Argêş Vîyan/Qamişlo
Bendava Tişrînê bû kelha berxwedanê ya dîrokî ku armanca Enqereyê ya têkbirina Rojava, binxist. Li gel êrîşên esmanî û bejayî jî berxwedana Tişrînê rê neda û veguherî barîna berxwedana gel. Çalakiya nobedê ya ku gelên Kurd, Ereb, Asûr, Ermen û Tirkmen li dijî êrîşan dabûn destpêkirin, di roja 118’an de bi serkeftinê tacîdar bû..
Dîrokekî têr û tijî berxwedan Bendava Tişrînê
Piştî ketina hikumeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirin; bi taybet bajarê Minbicê û Kantona Firatê kirin armanca êrişên xwe. Di 8`ê Kanûna 2024’an de dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Minbicê dagir kirin. Dagirkeran piştre jî bi tank, top, balafirên şer ên bêmirov, obîs, mûşek û hawanan berê êrişên xwe dan Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê. Ji bo aştiyeke domdar û azadîyeke ku her kes cihê xwe di navde bibîne, bi hezaran ji gelê Rojava li Bendava Tişrînê cih girtin û gelê Bakurê Kurdistanê jî li ser sînorên Bakurê Kurdistanê piştgiriya gelê Rojava kirin. Berxwedaneke piralî ye ku gelê kurd dida meşandin, piştgiriyeke piralî ji gel û şervanan re hat kirin. Bi têgihiştina berpirsiyartiyên demê, gel bi keç, xort, kal û pîrên xwe berê xwe dane Bendava Şehîdan. Bi têgihiştina ku ev dê bibe xeleka dawî ji xelekên ber bi serkeftinê ve, her kes kete nava liv û tevgerê. Dayikan dema ku berê xwe didane bendavê, ev yek mîna erkekî dîrokî û wijdanî didîtin û di kêliyên herî zor de jî li gel şervanên xwe bûn û di şerê hebûnê de cihê xwe girtin. Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de gelekî girîng in. Pira Qereqozaqê li ser rêya M4 a navdewletî ku herdu aliyên çemê Firatê bi hevre girê dide dikeve û ji bo bazirganiya herêmê jî girîng e. Bendava Tişrînê jî pêdiviya piraniya kehrebê ya Kantona Firatê û Minbic, beşek Heleb û hinek deverên Tebqayê û Cirîzê pêk tîne. Dîsa ji bo çandiniyê jî çavkaniyek sereke ye. Ji bilî van taybetmendiyan herdu dever ji bo ewlekariya herêmê di asta stratejîk de ne. Li gorî pisporan, hêzên ku li van deran serwer bibin, wê karibin tevahiya Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî kontrol bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî, dema HTŞ’ê berê xwe da Şamê, bi van hesaban xwest Tişrîn û Qereqozaq dagir bike û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Rayedarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe ev yek eşkere dikirin.
Çi li bendava Şehîdan hat jiyankirin?
Di wan 118 rojan de çi qewimî? Werin em bi hev re bi bîr bînin… Bi ruxandina rejîma Baas re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Bi taybet Minbic û Kantona Firatê bûn armanca sereke ya van êrîşan. Di 8’ê Kanûna 2024’an de Minbic ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Piştî van êrîşan Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê bi tank, obus, balafirên şer, balafirên bêmirov, fuze û hawanan hatin armancgirtin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li navenda bajarê Minbicê û gundewarên wê li dijî sivîlan komkujî pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker ku bi van êrîşan xwest yekîtiya gelên ku bi salan e bi hev re jiyan dikin têk bibe, piştre êrîşên xwe yên li ser gundên Tişrîn, Qereqozaq, Sirîn û Kobanê berfireh kirin. Di navbera 5 û 10’ê Kanûna 2024’an de li Minbicê û derdora wê 19 hemwelatî şehîd ketin û 4 jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ne fermî, hejmara kuştiyan zêdetir bû. Di navbera 8’ê Kanûna 2024’an û 9’ê Sibata 2025’an de li bejahiya Eyn Îsayê 24 sivîl hatin qetilkirin. Li bejahiya Kobanê û bajarê Sirînê, di encamê de 33 welatiyên ku di nav wan de rojnamevan, zarok û jin, kal û pîr hebûn jiyana xwe ji dest dan û 12 welatî jî birîndar bûn.
