Rojnameya Ronahî

‘Xwendin ramanê mirov û civakê dewlemend dike’

Hemza Sêvo/Qamişlo

Nivîskar Dijwar Axa da zanîn ku eger çanda xwendinê li cem civakê pêşketî be  ev yek tekez bi xwendinê ve girêdayî ye. Ji ber ku asta takekes û civakê bi riya xwendin û zanebûnê pêş dikeve. Her wiha li beramberî civakê  ji milê hêzên serdest ve qirkirina çandî tê meşandin. Lewma ji bona ku civak li ser piyan bimîne pêwîste ku pir bixwîne û xwe perwerde bike.

Çanda xwendinê bingeha rêveçûn û pêşketina her civakekê ye, geşbûn û paşmayîna wê ye, her wiha astengiyên derdikevin pêşiya wê li takekesên wê civakê bi giştî vedigere. Her wiha girêdayî mijara çanda xwendin û asta kêmbûna wê, nivîskar û rojnameger Dijwar Axa bersiva pirsên rojnameya me dan û naveroka hevpeyvînê jî wiha ye:

-Her ku deme derbas dibe pê re jî çanda xwendinê li cem civakê kêm dibe, gelo sedem ji vê yekê çi ye?

Di van salên dawî de êdî hin pirsgirêk û aloziyên xwendinê têne diyarkirin. Asta xwendina pirtûkan pir kêm bûye. Xwîner nema weke serdema berê radihêjin pirtûkan û wan dixwînin. Sedema sereke pêşketina teknîkê ya ku rê li pêşiya xwîner digre ji bo ku rahêje pirtûkê. Çi mijara ku mirov bixwaze bixwîne, di malpêrên enternêtê de hene, di xuleyekê de tişta ku mirov bixawze peyda bike, dibîne, ev yek bandorê li asta xwendinê dike. Bi vî awayî mirov nema xwe diwestîne, em dikarin bêjin ku dema wî namîne rahêje pirtûkê. Ji ber ku xwendina elektronîk ya bi riya mobail û laptopan pir bûye û ketiye cihê xwendina normal. Li aliyekî din jî bilindbûna buhayê pirtûkan jî dibe sedemeke sereke di warê kêmbûna çanda xwendinê de, buhayê pirtûkan herî kêm 50 hezar leyreyên sûrî ne. Buhabûna nirxê pirtûkan jî astengiyeke li pêşiya çanda xwendinê. Di heman demê de jî hin pirtûk hene ku temenê wan bi dolarên amerîkî ye, lewma jî civak nikare pirtûkên bi vî buhayî bikire û bixwîne

-Mirov çiqasî hewcedarî xwendinê ye, nexasim di vê dema pêşketina teknolojiyê de ku dema mirovan xistiye bin serweriya xwe?

Xwendin ji bo mirov tiştekî gelekî girîng e, pêdiviyek mezin bi xwendinê heye. Ger ku mûzîk ji bo canê mirov mîna xwarinê be, belê xwendin jî ji bo hiş, mejî û bîreweriya mirov weke xwarinê ye. Mirovê ku naxwîne, zanîna wî sînordar dimîne û mejiyê wî di qalibekî teng de dimîne, tişta ku ji malpêrekê an jî ji derdorê girtibe wê tenê di wê astê de bimîne. Lê eger mirov pirtûk xwendibin wê pêzanîn û asta wî ya zanînê pêşdebe. Ez weke nivîskarekî ku hejmareke baş ji pirtûkan min xwendiye, dema ku li deverekê biaxivim wê axaftinên min bi rêk û pêk bin. Eger ne wisa be ez ê axaftinên xwe dubare bikim, lewma her tim divê mirov bixwîne û xwe li pêş bixe. Xwepêşxistin li ser kesayeta mirov dimîne, çi rewşenbîr be an jî nivîskar, an jî xwendekar be. Xaleke din a girîng heye ku di nav civakê de bijîşk, endeziyar, parêzer û hwd… hene, ev bi giştî divê xwendinê tenê di qalibê pîşeya xwe de nemînin. Nimûne jê jî; eger bijîşkek hebe, zanîna wî bijîşkî tenê di sînorê bijîşkiyê de mabe; ew tiştekî ji bilî beşê zanista xwe nas nake û asta wî di wê çarçoveyê de dimîne.

-Ger ku çanda xwendinê li pêş bikeve an jî kêm bibe çi bandorê li cem civakê çêdike?

Pêşketina asta xwendinê û qelsbûna çanda xwendinê li ser civakê dimîne û takekes jî beşek bingehîn ji civakê ye. Takekes û civak berpirsên qelsbûn û başbûna asta xwendinê ne. Lawazbûna asta xwendinê gelek aliyên xwe yên neyînî hene, yek ji wan ew e ku civak bêçare dibe li pêşiya hemû waran. Civaka ku aliyê wê yê xwendinê û rewşenbîriyê kêm be, êdî li pêşiya bandorên derve vekirî dimîne li ber hişmendî û çanda cuda ku li ser wê civakê pişaftinê pêkbîne. Li aliyekî din jî wê ew civak û takekesên di hundirê civakê de rastî zor û zehmetiyan tên û ew civak bi giştî jihevxistî dimîne. Nimûne eger em bêjin mirovekî kurd mijûlî xwendinê nebe dîroka Kurdistanê, erdîngariya wê, ziman û çanda kurdî û hertiştê girêdayî kurdayetiyê nas neke, wê mirovekî mirî jê çêtir be. Li aliyekî din eger çanda xwendinê li cem civakê pêşketî be û takes bi xwendinê ve girêdayî be ewqasî civak û takekes dewlemend û hêzdar dibin.

-Şerekî taybet li ser çand û ziman tê meşandin, riya çareseriyê çi ye û pêwîste civak çi bike? 

Di van salên dawî de hêzên desthilatdar û hegemon, cureyekê nû ji bo pêkanîna serweriya li ser civakê dane meşandin ku ew jî şerê taybet yê dijî çandê ye. Ew şer jî bi riya pêşketina teknolojiya yê ye. Hêzên desthilatdar û mêtinger mijarên teknolojî weke amûreke serweriyê ji bo dagirkirina mejiyê mirov bi kar anîne. Tişta ku di roja îro de dibe li ber çavê hemû kesan e. Hêzên desthilatdar û serwer dixwazin çanda xwe bixin mejiyê te û nehêlin tu mijûlî çanda xwe bibe, bixwîne û li derdora xwe mêze bike. Herî zêde ev yek li Rojhilata Navîn û Mezepotamiya tê pêkanîn. Wekî ku em dazin çanda Rojhilata Navîn û Mezepotamiya navendên şarestanî, çand, ol, bawerî û zanînê ne, lê bêlê ev der ketiye bin bandora desthilatdariyê û şerê taybet yê ku li dijî çandê tê meşandin û dixwazin çanda herêmê tune bikin. Her wiha şerekî cîhanê yê 3’yemîn bi riya şerê çandî li ser xaka Rojhilata Navîn û Mezepotamiyayê hatiye destpêkirin. Heta ku şerê taybet yê li dijî çandê tê kirin bi dawî bibe, pêwîstiya civakê bi xweperwerdekirin, xwerêxistinkirin û xwendinê heye.