Navenda Nûçeyan
Kirîza peydakirina avê li Îranê ne tenê hişyariyeke jîngehî yan jî zehmetiyeke demsalî ye; Lê ew gihaştiye qonaxekê ku bandorê li ser jiyana bi milyonan mirovan dike. Ev yek jî dibe ku xeteriyeke mezin û karîseteke mirovî bi xwe re bîne.
Aloziya avê li Îranê ji dijwariyên xwezayî derbas kiriye da ku bibe karîseteke mirovahî, jîngehî û aborî. Kirîza avê ji kêmbûna baranê û derketina hişkesaliyê destpê kir, lê di koka xwe ya kur û wêranker di siyaseta çewt a di rêvebirina avê de ye. Di heman demê de avakirina bendavên bêserûber, xerckirina zêde ya çavkaniyên bierd herwiha pêşveçûna nehevseng a pîşesaziyên ku av lê zêde tê xerckirin, digel nebûna plansaziyek domdar, ev sedem hemû bûne sedema krîza avê ya Îranê. Ji ber vê yekê, ev krîz zêdetir di encama biryar û polîtîkayên ku çavkaniyên avê yên welêt gihandine ber hilweşînê ye, ne ku ji kêmbûna çavkaniyên xwezayî.
Wesîleyên raghandinê û pisporên girêdayî hikumeta Îranî jî nema vê kirîzê wekî “Kirîzke demkî” an jî di encama kêmbûna baranê de ye bi nav dikin, lê belê wekî nîşaneke li ser nehevsengiya kur di sîstema dabînkirin û xerckirina avê li îranê ye. Li gorî bîlançoyên fermî nêzî 35 milyon welatiyên Îranê astengiyê ji kêmbûna avê dikşînin herwiha 11 parêzgeh di asta barîna baranê de kêmaniyê dikşîne ku di bin asta asayî de ye.
Koçberiya bi zorê ji ber kêmbûna avê
Kirîza avê li Îranê gihaştiye naveresta mezntirîn navendên welêt. Li gorî raporên medyayî di dawiya Nîsana 2026’an de, li gorî sala borî, kêmasiya 90 milyon metrekupî ya rezervên pênc bendavên li Tehranê kêm bûye. Herwiha hat eşkere kirin ku ziwabûna ku di sala 2025’an de çêbû jiyana bi milyonan kesan têk bir û li gelek herêmên Îranê bi taybet beşên navîn û başûrê welêt kêmbûneke dem dirêj a avê dîtin, di heman demê ji ber ziwabûna bîr û çeman cotkaran nikarîn zeviyên xwe biçnin. Ev rewşa bi aloz ne tenê jiyana gundan wêrankir lê belê bû sedema koçberiyek berfirek ber bi bajaran ve, ku bi vê yekê zexte mezin li ser binesaziyê kir.
Yek ji encamên civakî yên kirîza avê koçberiya berfireh ji gundan ber bi bajaran ve bû. Cotkaran neçar man ku dev ji erdên xwe berdin ji ber ziwabûna bîr û çemên li parêzgehên wekî Xozistan, Sîstan, Beloşîstan û Faris. Ev koçberiyên bi darê zorê, ku pir caran li derdora bajarên mezin ên wekî Tehran, Meşhed û Îsfahanê diqedin, bûne sedema berfirehbûna civakên paşguhkirî û zêdebûna xizaniyê, ev kes ji gîhaştina xizmetên bingehîn ên mîna ava vexwarina paqij bê parin herwiha ji şert û mercên jiyanê yên ne mirovahî zehmetiyan dikşînin. Ji bo birêvebirina van koçberiya hikumetê tu bernameyek pêşkêş nekir, lê belê li şûna wê xwepêşandanê wan ditepisîne.
Windabûna golên avê
Nexşeya çavkaniyên avê a Îranê meznahiya hilwişîna ku gihaştiye jîngeha xwezayî li welêt eşkere kiriye, gelek golên avê û çem şiyana xwe ya berdewamiyê winda kirine, herêmên berfireh ên zozanan veguhirîne herêmên hişk di heman demê de mîqdara ava ku li pişt bendavan tê hilanîn gihîştiye astên bêhempa. Wekî Gola Urmiye mezntirîn gola li Rojhilata Navbîne û dikeve li bakur-başûrê Îranê, Rûbera wê nêzî 5 hezar û 200 kîlomeçargoşeyî ye û yek ji girîngtirîn ekosîstemên li herêmê ye, lê ji ber veguherîna ava çeman bo wê, avakirina bendavan û zêdebûna xerckirina avê ji bo çandiniyê bi salan, bûne sedema kêmbûneke mezin do rûbera wê de. Wêneyên herî dawî yên NASA’yê jî nîşan didin ku ev gewhera şîn a li bakurê rojavayê Îranê bi tevahî winda bûye û di wêneyên hewayî de tu şopa wê nayê dîtin.
