Rojnameya Ronahî

Sala 26’an wê bibe sala azadiya Rêber APO

Birûc Resûl/Qamişlo

Di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî de li tevahî cîhanê jin, ciwan û gel li dijî komployê têdikoşin. Seyid Rida Qamişlo diyar kir ku Ev 26 sal in ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgiha Îmralî yê de bi fîzîkî hatiye dîlgirtin. Rêber Apo dikarîbû ku di hindirê çar dîwarên girtîgihê de mîna akademiyekî tevbigere û fikir û felsefeya xwe bighîne her kesî. Êdî fikir û felsefeya wî bûye malê tevahî cîhanê.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina ji Sûriyeyê re komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an ji aliyê hêzên hegemonîk ve hat dîlgirtin û radestî tirkiyê hate kirin. Ji wê rojê ve heta niha Rêber Apo li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin.

Ber bi 26’emîn salvegera komploya navneteweyî re li hemû cîhanê jin, ciwan û gel li dijî vê komployê têdikoşin. 35 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, serlêdanên parêzeran û malbatê ji bo hevdîtinan nayên qebûlkirin. Li dijî komployê kesên xwedî lêgerîna azadiyê, bi çalakiyên cuda ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd di nava hewldanan de ne. Di vê çarçoveyê de Seyid Rida Qamişlo ji Rojnemeya me re axivî.

komploya li ser Rêber Apo dikeve sala xwe ya 26`an, ev komplo çawe û di çi şert  û mercan de destpêkir û bi çi awayî komplo pêkhat?

Komploya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan derbasî sala xwe ya 26an dibe. Komplogerî û îxanet ne rawestiya ye û berdewam dike. Herwiha Komplo di wan salan de çawa destpêkir, çawa hat meşandin û çime komplogeran Rêberî kirin hedef? Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan planên dagirkeriyê vala derxistin. Dewleta Birîtaniye, Firensa, Tirkiyê û hinek dewletên dagirker ên Ereban jî di nav de. Di nava 100 saliyê de planên wan hatin çêkirin û li gorî vê planê Kurdistan parçe kirin û belavî 4 dewletan kirin, ku hemû çand, mîras, dîrok û erdîngariya kurdistanê talan bikin. Dewletên dagirker ev 100 salan ku planên xwe li ser tune qirkirina gelê Kurd dide meşandin. Rêber Abdullah Ocalan van planên wan hemî vala derxistin û rê li pêşiya qirkirina kurdan heyanî astekî girt û ji nû ve Kurd birêxistin kirin û hişyar kirin û hebûna Kurdan ji cîhanê re isbat kir. Herwiha bi fikir û felsefeya Rêber Apo kurdan civaka xwe avakirin û xwe naskirin. Ji ber vê yekê êdî gel bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer kirin û nema êdî koletiyê Qebûl dikin û ev jî bersifeke mezin bû ji bo dijminan. Ji ber vê yekê hêzên serdest êdî yekser Rêber Abdullah Ocalan kirin hedef û ew bi Komployeke nevnetewî hate revandin û radestî tirkiyê hate kirin.

Di sala 1996`an de li şamê dagirkerî Komployek plan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî şehîd bixin. Lê di 30`ê Hizêrana sala 1996`an de Rêheval Zîlan ji bo tolhildanê û li hemberî îxanetê li Dêrsimê li hemberî leşgerên dagirkeriya Tirk çalakiye fedayî pêk anî. Herwiha di wê dîrokê de êdî Komplo yekser li hemberî Rêber Apo hat destpêkrin. Di heman demê de îxaneta PDK`ê û hevkariya wan bi dewleta Tirk a dagirker e, ev Komplo hat meşandin. Di sala 1998`an de Komplo li hemberî Rêber Abdullah Ocalan bi rêbazên cude hate pêk anîn û di şexsê Rêber Apo de dixwestin Tevgera Azadiyê tesfiye bikin. Herwiha dewletên dagirker yên ku cihê xwe di komployê de gitin Turkiye, Israiyîl, Amerîka û bi îxaneta hin kurdan jî, herwiha Rûsiya jî ji bona bercewandiyên xwe tevlî bû û Rêber Abdullah Ocalan bi îxanetê dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Komplo ji gelek milanve hatiye pûçkirin, lê heyanî îro jî hîn berdewame. Ji bona ku hemleya ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî serbikeve pêwîste çi were kirin?

