Rojnameya Ronahî

BI KURTÎ JIYANA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Rêber Abdullah Ocalan, 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê hat dinyayê. Zarokatiya Rêber Apo li gundê Amarayê derbas bû. Malbata wî wekî “Malbata Ocê” tê zanîn û paşnavê xwe ji “Ocê” digirin.

Navê dayika Rêber Apo Uveyş e, û navê bavê wî Omer e. Dayika Uveyş di sala 1918’an de hat dinê û di 11’ê Nîsana 1993’yan de jiyana xwe ji dest da. Dîroka jidayikbûna bavê Wî Omer 1900 e. Di 17’ê Mijdara 1975’an de jiyana xwe ji dest da. Dayika Uveyş hevjîna duyemîn a bavê Rêber Apo ye. Ji hevjîna wî ya yekemîn 9 kurê wan çêbûn, feqet hemûyan jî di temenên biçûk de jiyana xwe ji dest dan. Gulsum a ku zaroka wan a dehemîn e, sax ma. Ji ber ku wî û hevjîna xwe ya yekemîn Eyşe li hev nekirin dest ji hev berdan. Li ser vê yekê di sala 1938’an de bi dayika Uveyş re zewicî. Ji vê zewacê heşt zarokên wan çêbûn. Çar xwişkên Rêber Apo; Hewa (1944), Ayn (1946), Fatma (1953) û Kevser (1955) û sê birayên Rêber Apo; Mehmet (1951), Osman (1956) û Alî (1959) ne. Li gorî dîrokên jidayikbûnê rêza xwişk û birayên Rêber Apo wisa ne: Gulsum, Havva, Ayn, Abdullah, Mehmet, Fatma, Kevser, Osman û Alî. Birayê wî Alî di 13 saliya xwe de (sala 1972) jiyana xwe ji dest da.

Rêber Apo, di Îlona sala 1958’an de li gundê cîran ê bi navê Cîbînê dest bi dibistana seretayî kir û domahiya 5 salan li vê dibistanê xwend. Di payiza 1963’yan de li navçeya Nîzîp a Dîlokê dest bi dibistana navîn kir û domahiya 3 salan li vir xwend. Dûvre di sala 1966’an de Lîseya Pîşeyî ya Tapo Kadastroyê ya li Enqerê qezenc kir û li vir xwend.

Dema ku li Lîseya Pîşeyî ya Tapo Kadastroyê bû fikrên sosyalîstî nas kir. Di dema lîseyê de piştî ku pirtûka Leo Huberman a bi navê Alfabeya Sosyalîzmê xwend li beramberî Marksîzmê eleqeya wî çêbû.

Di sala 1969’an de lîse qedand û payiza heman salê li Amedê wekî Teknîsyenê Kadastro û Tapokirinê dest bi kar kir.

Ji Lîseya Ziya Gokalp a Amedê dîploma girt û di sala 1970 de Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê qezenc kir. Tayîna xwe jî bir navçeya Bakirkoy a Stenbolê û li vir hem çû zanîngehê hem jî xebitî. Di van deman de rêxistinên Dev-Genç (Ciwanên Şoreşger) û DDKO (Ocaxên Çanda Rojhilat a Şoreşgerî) bi bandor bûn. Rêber Apo bi herduyan re jî eleqedar dibû, encax bi awayekî fermî bû endamê DDKO’yê. Li beramberî Mahîr Çayan, ku yek ji rêberên şoreşger ê demê bû, xwedî sempatiyeke mezin bû.

Rêber Apo xwe gihand dereceya pêwîst a dersan û li ser vî esasî mafê xwe yê “derbasbûna ufqî” bi kar anî, di payiza 1971’an de derbasî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê bû. Piştî ku derbasî vê fakulteyê bû sempatiya wî ya li beramberî Mahîr Çayan zêdetir bû. Reva Mahîr Çayan a ji Girtîgeha Maltayê bi gotinên “lehengane bû” anî ziman. Feqet ev reva wan di 30’ê Adara 1972’yan de li Kizildereyê bi qetlîamê bi encam bû û Rêber Apo li dijî vê qetlîamê ji bo çalakiyên boykotê pêşengî kir. Li dijî qetlîama Kizildereyê bi boykotkirin û belavkirina danezanan bersiv da. Ji ber vê yekê di 7’ê Nîsana 1972’yan de hat binçavkirin. Piştî êşkenceya 21 rojan hat girtin û li girtîgeha Mamakê 7 mehan hat ragirtin. Di 24’ê Cotmeha 1972’yan de hat berdan.