Ligel Urmiyê, duyemîn gola mezin li parêzgeha Farisê ya Îranê “Gola Bextekan” zehmetiyek mezin di kêmbûna asta avê de dikşîne. Ev cih yek ji dewlemndtirîn cihên biyolojîk e, lê ji ber avakirina bendavên “Dorudzan”, “Sivand” û “Mella Sedra li ser şaxên çemên “Kar” û “Sivand” bûye sedema sereke ya ziwabûna wê ye.
Di heman demê de Gola Hamon li parêzgeha Sîstan û Beloşîstam jî zehmetiyan ji ziwabûn û kêmbûna asta avê dikşîne, ev gor xwedî girîngiyeke mezin a borî ji bo gelên herêmê ye, ji ber ku ew xwe dispêrin masîgirtin û çanidniyê li hawîrdora wê. Herwiha Deryaya Qezwîn jî dest bi kêmbûna avê bûye, di 20 salên dawî de asta ava wê bi qasî du metreyan kêm bûye.
Rewşa çeman jî ne dûrî golên avê ye
Rewşa Çeman li Îranê ne baştir e, Karun çemê herî dirêj li Îranê ziwa bûye, herwiha “Sefidrud” duyemîn çemê herî dirêj li parêzgeha Gîlanê jî ber bi ziwabûnê ve diçe, ku zêdetirî 170 hezar hektar ji zeviyên Birincê av dida. Di heman demê de wêneyên masiyên hişkbûyî li ser çemê “Kerxe” sêyemîn çemê mezin li Îranê, belab bibû. Di dîrokê de yekem car çemê “Dêzê”bi temamî ziwa bûye. Herwiha çemên “Kaşkan” ên Loristanê, Çalûs, Ars û Hirmendê ku wekî Çemê Hov tê naskirin, ziwa bûn.
Bendavên bê av
Yek ji aliyên krîza giran a avê wêrankirina zozan û ekosîstemên avî ye ku di hevsengiya ekolojîk de roleke girîng dilîzin. Li gorî raporên medyayî zaozan ziwabûne wekî zozana “El-Ezîm” li Xozistanê û “Kavukhuni” li Esfehanê ku berê ji bo nebat û ajalên cihêreng cihên bi ewle bûn, lê avakirina zêde ya bendavan û veguhestina çeman ji hêla hikumetê wê kiriye erdên hişk.
Rêze bendavên li ser çemê “Zayandeh Rud” ku ji bo xizmeta projeyên pîşesazî û çandniyê hartin avakirin, bûne sedema ziwabûna “Kawkhuni” û toza ku jê derdikeve gefê li tenduristiya gelê herêmê dike.
Rewşa bendavan beşek din e di çîroka trajîdîk a kêmbûna avê li Îranê de ye. Ava bendavên Îranê bi rêjeyek sê qat ji navînîya cîhanê zêdetir winda dibin. Ajansên fermî ragihandine ku ji sedî 64 bendavên welêt vala ne û nirxandinek li ser rezervên avê nîşan dide ku bendavên li parêzgehên Tehran, Xurasan Rezewî, Qum, Azerbaycana Rojava, Sîstan û Belûşistan, Hormozgan, Gulistan, Xorasana Başûr, Zencan, Kerman, Faris û Merkezî di rewşek xirab de ne.
Ava ku di bendavan de tê hilanîn ji sala par ve ji sedî 25 kêmtir e. Di 19’ê Îlona 2025’an de, Bendava “Emîr Kebîr” tenê 30 milyon metrekupî digirt, ku rêjeya tijîbûnê ji sedî 17 temsîl dike, li gorî sala borî ji sedî 73 kêm bûye. Bendava Lar, bi 24 milyon metrekup e, tenê ji sedî 3 tijî bû, ku ji sala borî ji sedî 43 kêm bûye.
Ji hemû parêzgehan, Hormozgan herî zêde bandor bû, asta ava bendavên Şamîl û Niyan li gorî sala borî ji sedç 98 kêm bû, ev yek jî rewşa wan kir a herî xirab. Asta ava bendava ”Îstîqlal” a li heman parêzgehê jî ji sedî 76 kêm bû.
