Rojnameya Ronahî

Meha reş meha Sibatê

Hafiz Ahmet Turhalli

Milletê me meha Sibatê wek mehekî reş û tarî pênase dike. Çîrokên vê mehê jî meşhurin. Di nava me Kurdan de ev meh di xwezaya xwe de jî weke mehekî dîn û har tê naskirin.

Lewre meha Sibatê di rewşa xwe ya hewayê de jî weke mehekî tevlîheve.

Di hawîrdorên me de ji vê mehê re di gotin meha dîn û gêj.

Ji ber hewa wî, carna xwe dike rengên rojên biharê.

Lê rojekî dîtir kare bibe çile, berf, baran, bahoz û tîpî kû jiyanê jî bi dawî bike.

Li gor çîrokê carekî dîsa di meha Sibatê de, hewayek xweş çêbuye. Henekî ji gundiyan pezê xwe birine ber bi zozanan dakû wan biçêrînin. Pez nêzî waran dibe û ji gund dûr dikeve. Nişkeve bahoza Sibata gêj û dîn, destpêdike, berf û bahoz çav çavan nabîne. Şivanên kû pêz birine zozanan ji bo çêrê, bi teva pezê xwe, jiyana xwe ji dest didin.

Ev çîroka han, di jiyana me Kurdan ya siyasî de jî, buye rastiyekê dîroka me. Di şoreşa Şêyx Seîd û hereketa wî ya bi navê Azadiyê de ev meh, ji hêla Kemalîstan ve weke mehekî têkbirina şoreşa Kurd hatiye plan kirin.

Di sêzdehê meha Sibatê de li navçeya Amed Pîranê, dewleta komploger dek û dolab li pêşiya Şêxê kal danî û prokasyona kuştina leşkerên xwe pêk anî. Henekî leşkerên xwe dan kuştin û nehîşt tevgera azadî amadebaşiyên xwe bigîhîjîne encamê. Ev hereket bi dîlgirtina Şêx, têk bir û rêberê bizavê hemû hatin sêdare kirin.

Pazdehê meha Sibatê 1999 de jî serokê gelê Kurd Rêber Apo, bi hevkariya desthilatên cîhanê, hate dîl girtin. Bi vî awahî plan danîn ji bo gelê Kurd bi temamî têk bibin.

Bîst û nehê meha Hezîranê Şêx sêdarê xistin û biryara dardekirina Rêber Apo jî, heman rojê dan.

Lê vê carê, serokê gelê Kurd û gelê azadîxwaz neyarên xwe yên dîrokî nas kiribûn û li gor wê xwe birêxistin kiribûn.

Raste cezayê sêdarê dan Rêber Apo jî, lê feraseta wî û rêxistina kû wî ava kiribû, encamên cudatir derxistin holê. Qatilên Kurdan dewleta Kemalîst gotin; me Şêxê kal sêdarê xist û me Kurdistan xiste gorê. Emê Rêbe Apo jî sêdarê bxin û vê pirsgirêkê ji holê rabikin.

Ji bîr kiribûn ku Rêber Apo: amadekariya xwe ya rêxistinî, leşkerî, bîrdozî û sîyasî gellekî cuda çêkiribû. Kemalîstan digot: „me Abdullah Ocalan dîl girt, emê rêxistina wî jî bela wela bikin“.

Bizava hemdem, serokatî û rêxistina wê, wek pola berxwe dan û têk neçûn. Berovajî planên dijminan, xwe ji bo şerekî dûr û dirêj amade kiribûn. Ev bîst û pênc salin, Rêber Apo dîl hatiye girtin. Lê rêxistin û milletê wî, her diçin mezintir û frehtir dibin. Abdullah Ocalan di nava cîhana mirovahîyê de, di dilê mirovên xwe de wîjdan û di dîrokê de jî cîhê xwe zêdetir girtiye.

Belê neyarên me dixwazin ji bo milletê me, meha Sibatê bikin meha têkbirina Kurdan. Lê piştî meha Sibatê, meha Adarê tê.

Adar Newroz e, Buhar e, jiyane ji bo xwezayê, azadiye, serkeftin û pêşveçuna gelê meye. Têkçûna Dehhak û serkeftina Kawaye.

Meha reş ji hêla bizava neteweya Kurd û serokê wê Rêber Apo ve, hatiye têk birin.  Haydê Kurdo; dem dema azadiyêye, werin em bi hev re Rêbertiya xwe azad bikin û dîlana azadiyê li qadên Ameda paytext bigerînin.