Cemîl Xoce
Daxuyaniyên dawî yên Rêber Abdullah Ocalan ne tenê wekî daxuyaniyeke siyasî ya asayî tên dîtin. Ew nêrîneke nû ji bo qonaxa pêş de pêşkêş dike. Bingehê vê nêrînê derbasbûna ji qonaxa nakokiyê bo qonaxa qanûn û siyasetê ye. Peyama sereke ya van daxuyaniyan ew e ku aştiya mayînde nikare tenê bi rawestandina çekan pêk were, lê pêdivî bi çarçoveyeke qanûnî heye ku mafan misoger bike û têkiliya di navbera pêkhateyên civakê de bi rêxistin bike. Ev nêrîn berdewamiyeke ramanên ku Rêber Abdullah Ocalan di nav salên dirêj de li ser demokrasî, jiyana hevpar û rêvebirina cihêrengiyê bi rêya diyalog û qanûnê bal kişandibû ser.
Têgeha “çarçoveya qanûnî” di vê daxuyaniyê de cihekî bingehîn digire. Ew ne qala qanûneke asayî dike, lê qala bingeh û rêgeza siyasî û qanûnî ya qonaxa nû dike. Li gorî wî, her pêvajoya aştiyê ku tenê li ser lihevhatinên siyasî yên demkî were avakirin, lawaz e. Ji ber ku hikûmet û şertên siyasî dikarin biguherin. Lê gava ku lihevhatin veguhere qanûn û sazgehên mayînde, ew dikare berdewam bibe.
Li gorî vê, ew dibêje ku çareserî nikare tenê ewlehî û leşkerî be. Ewlehî dikare nakokiyê rawestîne, lê sedemên ku bûne sedema nakokiyê çareser nake. Lê qanûna dadperwerane dikare nakokiyên siyasî veguherîne nîqaşeke demokratîk di hundirê dezgehan de. Ji ber vê yekê, Rêber Abdullah Ocalan qanûnê wekî şertê bingehîn ji bo avakirina baweriyê di navbera dewlet û civakê de dibîne.
Ev raman bi têgeha civaka demokratîk a ku di nivîs û manîfestoyên wî de hatiye pêşkêşkirin re girêdayî ye. Li gorî wî, demokrasî tenê hebûna hilbijartinan nîne, lê her wiha nasîna cihêrengiyê, parastina mafan û misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyan di jiyana siyasî de ye. Ji ber vê yekê, qanûn di nêrîna wî de divê nebe amûreke serdestiyê, lê bibe rêyek ji bo wekhevî û dadperweriyê.
Yek ji xalên girîng ên daxuyaniyê axaftina wî ya li ser ku Kurd û Tirkan di “qonaxên dîrokî yên girîng ên Anatolyayê de ji hev nehatine veqetandin” e. Ev gotin tenê vegera li dîrokê nîne, lê wateyeke siyasî û dîrokî ya kûr heye. Ew dixwaze nîşan bide ku têkiliya di navbera her du gelan de her tim ne li ser şer bûye, lê di dîrokê de demên dirêj ên hevkarî û hevparî jî hebûne.
Bi van “qonaxên dîrokî yên girîng” re ew qala demên mezin dike ku Anatolya di wan de guhertinên mezin jiyaye. Ji serdema Selçûqiyan dest pêkiriye, di serdema Osmaniyan re derbas bûye, heta qonaxa Şerê Rizgariya Neteweyî û damezrandina Komara Tirkiyeyê, Kurd û Tirkan di gelek bûyerên dîrokî yên hevpar de cih girtine. Rêber Absullah Ocalan van qonaxan bi bîr tîne da ku bibêje dîroka hevpar a her du gelan ji dîroka nakokiyê dirêjtir e û dikare bibe bingehê avakirina paşerojeke nû.
Lê vegera li dîrokê nayê wateya ku pirsgirêkên ku paşê qewimîne bên jibîrkirin. Ew dizane ku têkiliya di navbera her du aliyan de piştî damezrandina Komarê ket qonaxeke dijwar. Bi siyasetên înkarkirin û kêmkirina mafên çandî û siyasî yên Kurd re, bawerî lawaz bû û nakokiyeke dirêj derket holê. Ji ber vê yekê, vegera li dîrokê ji bo wî ne hewlek e ji bo vegerandina rabirdûyê, lê lêgerîna bingehekî nû ya jiyana hevpar e.
Ji ber vê yekê Rêber Abdullah Ocalan qala hevkariya Kurdî-Tirkî dike wekî bingehê paşerojê. Armanca wî ne hevkariyeke di navbera partî yan hêzên siyasî yên taybet de ye, lê şîrekeke civakî û dîrokî ye ku li ser nasîna hevdu hatiye avakirin. Ew dibîne ku paşeroja Tirkiyê nikare bi derxistina yek ji her du aliyan were avakirin, lê bi pergaleke ku wekhevî ji bo hemû kesan misoger dike.
Her wiha gotina wî ya li ser “hestiyariyên hevdu” nîşan dide ku ew tevlihevî û dijwariya pirsgirêkê fam dike. Her aliyek tirs û dîtinên xwe hene. Ji ber vê yekê ew dibêje ku çareserî pêdivî bi têgihiştina hevdu heye, ne bi ferzkirina dîtina aliyekî li ser aliyê din. Di vê çarçoveyê de, demokrasî dibe rêyek ji bo hevahengkirina yekîtiya dewletê û mafên pêkhateyên cuda.
Daxwaza wî ya destpêkirina pêvajoya qanûnî û yasayî bi rêya parlamentoyê wateyeke girîng heye. Ev tê wateya ku pirsgirêk ji qada ewlehiyê derbasî qada siyasî dibe. Parlamento di vê nêrînê de cihê ku daxwaz û nakokiyên civakê tên veguhertin bo qanûn û sazgehên mayînde ye. Bi rêya sazgehên demokratîk dikare çareseriyeke aramtir û domdartir were avakirin.
Bi vê yekê têkildar, axaftina wî ya li ser bidawîkirina qonaxa şer û çekan. Ew nabîne ku dawîya pevçûnê tenê bi dev ji hêzê berdanê pêk tê, lê pêdivî bi garantiyên qanûnî û siyasî heye ku rê li ber dubarebûna krîzê bigire. Ji ber vê yekê, aştiya rastîn tenê rawestandina pevçûnê nîne, lê çareserkirina sedemên ku ew afirandine ye.
Têgeha “qanûna pozîtîf” ya ku Rêber Abdullah Ocalan bi kar tîne vê dîtinê nîşan dide. Qanûn divê ne tenê amûreke ji bo ceza û qedexekirinê be, lê divê bibe rêyek ji bo parastina mafan û avakirina baweriyê. Dewleta ku hemû welatiyên xwe wekhev di beramber qanûnê de hîs dike, dikare bêtir aramî û ewlehî ava bike.
Daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin ku ew hewl dide ku ji mantîqa pevçûnê derbasî mantîqa qanûnê û ji dijberiyê derbasî hevkariyê bibe. Ew bang dike ku qonaxeke nû were avakirin ku li ser nasîna hevdu, demokrasî û dadperweriyê ava bibe. Pirsa sereke ew e ku gelo dewlet amade ye ku gavên qanûnî û sazgehî ku aştiyeke mayînde û aram misoger dikin, biavêje.






