Rojnameya Ronahî

25 sal in ji Îmraliyê cîhanê ronî dike

Navenda Nûçeyan

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, der barê tecrîda 25 salan a li Îmraliyê axivî û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî tecrîd û îşkenceyê li ber xwe dide û Îmraliyê ronî dike.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Zindana Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Bi nivîsandina paraznameyên xwe yên ku herî dawî ji 5 cîldan pêk dihat, ji bo hemû civak û gelên cîhanê rê û nexşerêyek nû vekir. Paraznaznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi kurdî, tirkî, erebî, firansî, Îspanyolî û felek zimanên din hatine wergerkirin. Li gelek welatên ewropa û cîhanê li ser pirtukên Ocalan xwendin û niqaş tên kirin. Di 25 rojên dawî de li  Bakurê Kurdistanê 75 kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan Amarayê. Li welatên Ewropayê jî 25 kes 25 rojan meşiyan Kolnê û mîtînga herî mezin pêk anîn. Çalakî, meş, konferans û panêlên ji bo azadiya Abdullah Ocalan li gelek welatên cîhanê berdewam dike.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî û têkoşîna 25 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nirxandinên girîng kir.

Di ser komploya navdewletî ya 15’ê sibata 1999’an re 25 sal borîn. Kesên 25 sal berê komplo pêk anîn çi armanc kirin û çiqas gihiştin armanca xwe?

Abdullah Ocalan ji bo komploya ku 25 sal berê pêk hat gotibû ‘Di şexsê min de Lozan nûjen kirin”. Bi rastî jî dewletên ku di nava komployê de cih girtin, (DYA Ingilistan, Îtalya, Fransa, Almanya Rûsya, Yewmenîstan. Hwd) di heman demê de xwestin kurdan li dervê mafê hiqûqî bihêlin. Xwestin kurdan di nava 4 netew-dewletên ku wan ava kiribûn de bihelînin. Bi peymana Lozanê xwestin kurdan bikin tirk, fars, ereb û ji nasnameya wan dûr bixin. Bi vê peymanê protokola Amasya û Misak Milil ya welatê kurd û tirkan ê hevpar esas digirt, îxanet kirin. Peymana Lozanê wekî peymana aştiyê ya sexte (1923), imze kirin. Di dahurandinên dawî de bi Peymana Sykes Pîcot nexşeya erdnîgariya Rojhilata Navîn bi rastkêşan li netew-dewletan dabeş kirin û tescil kirin (1916). Ev jî dihat wateya tasyifekirina îtîfaqa kurd û tirkan a piştî 7 salan. Meclisa yekem ku ev yek îtîraz kir hat tasyifekirin. Meclisa duyemîn ku bi lîsteya navendî hat hilbijartin û piranî hevkarên Îngîlîstanê bûn, hat avakirin. Bi destê vê meclisa duyemîn peymana Lozanê hat erêkirin. Di encamê de gotin ‘Bila Mûsul-Kerkuk ji me re be û bila Kurdên Bakur ji were be. Hûn çi dikin ji wan bikin’. Bi vê yekê netew-dewletek biçûk a tirkan a bi xwe ve girêdayî ava kirin. Li hemberî vê yekê bi xala 44’emîn kurd li dervê hiqûqê hiştin. Bi rêya înkar, îmha û bişaftinê xwestin kurdan ji rûpelên dîrokê winda bikin. Ev bi erêkirina dewletên Rojava pêk hat. Piştî wê Destûra Bingehîn a yekperest, navendî, ya 1924’an ava kirin. Di 13’ê Sibata 1923’an de Komploya Pîranê, Plana Islahata Şerqê (15 Sibat 1925). Operasyonên tenkil, tedip û tirkkirinê heta 1970’an berdewam kir. Di salên 1970’ê êdî navê kurdan nedihat gotin. Têgeha Rojhilat nedihat gotin. Wekî Pirsgirêka Rojhilat, Ocaqên Kurd ên Şoreşger ên Rojhilat (DDKO). Di van salan de dema Abdullah Ocalan, ji bo qedera kurdan a li ser esasê înkar, îmha û windakirina di nava dirokê de biguherîne û ber bi azadiyê ve bibe, ket rê; li hemberî xwe ne tenê kesên feodal, paşverû, netew dewlet dît. Di heman demê de pergala Kapîtalîst a Cîhanû ku mîmarê netew dewletê dît. Ji ber ku kurdên azad ku li ser esasê hêza xwe ya cewherî, demokrat, sosyalist azad esas girt. Vê yekê jî statukoya wan a sed salan hilweşand. Listika wan a li ser kurdan û gelan xera kir. Ya herî girîng jî kurdên ku heta niha bûbûn leşkerên dewletê kirin, kurdên çalak û aktor. Ev yek nehat hesabê hêzên hemogoman û serdest.