Ji zivistana ku sala 1972’yan digihîne 1973’yan û bi şûn de li maleke Enqereyê ya di navbera semtên Bahçelîevler-Emekê de li gel Hakî Karer û Kemal Pîr ma. Gotina “Kurdistan Mêtingeh e” cara yekemîn ji Hakî Karer re got. Ji vê û şûn de bi awayekî fermî ket nava rêxistinkirina koma Kurdistanî. Civîna xwe ya yekemîn li gel wî bi tevlîbûna 6 kesan di Newroza sala 1973’yan de li Bendava Çûbûk a li Enqereyê li dar xist.

Di 8’ê Nîsana 1974’an de rêxistinên ciwanan di asta kongreyekê de civînek li dar xistin û di encama wê de li ser navê Koma Apocî Rêber Apo û Hakî Karer ketin nava rêveberiya Komaleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê (Ankara Demokratik Yüksek Öğrenim Derneği-ADYÖD). Rêber Apo wekî rêveberiya ADYOD’ê xebatên ciwanan ên Tirkiyeyê meşand û li gel vê xebatên koma “Şoreşgerên Kurdistanê” ya ku di 1973’yan de dest pê kir jî zêde kir. Di 4’ê Kanûna 1974’an de dewleta Tirk bi ser ADYOD’ê de girt. 162 ciwanên şoreşger ên li komaleyê bûn hatin binçavkirin. Di nava wan de Rêber Apo jî hebû. Yên hatin binçavkirin piştî hefteyekê hatin berdan. Encax ADYOD di 10’ê Kanûna 1974’an de bi biryara Fermandariya Rewşa Awarte hat girtin.

Di zivistana 1975’an de di destpêka sala 1976’an de Rêber Apo li gel Mehmet Hayrî Durmuş yekemîn gelaleya Manîfestoyê nivîsand. Ev manîfestoya 70 rûpelî wê çaxê nehat weşandin. Dûvre ji bo manîfestoya “Rêya Şoreşa Kurdistanê” bû bingeh. Wekî yekemîn belgeya nivîskî derbasî dîrokê bû û ji bo demê bû materyalê bingehîn ê perwerdeyê.

Ji bo ku danehev û têkoşîna azadiyê derbasî Kurdistanê bibe û biryara girseyîbûnê bigire di navbera 31’ê Kanûna 1976’an-1’ê Çileya 1977’an de li maleke li semta Dîkîmevî ya Enqereyê civîneke dîrokî hat lidarxistin. Di vê civînê de biryar hat girtin ku kom bi navê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê (Kürdistan Devrimci Gençlik Birliği) xebatan bimeşîne. Rêber Apo piştî civînê ji bo ku karibe fikrên xwe bigihîne Kurdistanê ger û civînên wekî “Sefera Kurdistanê” tê zanîn da destpêkirin û bi rêzê çû bajarên Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dersîm, Çewlik, Xarpêt, Amed, Riha û Dîlokê.

Rêber Apo û Kesîre Yildirim, di 24’ê Gulana 1978’an de bi fermî mehra xwe birîn. Kesîre Yildirim, dûvre di Kongreya Sêyemîn a PKK’ê de hat dahûrandin, pratîkên wê yên di nava PKK’ê de hatin mehkûmkirin û statuya wê ya kadrotiyê hat xistin. Di destpêka sala 1987’an de li Atînayê ku ji bo xebatên Ewropayê çibû, bi alîkariya îstixbarata Yewnan reviya.

Rêber Apo di dawiya Gulana 1978’an de çû Amedê û careke din jî li Enqereyê venegeriya. Li bînayeke 4 qatî ya li semta Şehîtlîk a Amedê malek girt û li vir bi cih bû.

