Rojnameya Ronahî

Komîteya Ekolojî ya Kongra Star li dijî qirkirina jîngehê banga parastinê kir

Wekî tê zanîn ev ji sed salî zêdetire ji aliyê dewletên dagirker ve li ser erdengariya Kurdistanê polîtîkayên pişaftin û qirkirinê tên meşandin. Ev polîtîka îro tenê bi rêbaz û amûrên qirkirina klasîk ve nakin, di heman demê de bi polîtîkayên qirkirina-eko (eco-cide) ve ketine pêvajoyekî nû de.  Rejîma AKP’ê ya bê ku sînoran nas bike ev polîtîka kiriya navenda xwe û hemû hêzên kapîtalîst, li gel bikaranîna çekên termo-barîk ên kimyawî, di bin navê lêgerîna maden(zêr, petrol û hwd) de dixwaze vê politikaya xwe berdewam bike. Mirov dikare mînaka vê ya herî dawî li devera Çöpler a bajarê Erzinganê, di kargeha Anonîm a pşesazî ya bi navê Anagold Madencilik’ê de dema li zêran digerîyan, cara duyem li ser hêza wê re dema fireh dike, di hilweşîna axê de me dît. Vê rewşê di erndengarîya Kurdistanê de rê ji keraseteke nû re vekiriye. Di vê hilweşînê de tenê 9 mirovan jîyana xwe ji dest nedane, di heman demê de bi giştî erdnîgarîyek rûbirûyê tûnebûnê re hatîye hiştin. Ev eşkereye ku em nikarin vê rewşê wekî bûyerekî ji rêzê ya hilweşîna axê bigrin dest.

Axên Mezopotamya û taybet axên bi bereket ên bi ava Dîcle û Firatê tên xwedîkirin, ji dema împaratorîya Sumeran ve tê dagirkirin û hema bêje bi qirkirinekî ekolojîk ve rûbirû hatîye hiştin û ev rastîyekî dîrokî ye. Rejîma faşîsta ya AKP-MHP’ê ji milekê ve bi projeyên pêşketina kesk ve dixwaze xwe têxe nav welatên ekolojîk de, ji milekê din ve di bin navê  lêgerîna madena de, hemû zindîyên ser erd û bin erd jehir dike. Ger rejîmekî pir faşîst û qirker be, an jî her tiştê xwe winda bike dikare wisa çavên wî reş bibe. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê jî di encama polîtîkayên xwe yên li ser Kurdistanê disepandin her tiştên xwe winda kirin û ketine pêvajoyeke hilweşîna aborî de. Ji ber vê yekê pirojeyên xwe yên pêşxistina aborî li ser polîtîkayên şer saz dikin. Kevneşopîya wê ya sîyasî û qirker a dewletê û pratîka wê ya tê nûjenkirin. Cardin bi rêya sermaya netewî û navnewî ve dixwazin Kurdistanê bi xweza û hemû pergala wê ya ekolojîk ve tune bikin. Ji ber vê yekê rejîma AKP-MHP’ya faşîst tenê 9 însan qetil nekirine, erdnîgarîya Kurd û Kurdistanê, ava wê, axa wê û tevna wê ya civakî bi awayekî giştî kirîye armanc û  bi koçberkirineke berfireh ve guhertina demografî kirîye plana xwe. Bi helandina çandî û girêdana aborî ve dixwazin qirkirina Kurdan tamam bikin.

Îro di serî de bi rêya sazîyên finansa kapîtal ên netewî û navnetevî ve erdnîgarîya Kurdistan û Tirkîyê ji alîyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve tê jehirkirin.

Em ji bîr nekin pergala ekolojî ya hatî jehirkirin a Kurdistan û Tirkîyê di heman deme de jehirkirina erdnîgarîya tevahî cîhanê ye. Çawa ku çekên kimyawî ji devereke cîhanê birina devereke din û bikaranîna wê sûc be, bikaranîna madeyên hevsengiya xweza û pergala ekolojîk xira dikin û zindîyan tune dikin jî suc e. Ên ku van kiryaran erê dikin û yê dikin merîyetê jî sucê mirovahîyê dike. Kesên Hîtler rexne dikin, îro bi kiryarên xwe yên faşizan û planên xwe yên xapînok ve, rûyê sîstema kapîtalîst ê dirû û demagojik aşkere kirine. Em ji bîr nekin çawa ku Hîtler bi ser neket, wê hêza desthilatdar û şopdarên wê rejîma AKP û MHP’ê jî bi ser nekevin. Yên ku bi ser bikevin wê şervanên azadîyê yên parazvanên xwezayê û mirovatîyê bin.

Li ser vî bingehî em bangawazî dikin ku her kesê, her kesa ekolojîk dihizire, li dijî şêwazê kiryarên di encama polîtîkayên qirkirinê de tên sepandin û nûjenkirin bisekinin. Di serî de ji bo em xwedî li jîyana zindîyên di bin navê lêgerînên madenan de tune kirin biparêzin û xwedî li jîyana xwe derkevin em banga hevgirtinê dikin.

Em dengê xwe bilind bikin!

Hemû rêbazên tunekirin û qirkirina  xwezayê ya di bin navê lêgerîna madenan de tên kirin, li dijî derkevin û ji serdemeke nû ya Hîtler re bêjin na!

Em jîyana xwe biparêzin!

Platforma Ekolojî ya Jin a Rojava

  20.02.2024