Rojnameya Ronahî

‘Bi ramanên Rêber Apo ciwan ber bi azadiyê ve dimeşin’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Jinên Ciwan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ser ziman ku ev 25 sal in ku Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide. Herwiha ciwanên jin dan tekezkirin ku ciwanên cîhanê bi firir û felsefeya Rêber Apo ber bi azadiya wî ya fîzîkî ve dimeşin.  

Ji 10’ê Cotmeha sala 1998’ê heta 15’ê Sibata 1999’an hêzên desthilatdar yên cîhanî revandina Rêber Apo kiribûn armanca xwe ya sereke. Di encama pilanê wan de jî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi hevkariya istixbaratên cîhanê weke SIA ya Amerîkî û MITA ya dewleta Tirk a faşist hat revandin.

Herwiha ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha tecrîdeke giran li ser tê feriz kirin. Bi bêdengiyeke cîhanî ji Adara 2021’ê de  tu agahî ji Rêber Apo nehatine girtin.

Têkildarî Komploya Navneweyî ya li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî jinên ciwan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rojnameya me re axivîn.

‘Felsefeya Rêber Apo gelên bindest dan hişyarkirin’

Mîdiya Miqted da zanîn ku Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe gelên cîhanê yên bindest hişyar kir û wiha got: “Ev 25 sal li ser Komploya Navnetewî ya ku li dijî ramanwarê kurd Rêber Apo hat meşandin re derbas dibe. Di heman demê de ev bûye 25 sal in ku Rêber Apo di nav zindana Îmraliyê de berxwedaniyeke mezin dike. Ew bi fikir û felsefeya xwe li dijî hêzên serdest yên ku gelan dikin kole, xebatê dike. Em dizanin ku sedema hilweşandina hemû şoreşên kurdan ji ber siyaseta impratoriyeta Osmanî ya qirêj bû. Di dema  niha de jî ji ber peywendiyên dewleta Tirk a faşist bi hêzên komploger re, Rêbertî da girtin. Sedem ew bû ku Rêber Apo xwediyê pirojeya Netewa Demokratîk a ku ji bo gelên bindest riya çareseriya azadiyê bû. Bi saya ramanên Rêber Apo jî gelên bindest hatin hişyarkirin ku êrdî pêwîste civak li dijî serdest û kesên ku dixwazin gel kole bikin, têkoşînê bikin. ”

 ‘Xebatên ku îro ciwan dikin, bi saya Rêbertî ye’

Nûçeghana Ajansa Jinnews’ê, Mîdiya Miqted destnîşan kir ku xebatên ciwanan bi saya felsefeya Rêber Apo ye û wiha axivî: “Bi destpêkirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re, êdî gel, ciwan û Gerîla bi pêşengtiya Rêber Apo, li dijî deweleta Tirk xebateke şoreşgerî hat destpêkirin. Herî zêde jî ciwanan xwe bi rêxistin kirin û li hember dagirkeriya Tirk serî hildan. Ger îro em binerin, dê bibînin ku li Qadên berxwedanê şerekî dijwar li dijî dewlta Tirk a dagirker tê kirin. Herwiha piraniya yên ku vê berxwedaniyê didin meşanidin ciwanên kurd in. Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê ciwanên me ji mafê xwe bêpar bûn, digha astekê ku nikarîbûn gotineke jî bi kurdî bilêv bikin. Li Rojava, piştî şoreş dest pê kir, êdî ciwanên Rojava xwe hîn zêdetir xwe bi rêxistin kirin û gavên mezin avêtin pêş. Ev xebata ku hat kirin û hîna jî li ser asta cîhanê didome bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo. ”

‘Ciwanan gavên serkeftî û mezin avêtin pêş’

Hêva Bekir diyar kir ku hemû ciwan bi ramanên Rêberê kurd Abdullah Ocalan gavên serkeftî li ser asta  cîhanê avêtin û wiha anî ser ziman: “Niha pêngaveke mezin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi durşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadiya ji pirsgirêka kurdî re çareserî’ li ser asta cîhanê tê berdewamkirin. Herwiha gelê kurd û tevahiya gelên cîhanê bi daxuyanî, meş, civîn û hwd… ji bo  azadiya fîzîkî û bi destxistina mafê gelê kurd xebateke bêhempa dikin. Di heman demê de ev çalakiyên ku li ser asta cîhanê tên kirin jî bi pêşengtiya ciwanan e. Di heman çarçoveyê de jî konfransa ciwanên cîhanê li paytexta Ferensayê hat lidarxistin. Bi vî awayî hemû ciwanên cîhanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo karîbûn gavên mezin û serkeftî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biavêjin pêş. ”

‘Divê ciwan bi felsefeya Rêber Apo têkoşînê bidomînin’

Endama Kordînasiyona Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêva Bekir anî ser ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo newe bidestxistin, wê rihetî nekeve rihê ciwan û wê tê koşînê berdewam bikin û wiha got: “Me weke tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi vîna xwe li ser bingeha ramanên Rêber Apo li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Çima Rêbertî  wateyeke pir mezin dide ciwanan? û çima dibêje me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin? Rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan hêza herî mezin ya ku di nav civakê de dibîne, ciwan in û ew vê gotina xwe, baweriya xwe ya ku daye ciwanan tîne ser ziman. Ji ber vê yekê jî em weke ciwan divê layîqî baweriya ku Rêvertî daye me û azadiya Rêberê xwe bi dest bixin, divê bi fikir û felsefeya wî em têkoşîna xwe berdewam bikin. ”