Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
Share on FacebookShare on Twitter

Remezan Olçen

Heftiya bihurî me li ser girîngiya strîna strana azadiyê nivîsî bû. Vê heftiyê werin em bi hev re li ser vê pirsê bifikirin.  Bi awaz û newaya strana azadiyê mirov dikare bi çi rengî ji bo gelekî hîn hebûna wî di metirsiyê de ye çebike? Em ê di demên qirkirinê de çawa bikaribin strana xwe ya azadiyê bistirên? Muzîk bi tilsim e, bi efsûn e li deriyê dil dide, ruh pê aş dibe. Hem ji bo kes wisa ye hem ji bo kom û civak. Ji ber wê hindê jî gelek girîng e ku mirov wî zimanî bikaribe bi hostatî bi kar bîne.  Ji bo vê jî hîs lazim e. Ev huner bi derewan pêş nakeve. Hîs derewan nakin. Hîsên derewîn jî tine ne. Madem hostatiya vê hunerê anîna ziman û îcrakirina wê hîse, nexwe divê ev huner xwe ji çavkaniyê xwedî bike.

Gelek stranên xweş hene ku di dewrekî de tên guhdarkirin û xîtabî dewrekî din nake. Ev jî heye, rast e lê hin stran jî hene ji dewrên kevn hea roja îro li ser zar û ziman e. Sedema xwe ew e ku ev stranên hanê xwe ji çavkaniya xwe qut nekiriye.  Têhna xwe bi çavkaniyê şikandiye. Din ava civakê de fesiliye û kemiliye. Bi civakê re, bi êş û şadiyên civakê re li hev hatiye lewma tê de nirx hene, nirxên civakê ku civak xwe tê de dibîne. Ji lewma jî dem ali wan stranan guhdar dike; dibe ya xwe, dibe xwe.

Di serdema bajarvaniyê de bi pergala modernîst, şêwaza danîna stranan jî guherî. Ji civakê zêdetir berê xwe da ferdên civakê. Têkçûn, veqetîn, hîcran û fîraxa kesî bû navenda danîna stranê û anîna ziman a wê melodram û trajediyê. Ji ber wê jî erê civaka ku ji kesan çêdibe heta radeyekê guhê xwe da van stranan lê li aliyekî dilê xwe jî tim dizanî ku ev strana han ne êş û ne jî şadiya wê dibêje. Ev li trajedya kesekî/ê guhdar dike û dixwaze xwe tê de bibîne lê naxêr ev nabe. Ev kiras li bejna civaka ku ji kesan çêbibe jî ji kesan mezintir e teng tê.

Ji ber wê jî di vî demî de ku civaka êşiyayî ya Kurd dixwaze li stranên xwe guhdar bike. Li Rojava li qadên şoreşa jinê bi saya sazûmaniyên wek Pargîn û Hunergeha Welat em dibînin ku bê ka mirov dikare çawa strann li deriyê dilê civakê dixe çawa dikare bê çêkirin? Dem ew dem e ku em van stranên xwe zêdetir bikin. Dem ew dem e ku em hîn bêhtir li nava civakê li gorî rastî û heqîqeta wê stranên azadiyê çêbikin. Li her gotin û her dengê newaya xwe baldar bin ku em bizanibin ew stran wê bibe drewşa civaka me ku pê dimeşe azadiyê.

Em ji bîr nekin ku Zerdeştê Kal jî bi Gathayên xwe yên ku hemû stran bûn, felsefeyeke nû danî. Rêya azadî û felatê ji qewmên Medya re nîşan da û Med bi wan Gathayan bi ser dijminên xwe ve meşiyan û bi ser ketin. Awaz û Newa ji ber wê dema heqîqetê tînin ziman û civak bi wê heqîqetê dimeşe tu hêz nikare xwe li ber wê civaka ku strana azadiyê distirê xwe bigre û bisekine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.