Rojnameya Ronahî

‘15’ê Sibatê ji bo gelê kurd rojeke reş e’

Emîna Mihemed/Qamişlo

Komploya Navnetewî ya dijî Rêber Apo dikeve sala xwe ya 26’an. Girêdayî komployê endamê TEV-ÇAND’ê Xelîl Tehlo anî ser ziman ku roja 15`ê Şibatê ji bona gelê kurd rojekî reş e. Herwiha endama TEV-ÇAND’ê Şêrîn Mihemed da zanîn ku pêşxistin û parastina çandê li ser bingehê Netewa Demokratîk erkê tevahî civakê ye û bi taybet jî erkê jinê ye.

Di sala 1999’an de, di encama Komployeke Navneteweyî de ku gelek hêzên navneteweyî tê de cih digirtin, Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, hat revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha tecrîdeke giran li ser tê feriz kirin. Ev bûye nêzî 3 salane tu agahî ji Rêber Apo nehatine girtin. Herwiha ji ber ku dîlgirtina Rêber Apo di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, gelê kurd û şopdarên felsefeya Rêber Apo vê rojê bi rojeke reş bi bîr tînin.

Têkildarî komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo endamên TEV-ÇAND’ê ji rojnameya me re axivîn.

‘15`ê Sibata 1999’an ji bo gelê kurd rojeke reş bû’

Xelîl Tehlo diyar kir ku  wê çalakî ji bo azadiya Rêber Apo bidomin û  wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 1998`an de Komploya Navnetewî li ser Rêber Apo tê destpêkirin. Herwiha 15’ê Sibata 1999’an ji bo gelê kurd rojeke reş bû. Di vê rojê de gava komploya bêheqiyê li ser Rêber Apo hate destpêkirin. Di encamê de Rêber Apo bi komployeke navnetewî hat dîlgirtin. Ji wê demê ve em ji bo azadiya wî ya fîzîkî, têkoşînê dikin. Niha jî ji bo Rêber Apo bi rihê gelê şoreşgerî, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina çanda Netewa Demokratîk çalakiyên xwe didomînin. Herwiha hemû armanc ji xebata me ew e, ku em piştgirtiya Rêber Apo bikin û  bikaribin bi gavên mezin xwedî li Rêber Apo derkevin. Di heman demê de em bibin layiqê Rêber Apo, em çalakiyan her heyv, her roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çêdikin.”

‘Azadiya gel wê bi azadiya Rêber Apo pêk were’

Xelîl Tehlo dazanîn ku komplogeran xwestin bi komploya li ser Rêber Apo îradeya gelê kurd bişkînin û wiha axivî: “Rêber Apo hêzê dide gelê kurd, azadiya gel bi destê Rêber Apo wê pêk were. Di heman demê de felsefeya Rêber Apo riya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn  e. Hêzên hegemon û serwerên cîhanê da ku îradeya gel bişkînin, lewra komployeke navnetewî li ser Rêber Apo dane meşandin û her tim xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd qirbike. Lê tevî hemû hewildanan daxwazên komplogeran pêk nehat û niha jî ramanê Rêber Apo li nav gelên cîhanê belav bûye û bi felsefeya Rêbertî têkoşîn tê meşandin. ”

‘Divê Jin jî cihê xwe di nav xebatên çandî de bigre

Şêrîn Mihemed da xwiyakirin ku parastin û pêşxistina candî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve ser milê civakê û bi taybet jinan û wiha got : “Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe xebatekê didin meşandin û xwe di hemû waran de isbat kirine. Weke tê zanîn jî bi saya Rêber Apo jin xebatê dike û xwe bi rêxistin dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dibînin çawe ku jin di hemû warên jiyanê de cihê xwe bi rengekî aktîf digre, lê  dijmin hewil dide vê yekê têk bibe û derfetê nade ku civak xwe bi rêxistin bike û bi vîna xwe û bi rengekî azad bijî. Dewleta Tirk a dagirker hertim êrişî mirovan û binesaziyê dike. Di heman demê de çanda hemû pêkhateyan jî dike hedef. Di roja îro de jî ji her kesî tê xwestin ku vê çandê biparêze û li pêş bixe, TEV-ÇAND jî di vî warî de berpirsiyar e. Ji bo parastina çanda hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li ser bingehê Netewa Demokratîk kar û xebatê dide meşandin. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo ya li ser bingehê Netewa Demokratîk, civak êdî çanda xwe diparêze û pêş dixe. ”