Rojnameya Ronahî

Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêkên gelan e

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Komploya Navnetewî dikeve sala 26’an de, girêdayî komployê û armanca wê siyasetmedar Helîm Iko  destnîşan kir ku komploya li ser Rêber Apo bi destê hêzên desthilatdar û hegemon pêkhat. Herwiha Iku got ku Rêber Apo kelemeke mezin di çavên desthilatdaran de û ji bo pirsgirêkên tevahiya gelên bindest mifteya çareseriyê ye.

Rêber Apo piştî pilaneke cîhanî ya ji aliyê hêzên komploger û hegemona cîhanî ve ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de hat pêkanîn. Di encama vê komployê de Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, bi komloyeke navnetewî hate revandin. Herwiha ji wê demê heta roja îro di bin tecrîdeke giran de ye. Girêdayî Komploya Navnetewî û tecrîda giran ya ku li ser Rêbertî tê meşandin, siyasetmedar Helîm Iko, bersiva pirsên rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê jî wiha ye:

15’ê Sibatê nêzîk dibe, weke vê rojê Komploya Navnetewî di şexsê Rêber Apo de hat pêkanîn. Sedem çi bû ku Rêber Apo ji aliyê Dewleta Tirk û hêzên hegemon ve hate hedefgirtin?

Belê em dizanin ku piştî demeke dirêj ji karê hêzên navdewletî bi serkêşiya Emerîka, istixbarata Israîl û mîta Tirk, Rêber Apo hate revandin. Sedem ji Komploya Navnetewî ya ku li ser Rêber Apo hat meşandin ew bû ku xwestin raman û felsefeyeke li dijî polîtîkaya qeptalîzma nûjen, kar dike, asteng bikin û nehêlin ku berbelavî cîhanê bibe. Rêber Apo ne kesayetekî ji rêzêye, ew xwedî fir û felsefeyeke gerdûnî ye. Rêbertî dîroka şoreşên cîhanê, şoreşên kurdan û bindestiya gelê kurd, bindestiya gelê cîhanê û serdestiya dewletên navnetewî xwendiye. Li gor vê yekê jî xwestiye bi fikir û ramanên nûjen yê demokratîk, felsefeya Netewa Demokratîk avabike û di nava civakê de belavbike. Armanca Rêber Apo di wê serdema destpêkirina kar û xebata xwe de ew bû ku gelê kurd û tevahiya gelên bin dest ji zilm û zordariya kapîtalîsta nûjen û dewletên desthilatdar azad bike. Azadbûna gelên kurd û tevahiya gelên cîhanê ji bo hêzên serdest û bercewendiyên wan xeteriya herî mezin e.  Dema ku van dewletan dîtin ku gavên ji bo azadiya gelan tê avêtin, metirsiya wan çêbû. Ji ber ku ji taybetmendyên hêzên hegemon û desthilatdar, pêşmeyzandina rewşa siyasî ya cîhanê ye û planên xwe ji bona pêşeroja cîhanî dirêsin û li gorî bercewendiyên xwe tevdigerin. Dema Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo dest bi xebata şoreşgerî li dijî faşîzma Tirk kir, êdî metirsî li cem dewletên desthilatdar çêbû û li gorî vê yekê ketin nava tevdîran de. Dîtin ku ev tevger bi fikr û felsefeyek nûjene û  wê nekeve xizmeta bercewndiyên desthilatdariya wan de, kar dike. Herwiha her ku diçe PKK’ê bihêztir dibe û xeteriyê li ser hebûna wan çêdike. Desthilatdarên cîhanê texmîn kirin ku ger di van salên destpêkê de ev tevger li ser asta cîhanê ewqasî xwedî hêzeke bibandor e, gelo wê di demên pêş de çawa be. Lewma pêşengê wê bi komployeke  navnetewî revandin û radestî Tirkiyê kirin.

Ev bû nêzî 3 salane ku tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin, gelo bêdengiya hêzên navnetewî, rêxistinên mafê mirovan û dadgehên cîhanê ji vê tecrîdê re tê çi wateyê?

