Rojnameya Ronahî

‘EM Ê TOLA 25’SALAN HILÎNIN’

Îsyan Hogir

Şervana YPJ’ê Dîlan Avaşîn gotina Şehîd Viyan Soran ya; “kes nikare roja me tarî bike” bibîrxist û bi wê baweriyê bedena xwe da ber agir.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dîlan Avaşîn têkildarî komploya navnetewî ya di kesayeta Rêber APO de li ser tevahî kurdan û civaka navnetewî hatî kirin nirxand. Dîlan Avaşîn da zanîn ku li hember vîn û îradeya şoreşgerên mezin ên weke Viyan Soran ew xwe perwerde dikin û wiha domand: “Em bejna xwe li hemberî çalakiya hevalên bedena xwe li derdora Rêbertiyê kirin xeleka ji agir ditewînin.’’ Dîlan Avaşîn di berdewamiya gotina xwe de wiha dom kir: “Di 15’ê sibata 1999’an de bi lîstokeke qirêj û bi destê gelek dewletên nav netewî Rêber APO dîl girtin û radestî hevkarên xwe Dewleta Tirk a dagirker kirin. Komploya li dijî Rêber Apo rastiya ruyên veşartî yê li hemberî civaka exlaqî û wekheviyê nîşan dan.”

“Ev komplo ne tene li hemberî Rêber Apo ye, li hember hemû gelên azadîxwaze’’

Dîlan Avaşîn bal kişand ser komploya navnetewî ya 1999’an û wiha domand:“Ji roja komploya 15’ê Sibatê heya roja îro wekî rojeke reş ya cîhanî tê dîtin. Rêber Apo ne takekese, temsîlyeta nirxên mirovahiyê yê pîroz dike. Dewletên hegemon armanca wan ewe ku mejiyê mirovahiyê pûç bihêlin û serdestiya xwe li gor berjewandiyên xwe yên takekesî bi rêve bibin. Rêber Apo nûmûneya herî berbiçav ya cîhanê ye ku zihniyeta hezar salan dahûrandiye û li hember vê yekê çareserî di asta lûtkeyê de pêş xist.”

“Rêber Apo di dil û mejiyê me de dijî’’

Avaşîn di domandina axaftina xwe de bal kişand ser berhem û keda Rêber Apo ya di ber mirovahiyê û tayîbetî jî di ber jinan de daye û got: “Dijmin ji Rêber Apo ditirse, ji ber vê Rêber Apo xistine nav çar dîwaran. Heger ramanên Rêber Apo di rastiyê de di nav çar dîwaran de bûye, heya wê demê kes siloganên azadiyê ne digot. Rêber Apo bi gotina xwe ya dibêje ‘parêznameyên min li ku derê be ez li wirimê’ ev tê wateya ku em di dilê Rêber Apo de û Rêber Apo di dil û mejiyê me de dijî.’’

‘Emê tola 25’salan hilînin’

Dîlan Avaşîn daxwaz ji her kesê kir ku wê rojê li her devera lê be di nava tevgerê de be û bi rehetî nerûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em şervan û parêzvanê gel û Rêberê xwe ne, ji bo em felsefeya ku Rêber Apo ji me re diyar kiriye mayînde bikin em ê zaferê bidest bixin û xwedî li erka xwe ya dîrokî derkevin. Dewleta Tirk a faşîst nikare berhemên 50 salan ji holê rake, ji ber gelê ku perwerde, hêz û baweriya xwe ji Rêberê xwe girtiye û vê yekê bi erzanî teslîmê dijminê ku di dîrokê de bûye xwînmijê kurdan nake. Em bi vê îdeayê wê  sala 2024’an bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”