Rojnameya Ronahî

Ziman Hebûna Mirov e

Hêvî Melek/Qamişlo

Di 17’yê Mijdara 1999’an de, Meclîsa Netewên Yekbûyî ya Giştî biryar daye ku 21’yê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî bê pîroz kirin. Endama Komîteya Zimanê Kurdî Xecê Peyteka diyar kir ku ziman nasnameya  mirovan e.

Wekî ku tê zanîn ziman tişta herî girînge di jiyana her mirovekî de ye, ji ber ku ziman weke nasnameyeke tê dîtin. Ji ber vê yekê û ji bo parastina zimanê zikmakî, di sala 1999’an de, UNESCO’yê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ragihand.

Di derbarê Roja Zimanê Dayikê ya cîhanî de endama Komîteya Zimanê Kurdî Xecê Peyteka ji rojnameya me re axivî.

Ziman hebûna rastiya mirov û pêşketina wî ye

Xecê diyar kir ku di sala 1949`an de Pakistan xwest ku zimanê Ûrdî li herêma Bengladişê jî were ferzkirin û wiha domand: “Civaka Bengalî nerazîbûna xwe nîşan dan û zimanê Ûrdî nedipejirandin, ji ber vê yekê tevgerên li beramberî wê hatin meşandin û xwendekarên ku di zanîngeha Bengiladişê de dixwendin li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dan bi vê yekê çalakî hatin kirin. Herwiha ev jî bû sedema kuştina gelek xwendekaran. Ji wê rojê heta niha wek Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê pîrozkirin, keda şehîdên bengal tê bibîranîn. Sala 1999’an de, UNESCO’yê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kiriye û her sal di vê rojê de çalakiyên curbecur ji bo hişyariya ziman pêk tîne.”

‘Ziman nasnameya mirovan e’

Xecê da zanîn ku di bingeha xwe de navê wê tevgera roja zimanê dayikê piştre dibe roja zimanê dayikê yê cihanî û wiha got: “Ji sala 2000’an û şûn ve welatên ku bi UNESCO’yê ve girêdayî ne vê rojê pîroz dikin, ji ber ku di cîhanê de li gor lîkolînan zêdeyî 8 hezar ziman hene û ji wan jî ji sedî 40 ber bi mirinê ve ye. Li gorî DMB ku dibêje her 2 heftiyan zimanek dimire. Hewceyî gotinê ye ku dema zimaneke axêverê wê nemîne ew ziman dimre eger ew ziman di nav nifşan de derbasî nifşên din nebe ew ziman ber bi qirkirinê ve diçe.”

‘Dema ku ziman bê nirx be nasname bê nirx dibe’  

Endama Komîteya Zimanê Kurdî Xecê Peyteka di dawiya axaftinê xwe de da zanîn ku  divê her kesên  ku xwedî ziman bin, giringiya vê rojê bizanibin û hewildanên parastina zimanê xwe yê dayikê bikin û wiha got: “Divê ku zimanê neteweyî û zimanê nijadî tevlî hev nebe, ya girîng ew e ku divê her kes zimanê wan yê dayikê bibe zimanê wan yê jiyanî, lê îro şert û mercên heyî desthilatdarî nahêle ku ev yek pêk were ji ber ku siyaseta yek zimanî ji aliyê netewdewletan vet ê parastin ziman weke zindiyekî ye dema ku tiştek zindî neyê bikaranîn ew ê qels û lawaz bibe û piştre bimre ji bona wê jî ji bo ku mirin çênebe divê ziman were bikaranîna devikî û niviskî divê were kirin. Dema ku derfet ji zimanekî re neyê dayîn ev hişmendî di nava civakan bi xwe de di beramberî zimanê xwe de biçûkdîtinekê çêdike. Beriya şoreşa Rojava ewqas derfetên bikaranîna zimanê kurdî wekî piştî şoreşê nebûn ji ber ku ji dema ku perwerde bi zimanê kurdî tê dayîn ew ziman bêtir tê dayîn pêre jî nixê xwe çêdike, dema ku ziman bê nirx be netew û nasname bê nirx dibe.”