Di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya bajarê Amedê Kongreya Damezrandinê ya PKK’ê li dar xist û kongreyê Rêber Apo wekî Sekreterê Giştî yê PKK’ê hilbijart.

Rêber Apo piştî ku his kir darbeya eskerî nêz dibe derbasî Rihayê bû, li wir domahiya 40 rojan xebat meşandin û di 2’yê Tîrmeha 1979’an de bi dizî ji Rihayê derbasî wî alî sînor Kobanê bû. Dûvre ji bo ku li gel rêxistinên Filistînî peywendiyê deyne ewilî çû Şamê û dûvre jî derbasî Beyrûdê bû. Bi kadroyan re mijûl bû û giranî da xebatên perwerdeyê. Rêber Apo, piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980 li vê sehayê amadekariyên têkoşîna gerîla meşand. Piştî salên têr û tijî bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an têkoşîna PKK’ê gihand merheleyeke nû.

Kongreya Sêyemîn a ku di dîroka PKK’ê de xwedî cihekî girîng e, di 25-30’ê Cotmeha 1986’an de li kampa Helwe ya li Lubnanê hat lidarxistin. Kongre ji aliyê Rêber Apo ve hat birêvebirin. Bi rêka Akademiya Mahsûm Korkmaz ku bi biryara Kongreya Sêyemîn hat avakirin perwerde gihişt asteke akademîk. Bi rêka vê pêngava perwerdeyê ku ji bo bîranîna Mahsûm Korkmaz (Egîd) hat destpêkirin ev xebatên ji bo ku gihandina milîtanên li ser xeta Rêbertiyê hatin meşandin bêyî navber heta sala 1992’yan dewam kirin. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk nakokiyên di navbera Îsraîl û Sûriye-Lubnanê de ji xwe re kir bingeh û ji bo ku Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê bê girtin zext li van herdu dewletan kir. Li ser vê yekê Akademiya Mahsûm Korkmazê di Tebaxa 1992’yan de perwerde sekinand. Rêber Apo, xebatên perwerdeyê li malên li Şamê domand. Carina komên ku perwerdeyê dibînin li hev civand, nirxandinên giştî pêş xist û nîzama Akademiyê berdewam kir. Di sala 1993’yan de cihê ku ji bo hevalên birîndar lê tedawî bibin û bimînin hatibû girtin bi hin vesaziyên avaniyê wekî dibistan hat veguherandin. Bi vî rengî Dibistana Navendî ya Partî hat avakirin. Dibistana Navendî ya Partiyê yekemîn dewreya xwe ya perwerdeyê di zivistana 1993-1994’an de pêk anî. Ji ber ku dibistan li Şamê bû perwerdeyên pratîkî nehatin dayîn, lê bernameya perwerdeya teorîk bi nîzama Akademiya Mahsûm Korkmaz hat meşandin. Rêber Apo heta ku di sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket jî li Şamê ev xebat meşandin.

Di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê li nêzî Dibistana Navendî ya Partiyê seyareyeke teqemenî barkirî hat teqandin û bi vî rengî li dijî Rêber Apo hewldaneke sûîqestê hat pêşxistin.

Komploya Navneteweyî ya ku wekî êrîşa îmhakirina Rêber Abdullah Ocalan hat pêşxistin, biryara DYE, Îngilîstan û Îsraîlê bû. Rêveberiya DYE jî ew plan kir û bi rê ve bir. Di Komployê de rêveberiya Husnu Mubarek a li Misrê, rêveberiyên Yewnanîstan, Rûsya û Kenyayê bi roleke çalak rabûn. Rêveberiya DYE di komployê de pêdivî bi kê ditîbe û jê alîkarî xwestibe ew alîkarî jê girtiye.

