Volqan Elî
Piştî lehiya NATO ya li Enqereyê her tişt noqî bêdengiyekê bû. Na, dema em dibêjin bêdengî ne wisa bêdengiyek aram û hêmin bûyî … Bêdengiyek bû ku her kesî got “ka gelo çi encamê ji vê derkeve, gelo bi qasî ku Trump zirtê Erdoğan dayî dê pêşî li Tirkiyê vekin yan na!”
Bi rastî wisa xuya bû ku dewleta Tirk jî gelekî hêvî û bendewariyên xwe li wê civînê girêdaye. Mînak, ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî ku nêzîkî du salan dibe ji aliyê xwe ve bi temamî li pêşketinên konjukturî girêdabû. Yanî jixwe re difikirî ku gelo ew ê di wê civîna navborî ya NATO’yê de hêzên giregirer ên civînê yan jî Trump çi wezîfe, statû û misyon bide dewleta Tirk? Ya din jî dê NATO di çi astê de destûr û alî karî bide wan da ku gelê Kurd di jenosîdek mezin re derbas bikin û pêvajoyê (Aştî û Civaka Demokratîk) bi dilê xwe bimeşîne yan jî bi şiklekê dawî lê bîne.
Dewleta Tirk û Erdoğan ji ber vê yekê wisa lê kir ku hemû welatî (di serî de li Enqereyê) bê zar kirin. Destpêkê wekî ku înqilabeke leşkerî li dar ketibe li gelek metropolên Tirkiye meş û civîn qedexe kirin yan jî tengnefes kirin. Bi taybetî li bajarê Enqereyê hemû gemar û gelaşa xwe rakirin, çal û kortal dagirtin, parq û bexçeyên lê vehesînê ji bo beza serê sibê ya ‘ey Makron’ ji gel re qedexe kirin. Hin kes û grûbên serê xwe neçemandibûn girtin.
Bi qasî ku di ragihandinê de deng vedaye Trump têra Erdoğan û dewleta Tirk zirtê wan da. Di gelek nîqaş û hevdîtinan de timî, pêşî Trump û paşê jî sekreterê NATO’yê Rûte pîşesaziya şer a dewleta Tirk werimandin. Dawiya dawî dema xelasbûna wê civîna navborî de Erdoğan wekî ku kalikê Trump yên qowboy dilê xwe bibijînînê, destê xwe avêt rextê xwe û darmanceyek da her nûnerê/a dewletên beşdarî civînê bûne.
Di encamê de çi bû? Bi qasî ku di ragihandina wan de her kesî şopandiye, dewleta Tirk, derdora Erdoğan jê kêfxweş bûn. Ji ber çi? Trump, soza F-35, rakirina cezayên Caatsa’yê, firotina motorên KAAN (ku Erdoğan û ragihandina wî ji wan re digot, “balafirên me yên millî û xwecihî ” û pê fortên xwe didan) dabû.
Mixabin ji beriya vê civîna bi sergêjahî, dewleta Tirk bi van hêviyan, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dereng xist û destê xwe giran kiribû. Hema piştî wê, dest pê kir serxweşiya wan derbas bibe. Çima? Sedem: Trump çawa xwe gihand Koşka Spî daxuyanî da ku wî hê jî ji bo F-35 bi temamî biryar nedaye û dî sa dewletên Yekîtiya Ewrûpayê jî daxuyanî dan ku dewleta Tirk di dagirkeriya xwe ya li ser Qibrisê di 1974’an de li ser Rûmên vê cizîrê tecawiz û şidet meşandiye. Wisa çend delîlên ku xwe dane der nîşan dane ku xewnên dewleta Tirk hemî jî xav in û ne ji ti re ne. Ji ber wê yekê ye ku kêliya ku sere wê li dar û beran qelibî, wisa xuyaye ku kêmekî bi xwe hesî. Mirov rast bêje ev tiştê ku me gotine hin texmîn û pêşdîtin in dibe ku sedemên pir cudatir û girantir hebin. Eger wisa be, yek dê bibêji ‘tu çawa gihaştî vê encamê’? Eger pirseke wisa bi xwîneran re çêbibe, heqê wan e. Dibe ku wekî mentiqeke çors xuya be. Yan jî dêlîlên me kêm bin ku Trump û saziya Nato’yê ber dilê dewleta Tirk xweş kiriye û fortên wê dane: Di vê de armanca wan ew bû ku biryara şerê dijî Îranê li Enqereyê bigirin û wisa jî kirin. Ne girîng e ku di demên pêş de Tirkiye di çi astê de bikeve nav şerê li dijî Îranê. Dîsa biryara saxlem a piştgiriya Ûkraynayê li beramberê Rûsyayê di vê rûniştina navborî de hate wergirtin. Yanî helwesta li lijî Îran û Rûsyayê di vê pêvajoyê de misoger bû.
Bi qasî ku ji kêmdelîlên zeyif tê fêmkirin, Trumpî , Rûtê sekreterê NATO da ku karibin qaşo sekneke yekgirtî ya endamên NATO’yê li dijî Îran û Rûsyayê nîşan bidin, biryara şerê Îranê li Enqereyê bistînin -ev girîng e- zebeş û pêtix dane bin çengê Erdoğan.
Dema ku ev rewş ji aliyê dewleta Tirk ve kêmekî hate fêmkirin, hema bi lez û bez li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk -ew bi xwe jê re dibêjin qaşo ‘Tirkiyeya Bê Teror’- vegerîn, hevdîtina heyeta Partiya Demê ku wan bi xwe wekî 23’ê Tîrmehê diyar kiribûn xistin roja 20’ê Tîrmehê. Xuyaye ku naxwazin bi temamî bi benikê ku Trump li pişta wan girêdaye hêviya xwe bînin û dakevin nav dojeha şerê Rojhilata Navîn û Rûsyayê. Ev yeka nayê maneyê ku bi temamî niyeta wan heye tiştê ku hêzên demokratîk ji pêvajoyê fêm dikin bixin meriyetê. Na! Nîqaşa li ser vê, mijareke cuda ye. Tenê ya ku di van çend rojên dawî de qewmiye, wê gotina Kurdî pişrast dike, dibeje serê yekî /ê ewqas hişk û req e heta ku li dîwar û tehtan neqelibe bi xwe nahese!’
Dibe ku demeke bi qasî çend rojan be lê eger nîqaşên pêvajoyê bi erênî encam bibe, ne dûr e ku bandora wê bi sed salan bidomê!






