Rojnameya Ronahî

‘Pêşbirka helbesta Ciwanan pêşxistina helbesta kurdî ye’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan ya ku HRRK’ê di 1’ê Çileyê de dest pê kir, didome. Girêdayî vê yekê jî, Mistefa Ebdo diyar kir ku armanca me ji pêşbirkê pêşxistina ciwanên kurd yên Rojava ye. Herwiha Ebdo da zanîn heya niha 23 helbestvan di pêşbirkê de beşdar bûne û pêşbînî hene ku wê hejmara kesên beşdar ji pêşbirka sala borî zêdetir bibin.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan yek ji xebatên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, HRRK’ê ye.

Ev pêşbirk bi taybet ji bo ciwanên kurd ên Rojava ye, di 1’ê çileya 2023’an de hat destpêkirin û salane ye. Heriwiha ev pêşbirka Helbesta Ciwanan a 4’an ku li ser asta Rojava tê li darxistin.

Girêdayî Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan, Cîgirê Serokê HRRK’ê, Mistefa Ebdo ji Rojnameya me re axivî.

Rêbaz û mercên beşdarbûna pêşbirkê

Mistefa Ebdo di derbarê merc û awayê tevlîbûna helbestvanan ji bo pêşbirkê de wiha dest nîşan kir: “Me ji destpêka salê ve destpêkirina Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 4’an bi hevkariya Rêxistina Canê Xelef  a Xêrxwaziyê ragihand. Armanca me ji vê pêşbirkê ew e ku helbestvanên xwe yên ciwan bi çand û zimanê xwe ve werin girêdan û helbesta kurdî li pêş bixin. Herwiha vekirina derfetê pêşxistinê li pêşiya helbestvanên xwe yên ciwan. Kesên ku dixwazin tevlî vê pêşbirkê bibin, helbestên xwe bi riya îmêlê ji me re dişînin û piştre dinirxînin. Ev pêşbirk xwedî mercên taybet in û divê helbestvanê ku bixwazin tevlî pêşbirkê bibe, şert û mercan pêk bînne. Mercên pêşbirkê jî ew in ku helbest bi kurdî be, helbestvan ji Rojava be, temenê wî/wê ji 18‘an heya 30’î be, helbest berî niha li tu deveran nehatibe xwendin. Di heman demê de malikên helbestê ji 10 heya 50 malkan pêk werin û çênabe helbestvanên ku di pêşbirkên bûrî de bi ser ketibin, careke din beşdar bibin. ”

Pêngava nirxandina helbestan û rewşa pêşbirkê

Mistefa têkildarî pêngava nirxandin û rewşa Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan de wiha axivî: “Piştî ku kesên beşdar helbestên xwe dişînin ji me re û helbest tên komkirin, her helbestek jimarek jê re tê çêkirin, êdî tu kes wê helbestê nas nake. Piştre diçin ji qomîteya nirxandinê re, ev qomîte jî ji nêzî 5 kesên helbestvanên pispor û rexnevanan pêk tê. Di destpêkê de van helbestan dixwînin û dinirxînin. Herwiha da ku bi awayekî veşartî helbest werin nirxandin û bêalîbûn pêk were di vê pêngavê de, û nizanibin ev helbest a kê ye. Dema helbestek ji me re tê, hejmareke taybet  ji bo her yek tê destnîşankirin. Hejmar û navê xwediyê helbestê, li cem me ye û endamên komîteya nirxandinê bi van agahiyan nizanin. Di warê rewşa pêşbirka helbestê de jî em dibînin ku her diçe asta beşdarbûnê li pêş dikeve. Di pêşbirka Helbesta kurdî ya Ciwana ya 4’an ast û hejmara helbestên ku beşdar dibin ji yên berya xwe baştir û bêhtir e. Hêjayî gotinê ye ku heya niha 23 kes tevlî vê pêşbirkê bûne. Herwiha li gor tevlîbûnê jî, pêşbîniyên me hene ku wê hejmara kesên beşdar ji yê pêşbirka sala bûrî bêhtir bin. Kesên beşdar ji tevahiya Rojava ne û mijarên helbestên wan cihêreng in, lê bêtirî wan li ser welat û kurdperweriyê ne. ”

Encam û xelat

Mistefa Ebdo girêdayî encam û xelatên Pêşbirkê de wiha anî ser ziman:“Deriyê beşdarbûna di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan de heta 10’ê Adarê berdewam e. Piştre wê helbestên ku hatine komkirin werin nirxandin. Di dawiyê de  wê navên kesên serkeftî jî di 29’ê Adarê de bi  kongireke rojnamevaniyê de û bi awayekî zindî, li navenda HRRK’ê werin ragihandin. Wekî tê zanîn jî 3 helbestvan bi 3 astan xelatên pêşbirkê werdigirin û di dawiyê de şahiyek ji kesên serkeftî re tê li darxistin. Xelata helbesta ku asta yekem werdigire 500 dolarê Amerîkî ye, ya 2’yan 300’ e û ya 3’yan jî 200 dolar e. Herçendî ku xelat pere bin jî, lê armanc jê ew e ku em hanedanê bi ciwanên xwe re çêkin û bi riya vê pêşbirkê afrîneriya xwe derxînin holê. ”

Astengî

Cîgirê Serokê HRRK’ê Mistefa Ebdo di derbarê astengiyên beşdarbûba di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 4’an de wiha axivî: “Armanca me ji vê pêşbirkê ew e ku ev çalakî bibe derfetek li pêşiya ciwanên kurd ku karibin derbirîn û hestên xwe bidin diyarkirin û xwe pêş bixin. Lê hin astengî derdikevin pêşiya ciwanên Rojava û rê li ber beşdarbûna wan di pêşbirkê de tê girtin. Yek ji van astengiyan jî êrişên dagirkeriya Tirk yên bênavber li ser herêma me ne. Ev êriş ewlehiya Rojava û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike xeteriyê û bandorê li beşdarbûna ciwanan ji pêşbirkê re û berdewambûna tevahiya çalakiyên HRRK’ê dike. Gelek ciwan yên Serêkaniyê, Girê Sipî û hwd… ji ber dagirkeriyê nikarin tevlî pêşbirkê bibin. Herwiha ciwanên Efrînê yên ku li Şehbayê û Helebê dimînin, ji ber dorpêçaê nikarin tevlî pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan bibin. Li aliyekî din jî gelek kes hene dixwazin tevlî pêşbirkê bibin lê temenê wan yan mezin e yan jî biçûk e û temenê wan ne li gor mercên beşdarbûnê ye. ”