Li ser daxwaza rêveberiya Sûrî, Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi balafirê ji Sûrî derket û şeva heman rojê çû paytexta Yewnanîstanê Atînayê. Lê belê, ruxmî ku li ser navê rêveberiya Yewnanîstanê hatibû vexwendin jî ji aliyê Şefê Îstixbaratê yê Yewnanîstanê ve têketina wî ya Yewnanîstanê hat astengkirin. Rêber Apo bi balafirê derbasî paytexta Rûsyayê Moskowayê bû û domahiya 33 rojan li Moskowayê ma. Meclîsa Dûmayê mafê îltîcayê da Rêber Apo. Encax rêveberiya Rûsyayê li beramberî “Projeya Herikîna Şîn (Blue Stream)” ji Rêber Apo xwest ji Rûsyayê derkeve. Piştî ku rêveberiya demê ya Îtalyayê germ nêz bû Rêber Abdullah Ocalan di 11’ê Mijdara 1998’an de bi rengekî nîv-fermî çû Romayê. Li balafirgeha Leonardo Da Vîncî hat binçavkirin. Ewropayê Rêber Apo wekî “persona non grata”, yanî “kesê ku nayê xwestin” îlan kir û ji bo ku neçe devereke din hemû rê li ber girtin. Li ser helwestên neyênî yên rêveberiyên Fransa û Elmanyayê rêveberiya Îtalyayê ket zehmetiyê. Li ser vê yekê Rêber Apo derketina ji Romayê guncav dît û di 16’ê Çileya 1999’an de dîsa çû Rûsyayê. Bi planeke ku tê de îxanet jî hebû ji Rêber Apo re hat gotin ku “Xwestekên te ji aliyê hikumeta Rûsyayê ve hatine qebûlkirin” û bi vî rengî Rêber Apo ber bi Rûsyayê ve hat arastekirin. Piştî sê rojan di 20’ê Çileyê de ji bo ku di ser Ermenîstanê re derbasî Kurdistanê bibe derbasî balafirgehê hat kirin. Encax di kêliya dawî de hat gotin ku ev pêk nayê û bi zorê li balafireke kargo siwar kirin û birin paytexta Tacikîstanê Dûşanbeyê. Li Tacikîstanê li maleke gund nêzî hefteyekê hat girtin û di 28’ê Çileyê de careke din anîn Moskowayê. Li ser esasê qaşo “qebûlkirina rêveberiya Yewnanîstanê” di 29’ê Çileya 1999’an de bi balafirê careke din derbasî Atînayê hat kirin. Çend rojekî li vir ma. Dûvre şeva 31’ê Çileyê li hewayê hat gerandin û daket paytexta Rûsyaya Spî Mînskê. Li wir ji balafirê daneket û ji wir derbasî Girava Korfû ya Yewnanîstanê hat kirin. Li vir du rojan ma. Li ser navê hikumeta Yewnanîstanê soz hat dayîn ku “wê wî bibin Efrîkaya Başûr” û di 2’yê Sibata 1999’an de ew birin Sefaretxaneya Yewnanîstanê ya li paytexta Kenyayê Naîrobiyê.

Polîsên Kenyayî Rêber Apo bi darê zorê ji Sefaretxaneyê derxistin, ji yên li gel wî cuda kirin û dûvre bi seyareyeke bi modela cîpê revandin. Li ser esasê hevpeymana CIA-MÎT’ê û bi erêkirina rêveberiya dewleta Tirk li balafirgeha Naîrobiyê teslîmî kontrgerîlayên Tirk hat kirin. Dîrok 15’ê Sibata 1999’an bû. Balafireke ku dewleta Tirk kirê kiribû Rêber Apo ji Kenyayê girt, di ser Misrê re bir Stenbolê. Di 16’ê Sibatê de di saet sisê û nîvan de balafirê li Stenbolê depoya xwe ya sotemiyê tijî kir û dûvre derbasî Bandirmayê bû. Ji vir bi keştiyeke eskerî Rêber Apo birin girava Îmraliyê. Îmralî, giraveke girêdayî Bûrsayê ye. Demeke dirêj wekî girtîgeheke nîv-servekirî hat bikaranîn. Piştî komployê ji nû ve hat dîzaynkirin. Heta pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Îmraliyê 247 hikumxwar hebûn. Piştî vê, sîstema Îmraliyê wekî sîstemeke qirkirinê ya yek kesî hat vesazkirin. Rêber Apo li Îmraliyê bi statuyeke rehîne ya li derveyî hiqûqê û di nava şert û mercên tecrîda mûtleq û êşkenceya sîstematîk de tê ragirtin. Sîstem û rêzikên Îmraliyê ji nû ve hatin avakirin û statuyeke taybet hat pêşxistin. Êşkence û tecrîd bi rêkên derveyî hiqûqî bi hiqûqa komployê hatin fermîkirin. Rêber Apo di nava şert û mercên qirkirin û êşkenceya Îmraliyê de nefes bi nefes xebitî, ji bo ku karibe Tevgera Azadiyê pêş bixîne û tevkariyê li pêvajoyê bike her tim nirxandin û perspektîf pêş xistin. Beşeke mezin a paraznameyên xwe di nava şert û mercên hucreya di nava hucreyê de nivîsand. Di dema nivîsandinê de jî bi piranî pirtûkên ku li ser lêkolîn dikirin, pênûsa ku pê dinivîsand û kaxizên ku li ser wan dinivîsand dihatin desteserkirin. Ruxmî van şert û mercan jî paraznameyên xwe nivîsandin.