Daketina erdê û bandora wê li ser binesaziyê
Di sala 2024’an de lêkolînekê eşkere kir ku bikaranîna zêde ya ava binerdê bû sedema daketineke berfireh a erdê, rêjeya daketinê li hin herêma ji 10 santîmetreyan bi awayekî salan e, derbas kiriye. Di heman demê de ji sedî 3, 5 ji erda îranê jê bandor bûye, ev yek ji rêjeyên herî bilind di cîhanê de ye. Ev diyarde lawaziya nbinesaziyan wekî balafirgehan û rêyan zêde kiriye.
Herwiha wesîleyên raghandina hikumetê diyar kirine ku 30 parêzgehên Îranê li hemberî daketineke erdê ne di encama zêdebûna bikaranîna çînên binerd. Wekî din jî pisporên enerjiyê destnîşan dikin ku zêdetirî ji sedî 60 dabînkirinên avê li welêt ji çavkaniyê bierd tê, wiha rêjeya rêjeya derxistinê sê qat ji rêjeya tijîkirina xwezayî zêdetir e.
Kêmbûna ava binerdê
Di deh salên dawî de li hember kêmbûna çavkaniyê sererdê, ava binerdê xeta parastinê ya dawî bû, lê xwesipartina zêde ya li ser gihaşt kêmbûneke xeter ya dewlemendiya xwzayî, rêjeya derxistina ava binerdê ji nêzî 130 milyar metrekup gihaşt nêzî 160 milyar metrekupî, di çarçoveya berfirehbûna çandî û pîşesazî ku çavkaniyên berdets li ber çavan negirtine.
Di vê çarçoveyê de pispor tekez dikin ku pirsgirêk tenê ne di rêjeya bikaranînê ye, lê di rastiya belavkirina avê û bikaranîna wê ye, ji ber ku sektora çandiniyê zêdetirî ji serî 90 ji çavkaniyê avê xerc dike, her çiqas rêjeyek mezin ji vê çalakiyê bi rêbazên avdanê yên kevneşopî ve girêdayî be jî, ku dibe sedema xerckirina mîqdarên mezin ên avê.
Hiliwşîna çanidiniyê û nebûna ewlehiya xwarinê
Di encama kirîza avê de rêyên jiyana bi milyonan cotkarên Îranî bi awayekî rasterast wêranbûye herwiha gefê li ewlehiya xurekê ya welat dike. Li gorî raporan li geleh herêman ji ber berfirehbûna çarçoveya ziwabûnê di sala 2025’an de bû sedema kêmbûna hilberîna çandiniyê heya sifrê.
Ev rewş bi taybetî li herêmên mîna Xozistanê, ku berê wekî “Rezerva nan a Îranê” dihat nasîn, karesatbar bû. Ji ber kêmbûna avê, cotkar nikarîn erdên xwe biçînin û bi deynên mezin û xizaniyê re rû bi rû man. Kêmbûna hilberîna çandiniyê ne tenê bû sedema bilindbûna buhayên xwarinê, lê di heman demê de Îran veguherand welatekî sereke yê hawirdekirina genim.
Gefên li ser tenduristiya giştî û belavbûna nexweşiyan
Nebûna ava paqij bandorên xirab li ser tenduristiya giştî kiriye û metirsiya belavbûna nexweşiyan zêde kiriye. Raporên medyayê bal kişandine li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Xozistanê, ku ji ber nebûna ava bi ewle niştecihan neçar mane ku çavkaniyên qirêj bikar bînin. Ev rewş bûye sedema zêdebûna rewşên zikçûyîn û enfeksiyonên meîdeyê.
Li bakur-rojavayê welêt, beşek mezin ji Gola Urmiyê, ku berê golek xweşik bû, veguheriye deşteke şor. Perçeyên xwê yên ji vê golê derdikevin û dikarin bi hezaran kîlometreyan biçin û bigihîjin heta bakurê rojhilatê welêt. Li gorî daneyên berdest û lêkolînên ku bi salan berê ji hêla pisporên jîngehê yên Rojavayî ve hatine kirin, ev perçe dikarin bibin sedema nexweşiyên nefes, dil, damaran û gurçikan herwiha nexweşiyên pergala parastinê.
Bandorên vê diyardeyê ne tenê bi parêzgehên Azerbaycan, Kurdistan û Zencanê ve sînordar in, lê li welatên cîran jî belav dibin. Lêkolînên ku ji hêla Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Tebrîzê ve hatine kirin nîşan didin ku hin ji van bandorên tenduristiyê dest pê kirine. Di nava gel de rêzek nexweşiyên çerm û tansiyona bilind derketine holê, ku di nav xetereyên bi ziwabûna golê ve girêdayî ne.






