Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Hozan Comerd diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe nasnameyeke gerdûnî ava kiriye û got, “Banga min ji bo her hunermendekî Kurd ew e ku werin vê axa pîroz û bi konsertên xwe dengê vê şoreşê bigihînin her derê.”

Hunermendê Kurd yê navdar Hozan Comerd bi dengê xwe yê şoreşgerî, têkoşîna çandî û helwesta xwe ya welatparêzî tê naskirin. Ew bi dehan salan di nava Koma Berxwedan de cih girtiye û bûye yek ji dengên naskirî yên berxwedana gelê Kurd.

Ew di sala 1950’î de li Dêrsimê (Hozat) hatiye dinê. Êş, dîrok û çanda herêma xwe kiriye bingeha xebata xwe ya hunerî. Comerd ji salên damezrandinê ve di nava koma Berxwedan a efsaneyî de xebitiye, stranên neteweyî û welatparêzî gotine ku di nava gel de deng veda ye. Ew bi kesayetiya xwe ya rûmetbilind, aram û wekî derwîşekî naskirî ye ku muzîka wî bandoreke kûr li ser guhdarên xwe dike. Gelek berhemên wî yên wekî “Oy Felek” û gelek berhemên din di nava arşîva çanda Kurdî de cihê xwe yê herheyî girtine.Bi dehsalan e ku hunera wî ne tenê li welat, lê li derveyî welat jî ji aliyê Kurdan ve bi hezkirin û rêzdarî tê şopandin.

Hozan Comerd, di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji Ewropayê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Comerd li bajarên mîna Qamişlo û Hesekê bi stranên xwe yên şoreşgerî beşdarî pîrozbahiyan bû û hestên gel vejand.

Di derbarê serdana Rojavayê Kurdistanê Hunermendê Kurd Comerd ji Rojnameya me re axivî.

‘Ez bi hatina Rojavayê Kurdistanê pir serbilind im’

Hozan Comerd destnîşan kir ku ew bi serdana Rojavayê Kurdistanê pir kêfxweş e û wiha got: “Rojavayê Kurdistanê bi tekoşîna xwe re di serî de li ser Kurd û Kurdistanê, piştre li Rojhilata Navîn û li seranserî cîhanê roleke dîrokî lîstiye. Ev der xwedî ruhekî gerdûnî ye ku berdêlên pir mezin daye. Tevî hemû astengî û êrişan jî, bingeha çand, huner, sazîbûna civakî, siyasî û parastina rewa bi biryardarî berdewam dike.”

‘Li Rojava gavên hunerî yên pîroz tên avêtin’

Hozan Comerd bal kişand ser asta geşedana çand û hunerê ya li Rojava û wiha anî ziman: “Li Ewropayê nêzî 3 milyon Kurd dijîn û derfetên wan ên madî pir in, lê belê ew ruh û pênaseya hunerî ya xwerû li wir tune ye. Mirov dikare vê şiyana kûr li vir, li nava saziyên Rojava bibîne. Li vê axê gavên pir pîroz ji bo hunerê tên avêtin. Ems ê hunermend hatine Rojava û her yekî xebatên cuda meşandine. Heta niha me sê konsêert li dar xistine û wê xebatên me dewam bikin. Pêwîste hunermendên Kurd wekî wezifeyeke neteweyî serdana Rojava bikin û li kêleka gel bin.”

‘Fikrê Rêber Apo li cîhanê belav bûye’

Hozan Comerd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora şoreşa Rojava wiha got: “Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe nasnameyeke gerdûnî ava kiriye. Bi hezaran enternasyonalîst, xwendekar û feylesofên cîhanê berê xwe dan vir û fikrê Rêber Apo naskirin. Lê belê di warê çand û hunerê de em hîn negihîştine asta herî jor a cîhanî. Ji bo vê yekê, banga min ji bo her hunermendekî ew e ku werin vê axa pîroz û bi konsertên xwe dengê vê şoreşê bigihînin her derê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.