Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindîkirina ruhê hunermendan

14/02/2024
in Uncategorized
A A
Zindîkirina ruhê hunermendan
Share on FacebookShare on Twitter

Wênegira bi navê Amy Corson hewl dide ji tiştên bêkêr berhemên nû biafirîne. Ji bo vî tiştî wê kasetên kevin kiriye malzemeyê hunera xwe. Wê bi kasetên kevn gelek portreyên muzîkjenên navdar çêkirine. Bi vî awayî ruhê muzîka wan ji nûve zindî dike û tîne bîra xelkê.

Gelek alav hene ku piştî demekê nayên bikaranîn. Nexasim piştî pêşketina teknolojiya ku her roj tiştên nû diafirîne û bi vî awayî hin alav hene nema tên bikaranîn. Tenê li hin dikanên antîkfiroşan mirov dikare wan alavên kevn bibîne. Yan jî di koleksiyona hin kesan de, ew kesên ku li hember teknolojiyê radibin û wan alavên kevn bikartînin. Kasêtên teyiban jî ji weke gelek alavên din demekê pir popûler bûn, lê bi wextê re di warê muzîkê de gelek tişt derketin holê û her çû ev kasêt ji holê rabûn. Niha jî di vê serdema dijîtal de nema kes guh dide kasêtan an jî teyiban. Înternet her tiştî hêsantir kiriye û bi awayekî hazir tîne ber destê xelkê.

Lê ji bo hin kesên afirîner ev alavên ku kevn dibin û nayên bikaranîn werdigerin amûrên hunerî.  Wênegira bi navê Amy Corson bi wan bendên manyetîk ên reş ku di hundirê kasêtan de ne portreyên muzîkjenên navdar çêkirine. Di koleksiyona van portreyên wê de gelek fîgûrên muzîkê hene ku ew ji hêla gel ve hatine hezkirin. Weke nimûne wê bi van kasêtan portreye John Lennon, Doly Parton, Bob Dylan, Bob Marley, George Harrison û her wiha yên gelekê din çêkirine. Amy Corson beriya deh salan dest bi vê projeya xwe kiriye. Wê ji bo vê projeya xwe wiha got: “Rojekê min li mal paqijî dikir û min dît ku di dolaba min de gelek kasêt hene. Mixabin êdî teybeke min tinebû ku ez li wan guhdar bikim. Lê ez li ser van kasêtan hizirîm û min got, ka ez dikarim wekî din wan çawa bikarbînim. Vê yekê bala min kişand û min dest bi çêkirina  kasêtan portreyên muzîkjenan kir.”

Tenê hinek zemq û meqesek 

Amy Corson cara yekê portreya Bob Dylan çêdike. Kasêtê bi navê “Blood on the Tracks” yê Bob Dylan îlhamê dide projeya wê û bi vî awayî porê gangilokî yê Bob Dylan tê bîra wê û du rojan hewl dide bi kasêtên wî portreyekî Bob Dylan çêbike. Wê ji bo vî karî tenê hinek zemq û meqesekê bikaraniye wekî din hemû sêwirandin bi destan hatine çêkirin û tu tiştên  din bikar ne aniye. Kasêtê her hunermendekî têrê kiriye ku portreyekî  wî ava bike. Amy Corson bi vî awayî gelek kasêtên din jî ji arşîva xwe derxistiye û portreyê Bruce Springsteen, Jerry Garcia û Merle Haggard jî çêkiriye.

Taybetmendiya muzîkjenan jibîr nekiriye

Amy Corson bi bandên manyetîk ên di hundirê kasêtan de  jî portreyên hunermendan ên xweşik çêkirine. Wê dema ev portre çêkirine hin taybetmendiyên hunermendan ji jibîr nekiriye. Mînak wê îmzeya Willie Nelson û rastayên Bob Marley pir xweşik teswîr kiriye. Her wiha cilûbergên Elton John jî pir xweşik sêwirandiye. Yanî wê di vê projeya xwe bîra taybetmendiye hunermendan jî biriye û li wê gorê portreyan şirove kiriye. lewma projeyeke resen û afirîneriye ev portreyên ku Amy Corson çêkirine.

Zindîkirina ruhê hunermendan

Amy Corson di derbarê muzîk û afirîneriya hunerî de wiha got: “Ev hewldana min ji hezkirina min tê. Muzîk jî weke hunerên din dilê mirov geş dike û mirov ji bêtevgeriyê xelas dike. Ji lewma jî muzîk pir bi hêz e. Ez jî muzîk û hunerê bi hevre, bi awayekî afirîner şirove dikim. Tiştê ez dikim ev e.” Beriya ew portreyekî çêbike pêşî li ser kaxez xêz dike û dû re dest bi karê xwe dike. Dema ew portreyê hunermendekî çêdike li mûzîkên wî jî guhdar dike. Bi vî awayî ew peyam û ruhê wan hunermendan ji nûve zindî dike.

Afrîneriya tiştên nû bi riya kasêtan

Amy Corson dihizire ku ji bo vê projeya xwe hin malzemeyên din jî bikarbîne. Ew dihizire ku filmên di hundirê kamerayên 8mm jî bikarbîne û bi van filman porteryê lîstikvan û derhêneran çêbike. Amy Corson wiha  anî ziman û got: “Ez hez dikim tiştên bi vî awayî biafirînim. Tiştên ku gel guh nade wan û bêkêr dimînin ji bo min bi nirx in. Ez ji wan tiştên bêkêr tiştên bi nirx ava dikim. Erê, destpêkê min bi kasetan ev proje pêş xist lê niha tiştên din jî hene ku ez li ser difikirim. Ez ê portreyê lîstikvan û derhêneran jî çêbikim. Ez dibêjim ev fikra min jî fikreke resen e û dê tiştekî baş jê derkeve.”

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.