Berxwedana bêhempa ya gel û şervanên azadiyê ya 118 rojan
Dema gel êrişên dagirkeriyê dîtin, di çaxekî de ku êriş dijwar bûn û ti alî bawer nedikir ku vîna gel di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi vî qasî deng vede, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Êzidî 8`ê Çileyê li Bendava Tişrînê hatin cem hev û li wir bi navê “Berxwedana Bendava Şehîdan” destanên lehengiyê xêzkirin. Çalakvanan li gel sermaya zivistanê, di 15`ê Sibatê, 8`ê Adarê, 15`ê Adarê, Newrozê û cejna Remezanê li ser bendavê pêşwazî kirin. Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xwedî li destkeftiyên Şoreşa Rojava derket û li dijî van êrîşên hovane piştgirîdana şervanên azadiyê li ber xwe didin û bê didulî berê xwe dan bendava Şehîdan. Xwedî derketina gel a li şervan û destkeftiyên Şoreşê mirov dikare di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de binirxîne. Gel jî xwe ji vî şerî cuda nabîne û dizane ev şer wê qedera wan û herêmê diyar bike. Lewma tevî hemû êrîşan bi îradeyek xurt kom bi kom berê xwe dan Bendava Şehîdan. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca çavê gel bitirsîne, îradeya wan têk bibe, di warê pskolojîk de bandorê li ser şarvanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çêke bi zanebûn û plankirî êrîşî xelkê sivîl kir. Çapemeniya Azad gelek caran dîmenên van êrîşên hovane bi raya giştî re parvekir û rûyê reş ê dewleta Tirk a dagirker aşkere kir. Di dîmenan de pir aşkere tê dîtin ku dewleta Tirk sûcê şer dike. Ev êrîşên li dijî xelkê sivîl bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Lê dewleta Tirk van peymanan û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ev li gorî Peymana Cinewreyê û qeydên hiqûqa navneteweyî divê dewleta Tirk ji ber van sûcên xwe yên şer di qada navneteweyî de bê darizandin. Lê, ji ber ku berjewendiyên hêzên navneteweyî ketiye pêşiya hiqûqa gerdûnî îro ev sûcên tên kirin jî bê ceza dimînin. Ji 8`ê Çileyê heta 5`ê Gulanê ji Kantona Firatê 8, ji Kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê 7 û ji Kantona Cizîrê jî 19 komên cuda tevlî çalakiya nobedariya bendavê bûne. Gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û saziyên xwe ve, tevlî berxwedana bêhempa ya 118 rojan bûn. Çalakiya nobetê di 8’ê Çile de dest pê kir. Gelên ku êrîşên dagirkeriyê ji nêz ve dişopandin, di 8’ê Çile de, di demeke ku êrîşên herî dijwar bûn û kes li bendê nebû ku vîna gel di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ewqas xurt derkeve holê, bi pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî û Êzidî li bendava Şehîdan hatin cem hev û destana vîn û berxwedanê nivîsandin. Ji 8’ê Tîrmehê heta 5’ê Gulanê ji Kantona Firatê 8, ji Kantonên Tebqa, Reqa, Dêrezorê 7 û ji Kantona Cizîrê 19 komên cuda beşdarî nobeta berxwedanê ya li bendavê bûn.
