Rojnameya Ronahî

Ji Avabûna Îsraîlê Ve Têkiliyên wê li cem dagirkeriya Tirk

Volqan Elî

 Di sala 1939’an de dewletên emperyalîst-kapîtalîst ên wekî Almanya, Îngîlîzîstan, Fransa û hwd. ji ber çavnebarî û daxwazên xwe yên mêtingeriyê tevî cîhan xistibûn nava agirê şer. Yek ji armanca wan a sereke ew bû ku Yekîtiya Sowyetê (Rûsya Sosyalîst) hilweşînin. Ya din jî xêr û bêra gelên cîhanê ji nû ve parve bikin.

Ev şer pir dirêj kişand. Bi deh milyonan mirov jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê wê jî birîndar bûn. Di dawiya dawî de DYE’yê balefireke tije ji bombeyên zerre (bombeya nuklêr) du bajarên Japonyayê yên bi navê Hîroşîma û Nagazakî bombebaran kir. Qaşo Japonya faşîst bû. Lê li Hîroşîma û Nagazakî gelê belengaz, hejar û kedkar helaq bû. Bandora vê çekê hê jî li van bajaran didome. Dewleta japonya ya niha jî tfaqeke herî bijarde ya pergala emperyalîst-kapîtalîst e. Ji aliyê din ve faşîzma Hîtler jî li çend bajarên wekî Stalîngirad û Moskowayê bi hêza gel a Artêşa Sor hate şikênandin. Wekî ku şikestina li Kobanê ya DAIŞ’ê jê re bû destpêka dawiyê, şikestina ku faşîzma Hîtler ji Sowyeta Sosyalîst xwariye jê re bû destpêka dawiyê.

Plana dewletên hakim ên cîhanê ew bû ku Hîtler sor bikin, kişî sosyalîzma Sowyetê bikin û wê di nava xwîn û agirê şer de bixeniqînin. Lê dema Hîtler ji kontrrola wan derket ji neçarî xwe avêtin ber bextê sosyalîzma heyî ya Sowyetê.

Di encamê de Almanya û Japonya teslîm bû. Sosyalîzma pêkhatî wekî dewlet hilnewaşiya, lê di rêya vegara xwe ya pergala kapîtalîst de bi lez bi pêş ket.

Yek ji encamên şer ên balkêş jî ew bû ku ji ber jenosîda li ser Yahûdiyan a faşîzma Hîtler Yahûdiyan bernameya xwe ya dîrokî bi alîkariya dewletên kapîtalîst xiste meriyetê:

Li ser vê yekê, di dîroka 14’ê Gulana 1948’an de li ser erdên qedîm ên Kenan-Filîstînê dewleta herî dawî ya Yahûdiyan, Îsraîl hate avakirin. Ev dewlet li cîhanê hema di cih de wisa nehate naskirin. Lê Tirkiyeya dagirker, bû hêza sêyemîn a li cîhanê Îsraîl nas kiriye. Vê yekê, rewabûna Îsraîlê zêde kir.

Jixwe Yahûdiyên li cîhanê belav bibûn hê împaratoriya Osmanî li ser xwe bû, ji Abdulhamîdê padîşahê Osmaniyan xwestibûn bi navenda Îzmîr ji xwe re cihekî ava bikin. Wî qebûl nekiribû. Lê neviyên wî, berdevkên komara Tirk bi bezê bayê Îsraîla li ser erda Filîstînê bi coşeke mezin pêşwazî kiribûn.

Piştî vê pêvajoyê û bi dawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn re derdorê 80’î sal derbas bûn. Bi sorkirina dagirkeriya Tirk, Hamasê li dijî Îsraîlê şerekî xwînavî da destpêkirin. Ji her du aliyan zêdetirî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Bazara Tirkiye, Hamas û Îsraîl bi temamî nayê zanîn. Herî dawî di dîroka 03.02.2024’an de berpirsiyarê MİT’a Tirk û zilamê yekemîn ê Hamasê Îsmaîl Haniye li paytexta Dohayê, li hev rûniştin. Ji aliyê dîmenê ve dagirkeriya Tirk bûye parazvanê Erebên Filistînê. Lê hin daneyên aşkere bûnê rewşê berevajî nîşan didin:

Jixwe ji avabûna Îsraîlê ve têkiliyên dagirkeriya Tirk li cem wê ji stratejîkbûnê jî wêdetir in. Hin daneyên bi dest ketine pêşkêşî we bikin. Dema em wisa dibêjin ne ku me bi hunera xwe ev bi dest xistine. Di bîlançoyên wezareta karê derve û bazirganiyê yên dewleta Tirk de dîtina van gengaz e. Mînak dema Tayip ji bo Hamasê rondikên bi xwîn dirêjand, di meha 12’ê ya 2023’an de bazirganiya di navbera birayê wî Netenhahu de ji % 34,8 zêde bûye, bûye 430,6 milyon dolarî. Di vê gavê de (niha jî heman rewş didome) Tayip bi rondikên ji bo Ereban (!) rijandine, firşikê şovenîzma Tirk rakiriye û mûrîdên tarîqatan li Stenbolê hê jî alên bi erebî li ser nivîsandî ji destê xwe danayê xwarê.

Çapemenî û ragihandinên cur bi cur dem bi dem bi şaşitî yan jî bi zanebûn, ev nûçe dane pêş. Gava ku vê, rewşa heyî hinekê ronî kiriye, hikûmeta komara Tirkên dagirker qedexe li ser wan daniye.

Gelek daneyên bi vî şiklî hene, hemû dibe ku rûpelên pirtûkan dagire. Tenê em dixwazin yekê ji van parve bikin.

Bazirganiya di navbera dewleta faşîst a Tirk û Îsraîlê de bigir ji berhemên çîmento heya bi ava vexwarinê digire nava xwe (Tirkiyeyê çima Manavgatê firotiye Îsraîlê). Wekî me anî ziman yek ji van pir balkêş e. Bazirganiya pola û hesin… Ev berhema ku me aniye ziman ê dawî, salê li ser Îsraîlê  bi 1,5 milyar dolarî dibe mal. Tê zanîn ku Îsraîl jî vî pola û hesinî zêdetirê wê di çêkirina çekan de bi kar tîne. Bi ihtimaleke mezin çekên ku niha li dijî gelê Filistîn tên bikaranîn, ji hesin û polayê Tirkiyeyê ye.

Ji Tayip re jî dimîne li ser xwîna gelê Filistînê li Dohayê bi Hamasê re bazariyê bike (li pişta perdeyê bazara wî bi Îsraîlê re ye)