Ev 26 sal in ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgiha Îmraliyê de bi fîzîkî hatiy girtin. Rêber Apo dikarîbû ku di hindirê çar dîwarên girtîgihê de akademiyê avabike, fikir û felsefeya xwe belav bike. Parizname û pirtûkên bi kûrahî ji bo çareserkirin û jiyana gel nivîsandin. Êdî fikir û felsefeya wî belavî tevahî cihanê bûye. Ji ber vê yekê bile dijmin bizanibe ku dîlgirtina Rêber Apo, nayê wateya tunekirina kurdan, ji ber ku gel bi fikir û felsefeye Rêber Apo Tevdigere û dijî. Di heman demê de ji bone Rêber Abdullah Ocalan gelek çalakiyên fedayî jî hatin kirin. Bi vê sedemê dewletên dagirker heya roja îro jî li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Komployê dewam dikin. Niha jî tişta ku ji me were xwestin, em amedene, tenê em bi karbin Kurdistana xwe biparêzin, bi taybet jî Rojavayê Kurdistan. Ji ber ku ji bo me hêz, hêvî û ronahî ye. Pêwîste em ji aliyê fikirî ve hîn bihtir xwe kûr û azad bikin.

Girêdana komplo û îxanetê bi hevre, mirov dikare çawe binirxîne?

dewletên dagirker nexwestin ku yekîtî di navbere kurdan de pêşbikeve, êdî di nava Komployê de îxanetê dewam kir û ev jî rola xwe li hemberî gelê Kurdistanê leyist, dewletên dagirker dizanîbûn ku bê îxanet Komplo pêşnakve, yanî ku Komplo serbikeve, encax bi destê îxanetê were bi cih kirin. Ev jî dema ku kesên xayin û di bin fikirê dewletên dagirker de koletî qebûlkirine û bi destê dijmin digrin û hevkariyê dikin. Herwiha li hemberî Rêber Abdullah Ocalan jî ev Komplo û îxanet pêk hat, li hemberî Rêber Abdullah Ocalan planên emperiyalîzmê hebûn, dewletên dagirker wekî Birîtaniya, Firansa, Turkiye, Îran û heta em dikarin bêjin hin dewletên Ereb jî di nav de cihê xwe girtin. Di sala 1921`an de dewletên dagirker plan dan çêkirin da kurdan parçe bikin û wan belav bikin, heta ku xwe bi nasnameya kurdîtî ne de nasikirin. Her wiha kurdên li Turkiyê yên bibin tirk, yên suriyê jî bibin ereb û yên li îranê jî bibin faris. Dixwestin kurdan bidin koçberkirin û helandin. Di heman demê de li ser kurdan dixewstin komkujyê bêk bînin; komkujiya fêzêkî û hişmendî, komkujiya jibîrkirina dîroka kurdîtî ku êdî kurd xwe nas neke ku kiye? Çiye? û dîroka wan çiye?, sedem ew bû ku bibin girêdayî dewletên dagirkir û bi nasnemeya wan tevbigerin û xwe bidin jiyan kirin. Niha bi melyonan kurd bi fikir, mêjî, helwest û bi dîroka xwe nadin naskirin, ketine bin bandoriya dagirkeriyê, mêjiyên wam ên tirkan, ereban û farisan ne, hatina pûçkirin û tune kirin û ji rastiya xwe jî dûr ketine. Dagirkerî helwestekî wisa li hembrî kurdan pêşxistin.

Di sala 1965`an de, Doxtur Şivan, Seîd Elçî û Fayiq Buzaq û bi dehan Komplo ji milê mala Berzanî ve li wan hatin kirin û hatin tesfiye kirin. Aliyê Rojhilat jî Silêman Meyênî û Doxtur Ebd Rehman Qasimlo ev jî bi destê îxanetê û bi destê dijim hatin tesfiye kirin û dagirkerî Komplo bi destê îxanetê pêk anî. Bi taybet jî bi destê mala berzanî û zarok û neviyên wî, raste bi kurdî diaxivin, cil û bergên ku li xwe dikin yên kurdan ne, lê ev nayê wê wateyê ku kurdin. Ji ber ku bi fikrê dagirkeriyê tevdigerin û dijminatiya gelê Kurd dikin û tu peywendiya wan bi kurdan re nîne. Bi derketina Rêber Abdullah Ocalan û bi fikir û felsefe, zanebûn û bi rêxistina xwe hmû planên dagirkeriyê yên ku li ser Kurd û Kurdistanê pêk hatin ji holê rakirin.