Divê mafê parêzeran neyê astengkirin. Lê Îmralî di aliyê astengikirina mafê parêzeran de mînaka ewil e. Di mînaka Mandella û Guantanamo de jî mafê parêzeran nehat astengkirin.  Me got ku BMİHK’ê di vê mijarê de ji bo ku bi tu awayî hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re heyê astengkirin, du caran hikûmet hişyar kiriye. Hewldanên me di aliyê neqebûlkirina vê bêhiqûqîyê de ye. Dîsa ji bo mafê parêzeran ê karibe bi girtiyan rev hevdîtin bike ye. Girtîgehek Giravê 13 sal in di bin tecrîda giran de ye. Girtiyên li vê giravê nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Astengkirina hevdîtina parêzer û girtiyên vê giravê ne li gorî tu zagon û hiqûqê ye.

Yên ku hiqûq û azadiya kesekî din nas neke, dê hiqûqa xwe jî winda bike

Ji xwe CPT jî di biryara sala 2013’an de diyar kir ku astengiyên li pêş hevdîtina parêzer û girtiyan li dijî hiqûq û zagonan e. Diyar kiribû ku ev biryarek politik e. Ji kijan parêzerî bipirse bipirse, ev biryar nayê qebûlkirin. Parêzer bi vê hestiyarî û hişyariyê li rûmeta pîşeya xwe xwedî derketin û diyar kirine ku astengiyên li pêş parêzeran a çûyîna Îmraliyê nayê qebûlkirin. Hem CPT û hem jî BMİHK’ê diyar kiriye ku ev rewş nayê qebûlkirin. Ev ji destkeftiyekê zêdetir erka xwedîderketina rûmeta pîşe û parastina mafê xwe yê hiqûqê ye.

Mesele ewe ku biryar û pêşniyar bên qebûlkirin. Dîsa mesele ewe ku serdestiya hiqûqê esas bê girtin û derktetina vîneke siyasî ya ku bi Abdullah Ocalan re pirsgirêkan çareser bike derkeve holê ye. Ji ber ku ev pêk nayê, biryarên DMME’ê, biryarên CPT, biryarên Komîteyae Wezîran a Konseya Ewropayê û biryarên BMİHK’ê nakevin meriyete. Pir aşkere ye ku di çavkaniya vê pirsgirêkê de neçareseriya pirsgirêka kurd heye.

Derketina vîna siyasî ku bi BAbdullah Ocalan re pirsgirêkê çareser bike, tê wê qateyê ku kurdan û hiqûqê dixin nava hiqûqa gerdûnî. Ji xwe ji ber sed sal in pirsgirêka kurd li Lozanê de bê çareserî hatiye hiştin, komara Tirkiyê demokratik nabe. Di bingeha qeyrana edalet û hiqûqa Tirkiyeyê de, nenaskirina hiqûqa ji bo kurdan e. Yên ku hiqûq û azadiya kesekî din nas neke, dê hiqûqa xwe jî winda bike. Di tahlîla dawî de hat dîtin ku bi tena serê xwe têkoşîna hiqûqî encam nagire. Dema têkoşîna hiqûqî bi têkoşîna siyasî re bû yek dikare encamê bigire.