Rojnameya Ronahî

Yê min nas neke, ez jî wî nas nakim

Zozan CIZÎRÎ

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî îsal jî li piraniya bajarên Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur ên girseyî hat pîrozkirin. Di hemû daxuyaniyan de gelê Kurd israra xwe ya ji bo parastina zimanê kurdî eşkere kir. Her wisa daxwaza ku divê êdî zimanê kurdî ji aliyê dewletan ve wek zimanek fermî were naskirin destnîşan kirin.

Pir balkêş e îro ji 40 milyonan zêdetir însanên Kurd bi zimanê Kurdî diaxivin, lê wekî dewletên ku welatê me Kurdistan dagir kirine dewleta Sûriyê, Tirkiyê û Îranê hîna zimanê kurdî wek zimanê gelekî fermî nepejirandine. Di dibistanên girêdayî van dewletan de mafê tu Kurdekî/ê nîn e bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive û bixwîne. Ji bo wê siyaseta qirkirin û bişaftinê sed sal in bi rêbazên dijminane li ser ziman, çand, nasname û giştî hebûna gelê Kurd ferz dikin. Belê hêzeke ku zimanê te qebûl neke, bêrêziya herî mezin destpêkê li hemberî dayîka te dike. Û kî dikare qebûl bike ku hinek bêrêziyê li hemberî dayîka wî/wê bikin?

Li vir hêja ye mirov kevanekekê veke û pendeke balkêş a mamosteyê nemir Mûsa Enter destnîşan bike. Di dadgeha dewleta Tirk de Apê Mûsa wek zanyarekî Kurdperwer û bi xwe bawer li hemberî pirseke dozger dibêje, “Eger zimanê min ê dayîkê hîmên dewleta te dihejîne, tê wateya te dewleta xwe li ser zeviya min lê kiriye!” Bi vî awayî Ew sîstema daraza dewleta Tirk bêminet dike, dixe ber lêpirsînê û pûç dike.

Fikra ku em ji dersdarê xwe yê mezin Apê Mûsa digirin; hebûna Kurd û Kurdistanê heqîqeteke civakî ye û nabe were înkarkirin. Gelê Kurd hîn navê yek ji van dewletên mijara gotinê jî nebû, her hebû û wê her hebe. Mirov ku bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne, binivîse û fêrî zanista xwe ya civakî bibe, mafekî herî rewa yê însanî ye. Helwesteke exlaqî û civakî ye. Ev maf çawa ji bo her gelekî derbasdar e, ji bo me Kurdan hîn zêde derbasdar e. Di vê wateyê de girîng e em vê carê berê pirsên xwe biguherin û wek helwesteke civakî bibêjin, “ew dewleta min nas nake, ez çima wê nas bikim!” Jixwe yek ji van dewletên dagirker ên li ser erdên Kurdistanê, bi xwestek û erêkirina gelê Kurd nehatiye damezrandin. Wê çaxê destpêkê hebûna van dewletan a li ser erdê Kurdistanê ne rewa ye, ne jî fermî ye û ji nîqaşê re vekiriye.

Ji bo wê şert e her Kurdek mala xwe bike dibistan û ji dewletan bêminet zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bike. Ango her malek divê bibe dibistaneke dayîkê û vê rolê herî zêde jin û dayîk dikarin pêk bînin. Elbet sazî, mamoste û kedkarên zimanê kurdî wê cardin hewl bidin zimanê kurdî li ser asta cîhanê bikin zimanek fermî, lê ji bo vê şert e malbat destpêkê ji bo rûmet û kerameta xwe ya civakî qîma xwe pê neynin ku zarokên xwe li ber deriyê dibistanên sîstema dagirkeriyê bigerînin.