Hejmara şehîd û birîndarên Bendava Tişrînê
Di berxwedana ku 118 rojan de 331 şervanên QSD û YPJ’ê û di encama êrişên esmanî yên balafirên dewleta Tirk a dagirker û 30 welatiyên ku di nava wan de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend jî hebûn şehîd bûn û 240 welatî jî birîndar bûn. Rojnamevan Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Egîd Roj (Şervan Sîdo,) Şanoger Bavê Teyar (Cuma Xelîl Ibrahîm,) Rêhener Kefo Osman, Endamên Meclisa PYD’ê Menîce Heyder û Mihyedîn Omer û Mizefer Mihemed, Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Ebdulqadir Ibrahîm, Endamên HPC’ê Hezna Ebdê û Mihemed Şefîq Ismaîl, Hêza Mistefa û hevjînê wê Edhem Mistefa Elî, Osman Ibrahîm, xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Mihemed, Endamên Desteya Tenduristî Lînda Şelebî û Osman Ibrahîm, Endama TEV-ÇAND ya Hîlala Zêrîn Diyala Mihemed, Silêman Azad, Ferhan Şêx Hesen, Zozan Fêsel Hemo, Elî Şaşo Ebas, Emar Derwêş Hesen, Kurdo Necdet Bozo, Mihemmed Xelîl Hemo, Mihemed Mehmûd Şefîq Ismaîl, Mihyedîn Hesan Emar, Mistefa Mehmûd Cimo, Mizafer Mihemed Remedan.
Hewildanên bêdengkirina ragihandina rastiyan
Di encama êrîşên esmanî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gel de, di Berxwedana Serdemê ya Tişrînê de 26 welatiyên ku di nav de rojnamevan, siyasetmedar, rêveber û hunermend jî hene şehîd bûn û herî kêm 240 kes jî birîndar bûn. Rojnamegerên ku êrîş û geşedanên li herêmê dişopandin bi şervanên li eniyên şer re hewl dan rastiyê ragihînin. Di vê pêvajoyê de di 19’ê Kanûna 2024’an de nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan li ser rêya Bendava Tişrîn û Sirrînê di encama êrîşa esmanî ya dewleta dagirker de şehîd bûn. Rojnameger Egîd Roj jî di 15’ê Sibatê de dema ku li bendava Tişrînê berxwedana gel dişopand û hewilda ku rastiyan bigihîne cîhanê, di encama bombebaranên balafirên artêşa Tirk a dagirker şehîd ket. Herwiha di Berxwedana Serdemê ya Bendava Şehîdan de bi dehan rojnameger jî birîndar bûn.
Berxwedana dîrokî ya 118 rojan serkeftin bi dest xist
Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hundir û derveyê Sûriyê ji bo helwestgirtina li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rawestandina êrîşan gelek peywendî danîn. Di encama van xebatan de di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Şamê Ehmed El Şara de peymanek ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin. Di xalan de nûnertiya wekhev a bawerî û nasnameyên niştimanî yên gelê Sûriyê, dabînkirina xizmetguzariyên ewlekarî û giştî, vegera bi ewle ya koçberan, rawestana li hember axaftinên nijadperestiyê û helwestên ku dê nakokiyan derxînin û misogerkirina agirbestê li seranserê welat. Di encama nobeta gel û berxwedana dîrokî ya şervanan de êrîşên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê hatin rawestandin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 5’ê Gulanê de û piştî berxwedaneke bêhempa û serkeftî bi daxuyaniyekê dawiya nobeta li bendava Şehîdan ji raya giştî re ragihand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev pêvajo bi ser ketiye û hat destnîşankirin, ku têkoşîna li dijî her cure êriş û gefan wê bidome.
Bi gelek stran û awazan berxwedana bendava Şehîdan hate vegotin
Hêjayi gotinê ye ku Berxwedana Bendava Şehîdan coş û kelecaneke bê sînor da tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jî hunermend, nivîskar û rewşengîr û gelek stran, beste û helbest li ser berxwedana gel hatin nivîsandin û gotin. klîba bi navê “Bendava Me Ye” ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye amadekirin û bi derfetên kêm li bendavê hatiye kişandin, yek ji van stranan bû. Di klîbê de kêliyên taybet ên di nobeta berxwedanê de hatin kişandin. Her wiha klîbên berhemên “Guje Çemê Me”, “Bendava Berxwedanê”, “Li Binxetê” û “Bendava Lehengan” yên Hunergeha Welat û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) li bendavê hatin kişandin û kêliyên pir germ û bi wate hatin jiyan kirin.