Rêber Apo sembola azadî, wekhevî û aşîtiyê ye, di heman demê de H.Îsa jî wisa bû ku aştîxwaz û azadî xwaz bû. Impratoriyeta Romanî ya desthilatdar di wê serdema kevnar de Hezretê Îsa çarmîx kir. H.Îsa jî ji ber ku alîgiriya gelê bindest dikir û doza azadî, wekhevî û dadweriyê dikir hate çarmêxkirin. Desthilatdariya ku di wê serdemê de dihat kirin, heta roja îro jî tê domandin û şêweyê xwe guherand û cewherê wê weke xwe ma. Di roja îro de jî dewletên sermeyadar û serwer yên ku cîhanê li gor bercewendiyên xwe dimeşînin, Rêber Apo dan girtin. Herwiha ji wê demê ve komplo li ser berdewam e û di bin tecrîdeke giran de ye. Em dikarin bibêjin ku siyaseta tecrîdkririna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û çarmêxkirina H.Îsa heman kiryar e û li dijî pîvanên mirovahiyê ye. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya azad ji bo desthilatdaran kelemeke û hertim alîgirê azadiya gelên bindest û wekheviyê ye. Lewma îro Rêbertî ji aliyê hêzên komploger ve hatiye tecrîdkirin û dewleta Tirk a faşist kirine nobedarê Îmralyê. Faşîzma Tirk bê fermana Emerîka û hêzên din yên komploger nikare tevbigere. Dadgehên cîhanî û rêxistinên parastina mafên mirovan jî di bin serweriya desthilatdariya hêzên komploger de ne û tev jî li hemberî tecrîdkirina Rêber Apo bêdeng in. Herçiqasî ku hêzên komploger dizanin ku dewleta Tirk xwedî fikrê islamî yê radîkal e, tevî wiha jî ji bona parastina bercewendiyên xwe dengê xwe li hemberî tecrîda giran a ku li ser Rêber Apo tê meşandin nake.

Ji roja ku komploya navnetewî destpê kiriye, pêngavên ji bo azadiya fîzêkî ya Rêber Apo ranewestiyane, herî dawî pêngava cîhanî ya ku di 10’ê Cotmeha sala bûrî de hatî destpêkirin û hîn jî berdewame.  Ji bona ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pêwîste gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz çi bikin?

Em tev dizanin ku ji destpêka komployê heta roja îro Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên şermezarkirin û doza azadiya fîzîkiya ya Rêbertî ranewestiya ye û her berdewam e. Di roja îro de li ser asta cîhanê pêngaveke mezin ji bo azadiya Rêber Apo didome. Gelê kurd û cîhan tev ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê dikin. Li  Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta zêdeyî 100 dewletên cîhanê ji bona azadiya fîzîkî ya Rêbertî kar û xebat tê meşandin. Konvedan, meş, daxuyanî, haştag, îmze û hwd… didomin û armanc ji van çalakiyan azadiya Rêber Apo ye. Hemû gelên cîhanê rastiya Rêbertî û gelê kurd nas kirine û gelek kesayetên enternasyonal jî tevlî tekoşîna tevgera azadiyê bûne û di nava refên HPG, YPG û YPJ’ê bûne. Gelên Rojhilata Navîn û cîhan bi giştî di nav pirsgirêk, kirîz û qeyranan de dijîn û Rêber Apo kilîda çareseriya van pirsgirêkan e. Gelê kurd û cîhan tevahî jî di roja îro de dizanin ku remanê Rêber Apo cihê çareserî û azadiya wan e, lê hêzên serdest  hertim dibin asteng li pêşiya azadiya gelan. Tişta ku di vê dema hestiyar de pêwîste ku were kirin, xurtkirina asta têkoşîna gelan e. Divê gelê kurd û tevahî mirovên azadîxwaz li dijî dewleta Tirk a faşist û hêzên komploger ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî berxwedana xwe bihêztir bikin. Ji ber ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya azadiya gelan û şikandina serdestiya cîhanî ye.