Rojnameya Ronahî

‘Şaredariyên demokratîk ji bo xizmeta gelan e’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb diyar kir ku li gorî hevpeymana civakê xebatên şaredariyê wê birêve biçin û got; Şaredariyên demokratîk wê ji bo xizmeta gelan bibe cihê çareseriyê.

Desteya Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser û nûnerên meclisên zagonsaz ên ji heft herêman pêk dihat di 12’ê kanûna de ji bo Hevpeymana Civakî li hev civiyan. Di encama civînê de 134 xalên Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin erêkirin. Herwiha di guhertinên dawî yên ji bo Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sîstemên nû ji bo şaredariyan li gorî hevpeymana civakî hatin avakirin. Piştî erêkirina hevpeymana civakî ya ku ji 134 xalan ve pêk dihat û li gorî biryara sêyem ya di madeya 109`an de sîstema Şaredariyan veguherî sîstemeke demokratîk. Ev guhertin jî wê li gorî vê yekê be.

1-Şaredarî li gorî yekîtiyên şaredariyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin bike.

2-Meclisa Şaredariyan û hevserokê wê he 2 salan carekê ji hêla gel ve tên hilbijartin.

3- Şaredarî di meclisên gel û meclisên rêveber ên meclisan de nûnertiya xwe dikin.

4-Şaredarî di xebatên xwe de, xwe dispêrin demokrasiya rastrast.

5-Şaredarî bi riya koordînasyonekê ku ji hêla meclisa yekîtiya şaredariyên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tên hilbijartin, koordîneyê di navbera xwe de dikin.

Derbarê sîstema kar û xebatên Desteya Şaredariyan li gorî hevpeymana civakî Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb ji rojnameya me re axivî.

Silêman Ereb diyar kir ku şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê xwe li gorî yekîtiya şaredariyên demokratî birêxistin bike û wiha got: “Di madeya 109`an ya hevpeymanê de, bi taybet ji bo şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwe li gorî sîstema yekîtiya şaredariyên demokratîk xwe bi rêxistin dike. Di heman demê de, endamên meclisa şaredariyan û hevserokên şaredariyan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rasta xwe ji aliyê gel ve têne hilbijartin, herwiha ev meclis û hevserokên şaredariyan nûnertiya xwe di nava meclisên cîbcîkar û yên teşrîiya gelan de dibînin, li gorî vê yekê jî xweseriya xwe diparêzin. Berî niha jî di nava sîstema Rêveberiya Xweser de, girêdana şaredariyan bi meclisên kanton û bajaran re gelekî zêde bû, rêveberiya wê û meclisa wê, nûnerên wêbûn, ev bi encûmena cîbcîkar ya her herêmekê re jî girêdayîbû. Lê şêweyê sîstema nû wê xweseriya şaredariyan bê avakirin, her kantonekî jî wê yekîtiya şaredariyên demokratîk were avakirin û nûnerê van yekîtiyan jî di meclisên gelan de cih bigirin.”

Li gorî hevpeymana civakî xebatên şaredariyê wê birêve biçin

Silêman Ereb di berdewamiya axaftina xwe de da eşkerekirin ku heta niha jî sîstemekî rêveberî heye şaredarî jî alîk ji vê sîstemê ye û wiha got: “Heta niha jî sîstemekî Rêveberî û girêdanekî saziyên di nava Rêveberiya Xweser de heye, em jî parçek ji vê sîstemê ne, hem komîteya Şaredariyan li kantonan û Desteyên Şaredariyan di nava cîbcîkar de, girêdana wê bi meclisan re ye. Herwiha ji bo ku em valahî û kirîzekê jiyan nekin, di 18`ê vê mehê de civînek hat lidarxistin, di vê civînê de me şêwazê nû bi demikî ragihand, di heman demê de yekîtiya şaredariya ya kantona cizîrê hat avakirin. Ji xwe xebatên me wekî şêwazê berê, biryarên tên dayin tê meşandin, lê ji niha û şonde em ê ber bi sîstema nû ve diçin, ev yek wê bê meşandin hetanî lidarxistina hilbijartinan û hilbijartin jî wê bibe cihê biryarê. Lewra di demên pêş de, wê civînên me li gorî sîstema yekîtiyê û Hevpeymana Civakî birêve biçin.”

‘Şaredariyên demokratîk ji bo xizmeta gelan e’

Silêman da zanîn ku şêwazê nû wê daxwazên gel pêk bîne û wiha got: “Em dixwazin şaredarî bibe sîstemekî demokratîk, sîstemekî ku rastrast xwe bingeh bigire û karibe biryarên xwe li gorî berjewendiyên gelê xwe ragihîne, di heman demê de, xweseriya wê ya darayî û rêveberî were parastin, ev yek dibe sedema ku şaredarî bêtir di aliyê xizmetê de kar bide meşandin. Em jî di wê baweriyê de ne ku heger hêz ji bo şaredariyan hat dayîn, wê xizmeta civakê zêdetir bê kirin. Ji ber sîstema navendî ya ku hebû, biryar û destwerdanên ji bo xebatên şaredariyan dihate çêkirin bandorekî neyînî li kar û xebatên şaredariyan dikir, ji bo wê em bawerin ku sîstema nû her wê demokratîktir be û wê pêdiviyên civakê pêk bîne. Ji xwe herî dawî me reşnivîsa zagonên şaredariyan di civîna xwe ya dawî de nîqaş kir, niha jî di nava nîqaşê de ye, ku wê her şaredariyek çawa xwe bi xwe rêxistina xwe ava bike.”

 Avakirina civakeke demokratîk

Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb axaftina xwe wiha qedand: “Em li pêşiya pengavekî gelekî girîngin, bi taybet hemû kesên ku niha di nava xebatên şaredariyê de cih digirin, gel bi xwe ye, ew kes jî dixwaze rolekî ji bo ximet û nûnertiyeke rast bide meşandin. Herwiha kesên pispor di vê xebatê de, em bang wan dikin ku tevlî hilbijartina bibin, hem ji bo ku ew guhertin û veguhertinên gelekî girîne ku wê pêşeroja gelên me û rewşa xizmeta bajar bide diyarkirin, ji bona wê em bengewazî her kesî dikin ku bi rol û misyona xwe rabin. Ji ber şêweyê demokqrasiyê ewa ku civakê ber bi jiyanek baştir bibe û ava bike.”