Rojnameya Ronahî

ziman û nasnameya berhemên wêjeyî

Kemal Necim

Piştî çend rojên din, ango 21`ê sibatê emê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê pîroz bikin. Bi vê boneyê mijareke ku berê bûye cihê gengeşeyê dîse tê bîra mirovan, mijar jî arîşeya têkiliya di navbera ziman û nasnameya çandî de ye, pêve girêdayî nasnameya wêjeya ku ne bi zimanê dayikê hatiye nivîsîn e, û gelo em dikarin bêjin ku wêjeya nivîskar û wêjevanên Kurd bi zimanên biyanî nivîsîne wêjeya Kurdî ye, yan em çawa dikarin vê arîşeya nasmeyê diyar bikin.

Têkiliya ziman û nasnameyê resen û kûr e, ji ber ku ziman pêkhateya herî girîng û kûr a nasnameyê ye.

Nivîsîna bi zimanên biyanî ne arîşe û pirsgirêka nivîskarên Kurd bi tenê ye, lê belê di pêvajoyên dîrokê de pir nivîskar û wêjevanên bi nav û deng bi zimanên biyanî nivîsîne. Weke mînak Joseph Conrad bi eslê xwe Polonî ku bi îngilîzî dinivîse, û Vladimir Nabokov bi eslê xwe rûsî ku hem bi rûsî û hem jî bi îngilîzî dinivîse, Herwiha Samuel Beckett, nivîskarê îrlandî yê piştî zimanê xwe yê zikmakî ku îngilîzî ye, niha bi zimanê fransî dinivîse.

ji bo Kurdan û nivîskarên Kurd mijar hinekî cuda ye, em li vir ne behsa nivîskarekî ku koçber bûye û li welatên koçberiyê dest bi nivîsîna bi zimanê wî welatî kiriye, lê em behsa kesekî dikin ku ji ber sedemên siyasî û dîrokî neçar maye ku bi zimanê dagirkeran fêrî xwendin û nivîsînê bibe. Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ji ber ku welatê wan dagirkirî ye bi sê zimanan, Erebî, Tirkî û Farisî li dibistanan fêrî xwendin û nivîsînê dibin. Ev zimanên biyanî ji xwe ne zimanê zikmakî ye, lê zimanê xwendin û nivîsînê ye, zimanê wergirtina agahî û zanyariyan e.

ji ber van sedeman pir wêjevan û nivîskarên Kurd dest bi nivîsîna bi zimanê biyanî ango bi zimanê dagirkeran kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê nivîskarên bi eslê xwe Kurdin lê bi zimanên din dinivîsin derketin û berhemên hêja afirandin û li ser asta welatên lê dijîn û carna jî li ser asta cîhan nav û dengê wan belav bû. Lê mixabin her çiqas naveroka berhemên wan û jîngeh û giyanê berhemên wan Kurdî be jî, lê ew berhem ji ber bi zimanekî din hatiye nivîsîn weke berhemeke wêjeya kurdî nayê hijmartin. Ji ber ku hêmana sereke ya nasnameya berhemê ku ew jî ziman e, ne Kurdî ye. Em çiqas bêjin ku nivîskarê Kurd ê bi nav û deng Yaşar Kemal Kurd e û jîngeha piraniya romanên wî jîngeh û civaka Kurdan e lê dawiyê berhemên wî berhemên Tirkî ne, ji ber ku bi zimanê Tirkî hatine nivîsîn. Heman tişt mirov dikare ji bo pir nivîskar û wêjevanên kurd ku bi Erebî û farisî nivîsîne jî bêje.

Bê guman ev mijar hinekî aloz e û pir nivîkarên ku bi zimanên din dinivîsin vê boçûnê napejirînin û dibêjin ku neheqî li wan tê kirin. Dibe ku ew jî hinekî mafdar bin ji ber ku ew neçar bûn. Lê di rewşa heyî de, piştî ku derfetên fêrbûn, xwendin û nivîsandina bi Kurdî pêş ketiye, êdî kes nikare bêje ku em neçar in bi zimanên biyanî û yên dagirkeran binivîsin.