Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan wê hêviyên xwe li Misrê nebîne!

21/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Piştî nêzî 12 salan ji qutkirina têkiliyan Serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan ji bo rojekê serdana Misrê kir. Serokatiya Tirkiyê bi daxuyaniyekê îda kir ku armanca serdanê pêşxistina têkiliyên herdû welatan û xurtkirina hevkariya wan e. Saziyên ragihandinê yên Misr derbarê serdanê de di nûçeyên xwe de gotin ku serdana bi armanca parvekirina nêrînan derbarê dozên cîhanî û guhertinên piştî şerê Îsraîl û Hemasê ye.

Tişta balkêş piştî Erdogan giha Misrê, Nûçeyek li ser Toreya El-Erebiyê ya Erebistana Siûdiyê hate weşanidn. Li gorî nûçeya xwe dispêre çavkaniyan hate gotin ku dewleta Tirk nasnemaya Tirkiyê ji Berpirsê Karûbarê Tevgera Birayên Misilman li Tirkiyê Mehmûd Hisên ê li Stenbolê rûdinê, kişandiye. Li gorî heman nûçeyê Tirkiyê pesporta Hisên ibtal kiriye û bêyî tu sedeman nîşan bidin, jê re gotine parêzerekî erkdar bike. Li aliyê din jî agahî hene ku pişt serdana Erdogan hejmarek rêveberên Ixwan El-Mislimîn dest pê kirine ji Tirkiyê, derkevin. Ji ber dibe Erdogan ji bo berjewendiyên xwe, wan radestî hikûmeta Misrê bike.

Ji ber ew dizanin li ba Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî Rêxistina Ixwan El-Mislimîn xeta sore û bi taybet tevgera wan a xurt li ser xaka Tirkiyê. Di nêrîna min de Erdogan wê bi van rêbazan nikaribe bandorê li Hikûmeta Misrê bike. Bi taybet jî berê Erdogan ji bo têkiliya bi Misrê re hin rêveberên Ixwan dersînor kirin. Di heman demê de navê hin tevgerên girêdayî wan dan guhertin û ji wan xwest hinekî xîtaba xwe ya dijberî hikûmeta Sîsî bidin guhertin. Ev jî nîşaneyeke wê Erdogan di vê dosyê de qezencan bi dest nexe.

Dibe di ragihandinê de behsa dosya Sûriyê û Rêveberiya Xweser di mijarên Erdogan û Sîsî de neyê kirin. Lê wê yek ji mijarên Erdogan ên sereke ew be. Di heman demê de dibe Erdogan ji Sîsî bixwaze li gel Rûsiya danûstendina wan bi hikûmeta Şamê re aktîf bike. Di heman demê de tevgera MSD’ê li Misrê sînordar bike.

Lê heger em vegerin daxuyaniya Serokatiya Tirkiyê ya derbarê serdanê û zimanê ragihandina Misrê diyar dibe, Erdogan tişta ji serdanê hêvî dikir, bi dest ne xistiye. Ew jî girêdayî baldariya hikûmeta Misr a niha û naskirina wan ji niyetên Erdogan ku demekê bi hemû hêza xwe piştgiriya Ixwan El-Mislimîn li Misr kir. Bi hevkariya Tirkiyê jî Mihemed Mursî yê Ixwanî gihişt serokatiya Misrê.

Ev jî sedema sereke a wê yekê ye zû bi zû baweriya hikûmeta Misrê bi hikûmeta Erdogan neyê. Ji ber wê jî wê Sîsî asta daxwazên xwe yên ji Erdogan bilind bike. Mijareke din a serke di navbera herdû aliyan de Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê ye. Wê herdû alî di vir de hewl bidin nêrînên xwe nêzî hev nîşan bidin.

Lê di wir de jî her aliyek wê hewl bide ji bo berjewendiyên xwe werîs ber xwe ve bikşîne.Lê di nêrîna min de civaka ereb û bi taybet gelê Filistînê wê bi daxuyaniyên Erdogan nema werin xapandin. Lê di encamê de mirov bi hêsanî dikare bibêje Erdogan wê bi serdana Misrê xwestekên xwe pêk neyne.

Post Views: 134
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.