Rojnameya Ronahî

`Parastina çand û kelepora Efrînê Erka Hemû Gelê Efrînê Ye`

Zana Roj/ Şehba

Komîteya Lêkolîn û Parastina Keleporî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Pêşengeha wêneyan a bi navê “Efrîn warê bav û kalan e” li dar xistin. Berdevkê Komîteyê Ebdîn Dîcle da zanîn ku pêşengeh xwe dspêre wêneyên kevnar ên herêma Efrînê da ku ew jiyan neyê ji bîr kirin.

Komîteya lêkolîn û parastina keleporî ya girêdayî Desteya Çand û Hunrê ya Kantona Efrîn û Şêhbayê ji zû de hatiye avakirin. Ev komîte ji bo belgekirin û parastina çandên cih û waran herwiha çanda Efrînê yê kevnar diparêze û di vê çarçûveyê de gelek xebat li herêma Şehbayê hatine pêşxistin û çalakî hatiye orgenîze kirin. Li herêma Şehbayê 2 emîn pêşengeh ji aliyê komîteya lêkolîn û parastina kelepûrî tê li dar xistin. Têkildarî pêşengehê endamê komîteyê Ebdîn Dîcle ji rojnameya me re axivî.

“2 emîn pêşengeh bi 86 wêneyan hat lidarxistin”

Ebdîn di destpêkê de diyar kir ku ev 2 emîn pêşengehe ku tê lidar xistin û wiha got: “Piştî derbas bûna me ji herêma Şehbayê re û avakirina komîteyê, yekemîn pêşengeh hat li darxistin li ser jiyanan gelê Efrînê di nava kampan de. Herwiha derxistina asta berxwedaniyê û zehmetiyên ku rû bi rû pê re dimînin bi riya wêneyan me xwest em rave bikin. Ew pêşengeh gelek serkeftî bû, vê carê jî bi 86 wêneyan me xwest bi riya pêşengeh û wêneyan re jiyana gelê Efrînê di herêma Efrînê de, herwiha çanda kevnar a Efrînê bidin derxistin. Da ku dîmen û şêwazê jiyana ku li Efrînê dihat jiyan kirin neyê ji bîr kirin û bibe dîrokek di hafîzeya nifşên nû de”.

“Pêşengeh xwe dispêre arşîva bi dehê salan”

Herwiha Ebdîn bal kişand ser xala ku ev wêne çawa hatine komkirin û gihîştine pêşengehê û wiha domand: “Bi rastî ev pêşengeh ji zûve amedekarî jê re dihate kirin û gelek wêne û dîmen ji zûve hatin girtin û amedekirin. Bi taybet piraniya van wêneyan ji arşîva ku min bi destê xwe girtiye û derbasî herêma Şehbayê kiriye pêk tên. Hîn dema ku em li Efrînê bûn her tim min wêne û dîmenên gel, zarok, şonwar, kevneşopiyên civakê û xwezaya Efrînê digirt. Dibe ku dema min ev wêne digirtin min ne dizanî ku wê rojek bê û emê di nava êşên gelek mezin re derbas bibin û ev wêne wê di vê pêşengehê de werin pêşandan. Di vê pêşengehê de me arşîva xwe ya pir kevin esas girt, hin caran ji bo ev pêşengeh temam bibe me wêne ji dîmenan derxistin”.

“Parastina nirxên Efrînê erka me ye”

Ebdîn anî ziman ku parastina çanda bav û kalan li ser milê hemû gelê Efrînê ye û divê neyê ji bîr kirin û wiha bi dawî kir: “Armanca me ya sereke ew e ku em çanda resen a herêma Efrînê biparêzin û ev nirx neyê ji bîr kirin. Herwiha parastina vê çandê û dîroka ciyayê Kurmênc erka tavahî gelê Efrînê ye li ku dibin bila bibin ev yek erkê me yê sereke ye. Çanda ku bav û kalên me, dapîrên me li ser mezin bûne nasnameya me ya hebûnê temsîl dike û ger ev çand nebe em jî nîn in”.