Rojnameya Ronahî

25 Salin Rêber Apo li dijî komplogeran têkoşînê dike

Ronaz Silêman/Qamişlo

Ev 25 salin hêzên komploger bi armanca qirkirina gelê kurd û têkbirina Tevgera Azadiyê tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan didin meşandin. Lê sekna Rêber Abdullah Ocalan û vîna gelên azadîxwaz armancên komployê pûç kirin.

Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dikeve sala xwe ya 26`an de. Hêzên komploger heta roja îro jî li ser karin û di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de qirkirina gelê Kurd tê meşandin. Li beramberî vê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û qirkirna ku tê meşandin, gelê Kurd û hemû dostên azadîxwaz li ser piyan e. Ji bona azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî û çareserkirina pirsgirêka kurd di 10`ê Cotmeha 2023`an de kampaniyekî cîhanî hate destpêkirin û heta roja îro jî bi çoşeke mezin berdewame. Herwiha 2 meşên azadiyê, yek li Bakurê Kurdistanê ku di 1`ê Sibatê de hate destpêkirin, di heman demê de di 15`ê Sibatê wê li Amarayê kombûna herî mezin çêbibe. Li Ewropayê jî meşa azadiyê di 17`ê Sibatê de wê li bajarê Kulnê yê Elmaniyayê destpêbike. Herwiha wê di heman çarçoveyê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên girêdayî salvegera 25mîn ya komployê berdewmbikn. Wekî din jî li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, girevên birçîbûnê ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan werin meşandin.

Komploya Navnetewî 25 salên xwe temam dike

Komploya Navnetewî di 15`ê Sibatê de 25`salên xwe temam dike û dikeve sala 26`emîn. Ev komplo dema ku hat destpêkirin, armanca wê azadiya gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, were rawistandin, lewra komploya navnetewî hat li darxistin. Komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan hat meşandin, ne tenê bi destê dewleta Tirk bû û ew komployeke navnetewî bû. Ji bona Rojhilata Navîn a mezin alternatîfa Rêber Abdullah Ocalan hebû û ew xwedî pirojebû, ji ber wê yekê hêzên komploger ew kirin hedef.

Berxwedan Rêber Apo ji bona Rojhilata Navîn dîrokî ye

Berî 100`ê salan dewletên ku ji bo becewendiyên xwe dixebitin, Rojhilata navîn li gorî sîstema netew-dewlet xêzkirinbûn û ev 100 salin bi vî şêwazî berdewam dikin, lê sekna Rêber Apo ji bona Rojhilata Navîn, ya ku li hemberî sîstema netew-dewletê, sîstema netewa-demokratîk li pêş xist, ev jî ji bona gelên Rojhilata Navîn hêviyek bû, ji ber bi vê yekê wê gelên Rojhilata Navîn bi vîna xwe ya azad bijîn. Lewra dewletên hegemonîk ên ku di Rojhilata Navîn de, bercewendiyên xwe li pêş dixistin, di komploya navnetewî de bi rol bûn û dewleta Tirk jî kirin gardîyanê girtîgiha Îmraliyê.

Armanca Komployê parastina hişmendiya netew-dewlet bû

Di 9`ê Cotmeha 1999`an de dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji şamê derket û çû Ewropa hemû dewletên Ewropayê, di serî de Rosiya û Amerîka pêşiya Rêber Apo girtin û ew radestî Tirkiyayê kirin. Dixwestin bi radestkirina Rêber Apo ji dewleta Tirk re Tevgera Azadiyê were lawazkirin û gelê Kurd were qirkirin. Lê berxwedan Rêber Abdullah Ocalan hişt ku gelê Kurd li derdora felsefeya Abdullah Ocalan kom bibe û hîn bi rengekî xurtir baweriya xwe pê bîne û armanca komployê vale derxîne. Armanca Komployê parastina hişmendiya netew dewletê ye û rê li pêşiya pirojeya netewa demukratîk ya Rêber Apo pêşxistiye.

Ev 25 salin ji bona azadiya Abdullah Ocalan, gelê berxwedêr di nava çalakiyan de ye, ev jî hişt ku dewletên destên wan di komployê de hebûn, bê encam bimînin. Niha zêdetir gelê kurd derdorê ramanên Rêber Apo, têkoşîn, rêxistinbûyin û pêşeroja xwe pilansaz kirin. Bi komploya navnetewî re, ne dewleta Tirk û ne jî dewletên navnetewî, gihiştin armanca xwe. Komplogeran ji bona Rojhilata Navîn, bercewendiyên xwe diparastin û xwestin Rojhilata Navîn her tim di nava xwînê de bimîn e, lê ev yek pêk nehat. Rêber Apo di gireva Îmaraliyê de jî, di şert û mercên tecrîdê yên giran de, pergal û felsefeya xwe li pêş xist û hêviyeke mezin ji gelên bindest re ava kir.

