Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê li Zanîngeha Rojav panêlek hat li dar xistin

21/02/2024
in NÛÇE
A A
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê li Zanîngeha Rojav panêlek hat li dar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Zanîngeha Rojava û Saziya Zimanê Kurdî bi boneya Roja Zimanê Dayikê li hola zanîngehê ya bajarê Qamişlo panelek li dar xistin û tê de li ser zimanê dayikê senîner û nirxandin hatin kirin.

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, zanîngiha Rojava û Saziya Zimanê Kurdî panêlek li dar xist. Panêl bi tevlîbûna endamên saziya zimanê kurdî, endam û xebatkarên zanîngiha Rojava û kesayetê oldar hat birêve birin.

Di destpêka panêlê de, deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawistandin. Piştre Şêx Murşid Elxiznewî li ser zimanê cîhanî û bi taybet li ser zimanê kurdî nerxandin kir û got: “Ser bilindayî ye ku em niha bi rehetî bi zimanê dayikê ya kurdî di axivin. Her wiha di dema rêjîmê da, tirsekî mezin hebû ku kes nikarîbû bêje ez kurdim, ev ne haqî bû ku li ser mirovan destheledariyê dimeşandin û wan dûrî ziman û nasnemeya wan dikirin. Lê em dibînin ku îro bi hêzekî pir mezin kurd bi ziman û nasnemeya xwe bê tirs xwe didin naskirin. Mafê tu kesî tune ye ku ziman xwe li ser keseke din bide ferizkirin. Her kes zimanek, çandeke wê heya. Di herî dawî de ziman diyarî ye û pêwîsta ku em bi vê diyariyê ve girêdayî bin û biparêzin.”

Di heman çarçoveyê de nivîskar û helbestvanê kurd Diyar Bohtî da zanîn ku ziman nasnemeya mirove û wiha got: “Her kes bi zimanê xwe tê naskirin, kesên bi kurdî diaxivin dibêjin wan kurd, kesên erebî diaxivin dibêjin wan ereb. Ziman dihêle ku nasnema mirov çêbibe. Gelê kurd beriya şoreşê bindest bûn ku nikarîbûn bi nasnemeya kurdîtiyê tev bigerin, her dem bi tirs jiyan dikirin, tune bûm. Em niha bi zimaê dayika xwe bi serfirazî diaxivin. Pêwîste tu kes zimanê xwe kêm nebîne, xwepişaftinê jiyan neke ku êdî tune bûne xwe ne de diyar kirin ji dewletên desthiledar re. ”

Di heman çarçoveyê de  Salih Heydo û Beşîr Mele Newaf li ser zimanê kurdî çend helbest xwendin.  Herwiha li ser zimanê kurdî û siyasetê Samî Fetah sem/nerek da û nirxandin kir.

Post Views: 49
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.