Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi saya têkoşîna jinan em dikarin di her warî de bixebitin

21/02/2024
in Uncategorized
A A
Bi saya têkoşîna jinan em dikarin di her warî de bixebitin
Share on FacebookShare on Twitter

Xedîcê El-Xelef ku tekane firoşkar a gerok li navçeya Til Temirê kar dike, tîne ser ziman ku bi saya têkoşînan jinan jin dikarin di her warî de bixebitin û dibêje: “Di çi rewşê de be jî jin dikarin xwe li hemberî hemû rewşan ragirin.”

Jinên Bakur û Rojhilatê li dijî sîstema dewletê û hişmendiya ku wê tengav kiribû rêyeke sêyemîn hilbijartin, ew jî bi riya Şoreşa Jinan gihîşt lûtkeyê. Ger îro em jinan di qadên siyasî, aborî, leşkerî, diplomasî û heta li bazaran, qadên bazirganiyê û pîşesaziyê dibînin, ev bi saya têkoşîna şoreşa “Jin Jiyan Azadî” pêk hatiye.

Jin deriyê malê derbas dikin, rengê xwe li bazaran datînin. Ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewletên cîran ve, bi girtina deriyên sînorî yên bazirganiyê û mirovî, zirar da aboriya herêmê. Jin zirarê dibînin, ji lewre jin, dayik û heta dapîr bi her awayî ketine nava movikên vê jiyanê û bi karên biçûk û mezin yên dikin, hewl didin krîza aborî sivik bikin.

Xedîcê El-Xelef 48 salî ye û dayika 6 keç û 2 kuran e, ji gundê Riguba yê li başûrî navçeya Til Temirê a Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Xedîcê bi meqseda kar li gelek parêzgehên Sûriyeyê geriya ye lê ji ber kêmewlehiya li wan parêzgehan û tirsa li ser zarokên xwe, 3 meh in vegeriyaye gundê xwe.

Firoşkarên gerok

Li naverasta navçeya Til Temirê û taybetî li dora çerxeriya Qendîl a li ser riya M4 dikeve, firoşkarên gerok ku gelek cureyên zebze û fêkiyan difroşin hene. Fêkî û zebzeyên raxistî rastî eleqeyeke mezin ji şêniyên herêmê û koçberan jî tê û sira vê yekê jî rûkeniya firoşkaran, danûstandina baş û firotina bi pereyên li gorî derfet û berîka mişteriyan e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî Hevserokên Şaredariya Gel a navçeyê gotî hebûna firoşkarên gerok li naverasta navçeyê dê demkî be, ji ber ku cihê lê tiştên xwe danîne, nabe ku demên pêş veguhere bazareke gelêrî.

Di nav firoşkaran de firoşkareke jin jî ji saetên berbangê 03:00’an weke bazirganekê diçe bazara halê ya bajarê Hesekê fêkî û zebzeyan dikire û tîne Til Temirê jî difroşe.

Li ser karê ku Xedîcê El-Xelef dike ji me re axivî û çend hûrguliyên karê xwe anî ziman.

Bazirgan û firoşkar e

Xedîcê El-Xelef di destpêkê de wiha karên ku berê kiriye anî ziman: “Berê weke her jinê min karê çandiniyê dikir, pembo diçinî û kemûn berhev dikir. Niha jî ez di bazirganiya fêkî û zebzeyan de dixebitim. Westandin hişt ku nexweşî di bedena min de çêbibe, ji lewra min ev kar, berî sê mehan hilbijart û destpê kir. Zehmetiyên wê hene lê ji bo ku em bijîn, divê ku em bixebitin. Li gorî daxwazên mişterîyan ez fêkî û zebzeyên pêwîst tînim.”

Xedîcê El-Xelef wekî her jinekê di civakê de rastî gotegotan tê, li ser vê xalê jî wiha dibêje: “Nêrîna civakê tu li mal bî an jî ji derve bî wê her biaxivin, ji ber wê jî ez niha bi wîjdan û xwêdana eniya xwe kar dikim û civak çi dibêje bila bêje. Nêrînên piştgir jî hene û nêrînên wekî ku ez jin im çawa karekî wiha dikim, heye. Lê ez bi vê îqna dibim ku ez ez im, biryara min a girîng e.”

‘Hêza min a îro dibe çavkaniya hêza keça min ji bo sibê’

Xedîcê El-Xelef bilêv kir ku jin jî wekî mêr berxwedêr e û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo zarokên xwe jî divê ku jin bihêz bibin. Ji ber dema ku keça min jî mezin bibe û bibe xwedî erk û berpirsiyarî wê bihêz bibe, hêza min ya îro dibe hêza keça min a sibe. Ji ber wê ye ku îro divê jin di nav civakê de hebûna xwe îsbat bike, dem ne dema berê ye. Kes nikare êdî rola jinê paşguh bike, ji ber jin têkoşer û berxwedêr e. Di bin çi rewşê de be êrîşên dagirkeriyê û çi rewşên din derkeve karê me wê nesekine, ji ber jin dikare xwe li hember hemû rewşan ragire.”

Xedîcê El-Xelef da zanîn ku ew tekane jina firoşkariya gerok dike ji bo mişteriyan ev tişt bilêv kir: “Hemû firoşkar li vir mêr in, tekane firoşkara jin ez im. Her tişt qismet e, qismeta min di çi hebe ez ê bigrim, lê belê ji min zêdetir mişterî herî zêde berî didin firoşkarên mêr. Ji wan be ku jin nikare û nizane terezîyê baş bikar bîne, lê ev nêrîneke pir şaş e di civakê de. Lê ferqa min ji jinên din ew e ku ew dikirin û ez difroşim. Heman fêkî û zebze li cem min li cem firoşkarê rex min e, heman terezî ye jî ji lewra divê ku civak îqna bibe ku jin jî dikare bazirganiyê bike û bifroşe jî.”NÛJINHA

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.