Lîloz Hisên/Qamişlo
Piştî ku QSD’ê bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, gavên pir girîng hatin avêtin. Rêveberiya Xweser bi alîkariya şîniyên bajêr dikarîbin di nava 8 salan de di hemû qadan de serkeftinê qezenc bikin.
Bajarê Tebqa piştî avakirina Bendava Firatê ji bo pêşwaziya karmendên bendavê hate avakririn. Bajarê Tebqa dikeve aliyê qeraxa rastê ya Çemê Firatê li kêleka bendavê ye, 55km dûrî bajarê Reqa ye ji aliyê rojava.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Tebqa dagir kir, hemû cureyên işkenceyan li ser şêniyan hat meşandin. Piştî bangewaziyên domdar ji hêla şêniyên bajar ji bo rizgarkirina wan, Hêzên Sûriya Demokratîk di 22’ê Adara 2017’an hemleya ’Xezeba Firatê’ ji gundewarê bakur dest pê kir.
Di encamê de şerekî giran rû da bi çeteyan re ku 48 rojan berdewam kir, ev şer bi serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk di dîroka 10’Gulana 2017’an bi dawî bû û tevahî kantona Tebqa û bendava Firatê hate rizgarkirin.
Piştî rizgarkirinê rasterast, şênî bi tevlîbûna saziyên sivîl dest bi sererastkirina bajar kirin, Rêveberiya sivîl ya Tebqa 11 komîteyên xizmetguzarî aktîv kir ji bo karûbarên gel yên aliyê xizmet û aborî bimeşîne. Piştî bidawîbûna xebatên sererastkirinê, sazî, komîn û mecalisên herêmî li bajar û gundan hatin avakirin, da ku 315 hezar û 403 şênî ji kurd, ereb û suriyan vegerin bajarê xwe.
Rewşa xizmetguzarî
Ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî li kantna Reqa, 9 şaredarî li bajar û gundewarên wê hatin vekirin, ku 19 stasyonên avê vegerand xizmetê. Gelek projeyên xizmetguzarî hatin pêkanîn, rê hatin sererastkirin, projeyên ronîkirina riyên sereke û 11 çerxerê di riyên sereke de hatin çêkirin, ji bo zêdekirina cihên keskayî parkên giştî hatin vekirin ji hêla şaredariya gel.
Di aliyê fêrkirin û perwedeyê de xwendevanên bajarê Tebqa 4 salan ji xwendinê pê par mabûn, ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê gelek dibistan veguherandibûn xalên leşkerî û zindan, DAIŞ’ê di dema kontrolkirinê de zêdetir bal dikşand li ser aliyê hizir, ku hizrekî xwînê di nava ciwan û zarokan de çandibû û jin ji fêrkirinê dûrxistibû. Piştî ku bajarê Tebqa hate rizgarkirin, desteya fêrkirin û perwerdê 238 dibistan vegerandin xizmetê.
Di aliyê tenduristî de komîteya tenduristiyê di sala 2017’an de hate avakirin, gelek proje hatin pêkanîn ji bo pêşxistina aliyê tenduristî di bajar de.
Di aliyê çandinî û pîşesaziyê de çandinî ji giringtirîn sektorên kantona Tebqa ye, ji ber nêzîkbûna çem Firatê ye, di nava erdên wê de hemû zeviyên weke pembo, ceh û genim li gel Sebze, nîsk û darên fêkiyan tên çandin.
Di aliyê çandî de desteya çand û hunerê li bajarê Tebqa di sala 2017’an de dest bi kar û xebatan kir, navenda çandê di sala 2018’an de ji nû ve sererast kir, li gel vekirina navenda çandî li bajarokê Cirniyê, mudîriyeta Turîzmê û Parastina Şûnewaran û vekirina cihên şanoyan di nava navnenda Çand û Hunerê li Tebqa sala 2022’an ku ji mezintrîn şanoyên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hesibandin.
Rewşa jinê
Piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ji bajarê Tebqayê re, jin rewşeke bi êş jiyan kir, biryarên tund û kiryarên tijî zilm û zordarî li ser dihat ferzkirin û ji mafê xwe yên bingehîn hatin dûrxistin û rola wê di warên jiyanê de hate paşguhkirin. Di dema DAIŞ’ê de cil û bergên reş li jinê kirin, derketina bi tenê, fêrkirin, karkirin û beşdarbûna di jiyanê de bê par ma. Li ser jinê awayên tundiya derûnî û fîzkî hate pêkanîn, di nav de zewaca bi zorê, koletî û weke sebî di sûkan de dihat frotin di çarçoveya tunebûna parastina qanûnî û civakî. Di riya van binpêkirina hewildan ku kesayeta jinê biçewisînin û rola wê bi giştî ji holê rakin, lê piştî rizgarkirina bajarê Tebqa ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîtiyên Parastina jinê di sala 2017’an de, veghuertineke di jiyana jinê de hate kirin, êdî jin beşdarî hemleyên rizgarkirinê bûn, tevlî avabûna YPJ bû weke hêzeke xweparastinê ji bo parastina sivîl û destkeftiyan, vê yekê hişt ku roleke wê ya giring di warê leşkeî û pêşengtiyê de çêbibe.
Dema rizgarkirinê
Piştî rizgarkirina bajarê Tebqa ji çeteyên DAIŞ’ê jinê dest bi rêxistinkirina refên xwe kir di nava tevgerên jinan û saziyên sivîl de, bi armanca xurtkirina rola jinê ku roleke bingehîn di avakirina civakê de bilîze, ev jî bi piştgiriya Rêveberiya Xweser û pernesîbên wê yên demokrasî, lewma jî jin beşdarî çêkirina biryarên siyasî û îdarî bû, di nava xebatên civakî, aborî û çandî, di mecalisên herêmî û şaredariyan de cih girt herwiha tevgerên jinan weke Kombûna Jinên Zenûbiya hate avakirin ku karîbû bibe dengê jinê êş û xeyalên wê bighîne cihên cûr bi cûr.
Jinê kantona Tebqa bêdengî û tirsa di nava xwe de şikenand, tevî zehmetiyên li hemberî jinê derdikeve, adetên kevin yên civakê û bermahiyên fikra tundraw ku bi riya berxwedanê îsbat kir ku kare guhertinê di nava xwe û civakê de çêbike. Îro jinên Tebqa bi îradeyeke xurt rêya xwe berdewam dike, hewil dide nirxên edalet û wekheviyê di civakê de belav bike, bi awayekî çalak ji bo avakirina pêşerojeke bi ewle ji bo jinan xebatan dikin, jinên kantona Tebqa îro nimûneya têkoşînê ne, ku ji rastiya koletî û zordariyê veghurî pêşeng û rêveber di gelek waran de, têkoşînê didomîne ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe, alîkare di avakirina Sûriyeke demokratîk ku tê de mafê hemû sûriyeyan bê cudahî misoger bike, li gorî destûreke berfireh tê de maf jinê yên siyasî leşkerî û civakî misoger bike.