Dadgeha Îmraliyê di 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê îdamê li Rêber Apo birî. Feqet têkoşîna ku gelê Kurd û dostên wê bi pêşengiya çalakgerên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibatê û dîsa di dema mehkemeyê de meşandin, her wiha têkoşîna gerîla nehişt ev biryar bê pêkanîn. Li ser vê yekê di 2’yê Tebaxa 2002’yan de ji qanûn û destûra bingehîn cezayê îdamê hat derxistin û li şûna wê “hepsa muebbet a girankirî” hat bicihkirin. Bi vî rengî cezayê îdamê yê ku li Rêber Apo hatibû birîn di warê hiqûqî de jî hat guhertin.

Rêber Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 2005’an de bi danezanekê wekî pergala gel a demokratîk damezrandina Sîstema Konfederalîzma Demokratîk (KCK) îlan kir.

Di 14’ê Sibata 2007’an de li gorî rapora ku gihişt PKK’ê doktoran tespît kirin ku Rêber Apo bi jehra arsenîkê tê jehrîkirin. Doktorê ku li Îtalyayê tetkîk kirin di 1’ê Adarê de ev encam bi raya giştî re parve kirin.

Di 2’yê Tîrmeha 2008’an de ruxmî ku di talîmnameya girtîgehê de tine ye jî ji Rêber Apo re gotin ku ew ê porên wî traş bikin û porên Rêber Apo bi zorê jê kirin.

Di 17’ê Mijdara 2009’an de hucreya lê dima hat guhertin û ew birin odeya 6 metrekaroyî ya ku wekî “çala mirinê” bi nav kir. Ev wekî ceza danê. Heman salê ji bo ku raya giştî ya hundirîn bixapînin û zexta raya giştî ya derve kêm bikin 5 endamên PKK’ê derbasî Îmraliyê kirin. Hevdîtina Rêber Apo û hevalên din ên rehîne yên birin Îmraliyê jî bi temamî bi pêkanînên keyfî tê diyarkirin. Îro li Îmraliyê li gel Rêber Apo 3 rehîneyên din ên PKK’yî tên ragirtin.

3’yê Çileya 2013’an cara yekemîn heyeteke sivîl a ku ji parlamenterên HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) û nûnerên dewletê pêk dihat çû girava Îmraliyê.

Sifatên Rêber Abdullah Ocalan ên ku îro bi awayekî fermî tên bikaranîn ev in: Rêberê PKK’ê, Rêberê Gelê Kurd, Rêberê Konfederalîzma Demokratîk.

Aîdî Rêber Apo gelek belge, nivîs, dahûrandin (nivîskî û dîtbarî), broşur, nivîsên berhevkirî, peyam, not, perspektîf, talîmat hene. Her wiha zêdetirî sed berhemên wî yên wekî pirtûk hene û ev ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.

 

WEŞANÊN AKADEMIYA ZANISTÊN CIVAKÎ YA ABDULLAH OCALAN