Rojnameya Ronahî

Ziman nasnama gelan e!

Elî Roj

Nûvedaniya mirovahiyê ya herî girîng û sereke ziman e. Ji ber ku her ziman  pêşî di malzaroka dayikê de û bi dayikê destpê dike û her ziman zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê, pergal û sazûmana pêşî  ya zanîn û civakîbûna mirovahiyê ye.  Ji bo piştgiriya pireçandî û pirezimaniya cîhanê, di sala 1999’an de  roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê Ya Navneteweyî ji aliyê Rêxistina Perwerde, Çand û Zanînê Ya Neteweyên Yekbûyî-UNESCO’yê ve hat qebûlkirin.

Di vê gerdûnê de û li ser vê xaka pehin û dirêj, her zindiyekî xwedî zimanekî xwe yê cuda ye û ew ziman jî jêre tê gotin zimanê dayikê. Ji ber ku her dayikekî zarokên xwe bi rengekî azad aniye ser rûyê vê dunyayê. Ji ber wê mirov jî mîna her zindiyekî ku li ser rûyê vê xakê û di vê cîhanê de jiyan dike, xwediyê zimanekî xwe yê cudaye. Ji lewra mirov dikare bibêje, serdema derketin û pêşketina ziman bi serê xwe ji bona mirovahiyê mîna şoreşekî ye. Ji ber ku bi riya ziman mirov hîn bêtir ji hevdû agahdardibe û hîn bêtir bi riya ziman pêzanînên xwe li ser gerdûn, cîhan, mirovatî çêdibe û ji her tiştê derdorê xwe hayildibe. Ji ber vê yekê dema ku mirov ji dayik dibe û çavê xwe li dunyayê beldike, ji dayika xwe fêrî ziman dibe û bi riya dayika xwe roj bi roj hîn bêtir pêzanînên wî pêşdikevin û têgihiştina wî ya ziman her ku diçe pêşdikeve.

Çîroa 21’ê Sibatê

Di 21’ê Sibata  sala 1952’an de di navbera xwendekarên zanîngehê yên Bangladeşî ku ji bo tevgera Zimanê Bengalî tevdigeriyan û dixwestin zimanê Bengalî jî li Pakîstanê wekî zimanê fermî were qebûlkirin û polêsan de lêkdanek mezin pêk tê. Di vê lêkdanê de gelek xwendekarên Bangladeşî ji hêla polêsan ve tên qetilkirin. Bu vê egerê ev roj (21’ê Sibatê) wekî “Roja Zimanê Dayikê Ya Navneteweyê” tê pejirandin û pîrozkirin.

2473 ziman di xetereyê de ne

Li gorî agahiyên UNESCO’yê, di dinyayê de 2 hezar û 473 ziman di nav xetereyê de ne û bi tunebûnê rû bir û mane.

UNESCO vê xetereyê wekî sê pileyan bi vî awayî kategorîze dike û dibêje:

Zimanên ku di xetereyê de ne: “vulnerable” (şikestî)

Zimanên ku aşkera di xetereyê de ne “definitely endangered”

Zimanên ku hetabêbes di bin xetereyê de ne “critically endangered”

Zimanên ku bi tunebûnê rû bir û mane “severly endangered”

Ango mirov dikare bibêje ku zimanê dayikê pir şêrîne û ji zimanê dayikê şirîntir tiştek li ser rûyê dunyayê nîn e. Lê dijmin û neyarên gelê Kurd, zilm, zordarî, şidet û qirkirina çandî, siyasî û civakî li ser gelê Kurd dane meşandin û heyanî roja meya îro jî vê yekê didine meşandin. Dijmin tucarî rênedaye ku gelê Kurd jî mîna hemû gelê cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê û bi rengekî azad bipeyîve, bihizire, bi rengekî azad û bê tirs hizir û dîtinên xwe bîne ser ziman û binvîsîne. Ji ber ku ji her milî ve li ser gelê Kurd qirkirinekî bê sînor û ji her milî ve tê meşandin û ji dirêjiya dîrokê ve ev siyaseta qirkirinê ji milê neyar û dagerkerên ku desthilatiya xwe li ser Kurdistanê didine meşandin û heyanî roja îro jî ev yek bê navber berdewame.

Lê ji bona parastin û pêşxistina zimanê dayikê bi hezara rewşenbîr, nivîskar û rojnemevan hatin girtin, qetilkirin û gelek kovar, rojname, dezgehên radyo û TV jî hatin hatin girtin. Ev siyaseta qirkirina çandî, siyasî û civakî û axlaqî bi rengekî rêk û pêk li her çar parçên Kurdistanê û bi riya hêzên serdestî Kurdistanê birêve tê meşandin û heyanî îro jî tê meşandin. Lê mirov dikare bibêje ku tekoşîna gelê Kurd li beramberî van hemû êrîş û qirkirinên ku têne jiyankirin û berxwedana ku gelê Kurd dide meşandin, bi xwere zimanê Kurdî zindî hişt, parast û roj bi roj pêşketin pêkanî. Ji ber ku gelek zimanê din jî mîna zimanê Kurdî rastî şidet û qirkirinê hatin, lê ew ziman ji holê rabûn û nikarîn ku hebûna xwe biparêzin. Lê zimanê Kurdî mîna zimanekî kevnar yê welatê agir û rojê û mîna celebek ji celebên zimanê Arî, bi riya berxwedan û tekoşîna gelê Kurd a bêhempa li ber xwe da û heyanî astekî gelek pêşketin û guhertin pêkanîn.

Ji ber vê yekê pêwîst e ku her malek bibe dibistanek û her mirovê ji dayik, çand, dîrok, welat û azadiyê hesdike, bi zimanê xwe bipeyîve, bixwîne û binvîsîne û xwe ji bin bandora qirkirina ku li ser civak, çand, axlaq û zimaê Kurdî tê meşandin rizgarbike. Ji ber ku çiqas asta berxwedan û tekoşîna gelê Kurd bi hêzbe, bi qasî wê hîn bêtir mirov dikarê bibêje ku zimanê Kurdî wê pêşbikeve û wê xwe ji pêla qirkirin û helandinê rizgarbike.