Rêber Apo xeta mirovên azad di cîhanê de pêş xist

Piştî hilweşandina komara Soviyêtê, cîhan ber bi yek alî ve çû, ew yek alî jî dixwest ku tu hêz li hemberî wî dernekeve û di xewn û xeyalên xwe de digotin; me hemû fikrên şoreşgerî di cîhanê de çewisandin e, tenê şoreşa azadiyê ya kurdistanê li ser piyane û ev şoreş bingeh û hêza xwe ji kê distîne. Ji ber di dîroka Kurdistanê de kesên ku şoreş li dar xistibûn, dihatin girtin û ji jiyana siyasî dihatin dûrxistin, lewra ew şoreş têk diçûn. Lê bingeha şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêza wê ji hizrên Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo wê Rêber Abdullah Ocalan ji milê komplogeran ve hate hedefgirtin, ji ber ku ew xwedî hizirekî azad bû û armanca wî avakirina civaka komînal û azad bû.

Rola îxanetê di komploya navnetewî de

Di hundirê kurdistanê de, her tim modêla modernîta dewlet netew hatibû pêşxistin, li hemberî wê Rêber Apo xwedî hizireke konfedraliya demokratîk a Rojhilata Navîn bû, da ku wekhevî di nava gelan de bê avakirin. Ev jî nakeve xizmeta bercewendiyên dewletên desthiladar. Ji ber wê yekê hişmendiya nûjentiya kaptalîs li hemberî pirojeya nûjentiya demukrat pêşxistin. Planên hêzên hegemon Rojhilata Navîn a mezin avakirine, da ku careke din Rojhilata Navîn bixin nava şerekî 100`ê saliyê yê bêdawî û li Rojhilata Navîn li pêşiya belavbûna remanê Rêber Apo were girtin.

Ev 34 mehin ku Rêber Apo nekariye hevdîtinê bi parêzer û malbatê re çêbike. Rêber Apo ne tenê Rêberê Kurd tê naskirin, Rojhilata Navîn û cîhan tevhî jî Rêber Apo rêberê xwe dibînin û 15`ê Şibatê ji bo gelên azadîxwaz rojeke reş e.

Heta azadiya Rêber Apo pêk were wê gel di nava tekoşînê de be

Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji 10`ê Cotemeha 2023`an de hemleyeke cîhanî hat destpêkirin, ji beriya neha jî gelek hemle ji bona azadiya Rêber Apo hatine destpêkirin mîna ‘Dem Dema Azadiyê û ew jî li cîhanê tev belavbû û li gelek welatên cîhanê birêve çû. Niha jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji 10`ê Cotmehê ve li cîhanê tevahî hemle hatiye destpêkirin û li tevahî cîhanê çalakî di vê çarçoveyê de têne lidarxistin. Li zindanên Bakur û tirkiyê jî girtiyên azadiyê ketine nava gireva birçîbûnê de, berî vê girevê jî gelek girevên din ji bo Rêber Apo pêk hatibûn, girtiyên siyasî li hemberî tecrîdê bêdeng neman e. Îro di hemû girtîgihên Bakur û Tirkiyê de bi hezaran girtiyên azadiyê ji aliyê dewleta Tirk ve, tecrîd û işkence li ser wan tê meşandin.

Rêber Apo riyên çareseriyê  daniye holê

Bi tecrîda li ser Rêber Apo, li hemberî gelê kurd dijminatiyekî mezin pêşdikeve. Li Tirkiyê îro kirîzên aborî, siyasî û civakî tên jiyankirin, sedema wê neçaresekirina pirsgirêka kurd e, neçareserkirina pirsgirêka kurd jî bi tecrîda li ser Rêber Apo ve girêdayî. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, dewletên desthilatdar yên cîhanî di serî de dewleta Tirk, dixwaze qirkirina gelê kurd pêkbîne. Rêber Apo riyên çareseriyê daniye holê, lê hertim li pêşiya derfetên çareseriyê dewleta Tirk astengî avakirine û derfetên heyî ji holê rakirine. Li cîhanê şerekî li hemberî vîn û azadiya gelan tê jiyankirin. Demoqratîkirina Rojhilata Navîn, çareserkirinên civakî wê bi xwe re pêşbêxe. Ji bo wê dewleta Tirk amadeya bi her kesî re, bikeve nava danûstandina ji bo ku gelê Kurd qir bike.

Pêwîste yekîtiya navnetewî were avakirin

Sîstemên nijadperest temsîla gelan nake, riya çereseriyê li Îmraliyê ye, ew jî bi riya danûstandinê wê bê çareserkirin. Tu çareserî wê di Rojhilata Navîn de pêkneyê, heta ku Rêber Apo mîna muxateb neyê dîtin. Ji ber felsefeya Rêber Apo li ser bingeha vîna gelan hatiye avakirin. Gelê Kurd û dostên azadîxwaz bersiveke li gorî fikir û ramanê Rêbertî didine dewleta Tirk a qirker, faşîst û hemû hêzên komploger. Gelê berxwedêr di avakirina sîstema demokratîk de bi israr e, û pêwîste ku bi firik û felsefeya Rêber Apo yekîtiya navnetewî were avakirin.