexkirina hikumeta Şamê ya berî şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bû sedema ku gelê kurd û di nav de jinên kurd ji hemû mafê xwe bimînin. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê êdî jinan bi vîna xwe di hemû waran de xwe dan tekezkirin. Yek ji van jinên berxwedêr jî helbetvana kurd, Hesîna Ehmed e. Hesîna Ehmed li nik ku bi dehan helbest nivîsandine û dîwaneke wê ya helbestê heye, ew mijûlî xebata gotarnivîsînê bûye. Wê nêzî 10 gotar di kovar û rojnameyan de weşandine ji wan rojnameyan jî, Rojnameya Ronahî ye.

Girêdayî jiyan û nivîsîna helbestên xwe,  helbestvana jin Hesîna Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Jiyan û xwendin

Hesîna Ehemed di derbarê jiyan û xwendina xwe de, wiha anî ser ziman: “ Ez di sala 1975’an de, li gundê Teilikê yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayîk bûme. Min ji seretayî heya amadeyî bi giştî li dibistanên Qamişlo xwendiye. Sedem ji vê yekê jî ji ber ku gundê me gelekî biçûk bû û dibistan jî lê tunebû. Ji neçarî jî ez û xuşkên xwe hatin bajarê Qamişlo û li mala kalikê xwe me dest bi xwendina xwe kir. Herwiha piştî wê bi demekê bavê min malek li Hilêliyê kirî û ez û xuşkên xwe tê de bi cih bûn û me xwendina xwe berdewam kir. Piştî ku bavê min di sala 1988’an de çû ser dilovaniya Xwedê, êdî em bi malbatî hatin Qamişlo û li mala xwe ya li taxa Hilêliyê bi cih bûn. Êdî min bawernameya amadeyî ya erebî bi beşê wêjeyî bi dawî kir û piştre ez di temenê 18 salî de zewcîm. Ji ber zewacê û karê malê min xwendina xwe ya erebî berdewam nekir. Lê piştî demeke dirêj û bi destpêkirina şoreşa Rojava re min dest bi nivîsîna helbestê kir. Di heman demê de, di sala 2014’an de Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê hate damezrandin û ez weke endam tevlî wê bûm. ”

Helbest û hestên wê yên şoreşgerî

Hesîna di derbarê nivîsîna helbestê de wiha dest nîşan kir: “Ji ber ku em weke gelê kurd ji zimanê xwe mehrûm mabûn û xwendina tîp, sirûdeke bi kurdî cihê şadeweriyê bû. Gelê kurd di bin zexteke pir mezin a hukûmeta Şamê û desthilatdariya wê de bû. Piştî çirûska azadiyê ya şoreşa Rojava vêket û ala kesk û sor û zer li asîmanê bajarên kurdan li ber ba ket. Piştî ewqas zexta mezin êdî derfeta kurdan çêbû ku derbirîn û hestên xwe bînin ser ziman. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku min bi hestekî şoreşgerî û welatparêzî, rewşa welatê xwe, şehîdên Rojava û şoreşê bînim ser ziman û bixim helbest. Ji destpêka şoreşê ve şehîd hebûn, her roj ez di hestekî zortir û cudatir re derbas dibûm. Min ji wê demê ve ew hestên xwe dinvîsandin û dikirin helbest. Min hemû helbestên xwe li hev kom kirin û di sala 2023’an de di dîwanekê de dan çapkirin. Ev berhem weke yekem kar û xebata min a di warê nivîsîna helbestê de ye. Ev dîwan ji 43 helbestan pêk tê, tevahiya mijarên wan helbestan li ser welat, şehîdan û şoreşê ne.  ”

Berhemên wê

Helbestvana jin Hesîna girêdayî berhem û gotarên xwe jî wiha axivî: “Yekem helbesta ku min nivîsand, li ser şehîdan bû, lewma min navê dîwana xwe kir Wa Şehîd. Herwiha min ev dîwan bi rêzbendî û awayê nûjen helbestên xew hûnandine. Dibe ku dîwana min a  bi navê Wa Şehîd kêmasî di warê asta xeyal û nivîsînê de hebin. Lê dîsa ew helbestên min gavên destpêkê bûn ji nivîsîna helbestê û aliyê wê yê wêjeyî hinekî lawaz bû. Li aliyê din jî bi rastî terzê nivîsîna kilasîk bi min gelekî zehmet bû, giha astekê ku min hêvî û omîd ji fêrbûna helbestên bi rêzbend û kevnara qut kir. Lê bi saya piştgiriya hevjînê xwe ku ew jî helbestvan  û nivîskar e, herwiha mamostê xwe Salihê Heydo, ez fêrî kilasîkiyeta helbestê bûm. Bi xwendina hejmareke mezin ji pirtûkan û heldana pêşxistina aliyê xwe yê wêjeyî min gelekî xwe westan. Ez niha amadekariya çapkirina dîwaneke nû dikim û ew jî wê xwerû bi terzê kilasîk û asteke wêjeyî  ya bilind were nivîsîn. Ev berhema min jî piraniya mijarên helbestên wê li ser netewperweriyê ne û ji bo nirxandina wê jî ez ê radestî Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikim. ”

Fêrbûna zimanê kurdî

Helbestvana jin têkildarî  fêrbûna zimanê kurdî wiha got: “Bi destpêkirina şoreşa Rojava 0re êdî li Rojava gelê kurd vejîn da. Di wê demê de evîneke mezin ji şoreşê re hat dayîn, ji ber ku bi şoreşê re azadiya gelê kurd hat çirûsandin. Ez jî bi hezkirin û xwestekeke pir mezin tevlê xebata rewşenbîrî bûm û min xwe fêrî zimanê kurdî kir. Fêrbûna min ji zimanê kurdî re jî bi riya astên zimanê kurdî yên ku li nav taxan dihatin dayîn bû. Min di wê demê de 3 astên kurdî bi dawî kirin. Di odeyeke biçûk de ji hejmara xwendekaran rê tê de tunebû ku piraniya şagirtan jî jinên bi temen mezin bûn, me waneyên ziman didîtin. Frêbûna kurdî di wan astan de ji bo me serkeftina herî mezin bû. Di destpêkê de ji ber ku min nizanîbû bi kurdiya latînî binvîsînim, min helbestên kurdî bi tîpên latînî dinvîsandin û piştî ku ez fêrî latînî bûm, min helbestên xwe veguherandin kurdiya latînî.