Idrîs Henan
Bi aloziya kaotîk li Rojhilata Navîn û bêbandoriya rola hinek hêzan, valatiyek mezin a jeopolîtîk derket holê ku di encamê de gelek welatên Ereban hilweşiyan. Di rewşeke wisa de, valatî vala namînin; hêzên herêmî yên wekî Tirkiyê lez didin ku valahiyan tije bikin; ji bo vê yekê jî bi salan e xwe amade dikin. Tirkiyê li gorî konsepteke amadekirî tevdigere û binketinên Buhara Ereban vediguherîne qezencên siyasî û dîplomatîk. Bi rêya lihevkirinên ewlehiyê ku pala xwe dide hêza xwe ya nerm û hişk, pêvajoya heyî ya destwerdanê bi rê ve dibe.
Di 2’ê Çileya 2020an de Parlamentoya Tirkiyê destûrnameya destwerdana li Lîbyayê, di bin navê piştgiriya Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî li Tarablusê de pejirand û di 5’ê Çileyê de bi fermî hêza xwe şand Lîbyayê. Ev yek hevdemî îmzekirina lihevkirina li ser diyarkirina sînorên deryayî bû. Tirkiyê vê peymanê wekî bingehek qanûnî pênase dike ku ji çavkaniyên enerjiya Deryaya Spî bê par nemîne û di pêşbaziya gazê bi Yûnanistan, Misir û Qibrisê re kaxezên xwe wenda neke. Ji ber vê yekê, şerê Tirkiyê li Lîbyayê şerekî nexşeyên deryayî bû.
Îro xuya dibe ku heman senaryo bi amûrên cuda li Sûriyê dubare dibe. Peymanên di sektora enerjiyê de û axaftinên li ser peymanekî deryayî nîşan didin ku Tirkiyê li perav û axa Sûriyê wekî berdewamkirina stratejiya xwe ya neo-osmanî dinêre. Ger Tirkiyê di vê de bi ser keve, dibe ku bibe aliyekî rêkeftinên deryayî û di lêgerîn, derxistin û kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê û rêyên veguhastina wan de derfeta roleke girîngtir bistîne. Lê pirsa bingehîn ev e: Gelo armanca sereke ya Tirkiyê tenê gihîştina gazê ye, an jî hêza jeopolîtîk û stratejîk a ku gaz diafirîne bi dest bixe?
Di zanista jeopolîtîkê de, çavkaniyên xwezayî pir caran ne armanca dawî ne, dibe ku amûrên gihîştina hêz û bandora siyasî bin. Dewleta ku rêyên veguhastina enerjiyê, benderên hinardekirinê û boriyên gaz û petrolê kontrol dike, dikare bandorek jeopolîtîk a mezin bi dest bixe. Bi vê têgihiştinê re, mirov dikare pirsa rola Tirkiyê li Somalê ji aliyekê jeopolîtîk ve binirxîne. Ma gelo mezintirîn baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Somalê tenê ji bo perwerdekirina artêşa Somalê hatiye avakirin? Ev ravekirinek şaş e û berovajîkirina rastiyê ye. Somal li ser peravên dergeha Bab el-Mendeb cih digire; dergehek ku yek ji girîngtirîn korîdorên deryayî yên cîhanê ye. Beşeke mezin ji bazirganiya navneteweyî û veguhastina enerjiyê ji vê dergehê derbas dibe. Ji ber vê yekê, her aliyek ku li vê herêmê xwedî bandor û amûrê kontrolê be, ne tenê hêza leşkerî, belkî hêza aborî û jeopolîtîk a stratejîk jî bi dest dixe.
Aliyê herî girîng di stratejiya Tirkiyê de ne zêdekirina baregehên leşkerî, peymanên ewlehiyê û ne jî projeyên gaz û enerjiyê ne, lê belê şiyana wê ya mayîndekirina hebûna demkî bi rêya destpotiyên aborî, binesazî û têkîliyên sazûmanî ye. Dîrok nîşan dide ku serweriya li ser bingehên aborî û torên lojîstîk ji serweriya leşkerî mayîndetir e.
Rojhilata Navîn îro di qonaxeke nû de ye ku girîngiya wê ji ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn kêmtir nîne; qonaxa dabeşkirinê ye. Herêm bi rêbaz û metodên berê nikare were birêvebirin. Êdî zêdetir pişta xwe didin aktorên herêmî yên ku dikarin berjewendiyên wan biparêzin an jî rastiyên nû li ser erdê ava bikin. Tirkiyê jî hewl dide ku xwe wekî yek ji wan aktorên sereke bi cih bike. Ji ber vê jî, peymana deryayî ya gengaz a navbera Tirkiyê û Sûriyê ne tenê peymanek ji bo lêgerîn û derxistina gazê ye, lê belê parçeyek nexşeya stratejiya jeopolîtîk a berfirehtir e. Dê bi wê re jî nexşeyên bandorê li ser peravên Rojhilatî Deryaya Spî xêz bike. Lê dîsa jî hemû tişta ku me analîz kiriye nirxandinek di çarçoveya jeopolîtîk de ye, ne encamekî bivênevê ye; ji ber ku armancên Tirkiyê û çilekiyên wê li herêmê û cîhanê hîna jî cihê nîqaş û gumanê ne.





