Rojnameya Ronahî

Armanca Komplogeran qirkirina gelê Kurd e

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê Hediya Elî û Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Mezlûm Hesen diyar kirin ku armanca komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gelê kurd û têkbiran pirojeya Netewa Demokartîk bû, lê bi berxwedan û felsefeya Rêber Apo armanca komplogeran têkçû.

Di 9`ê Cotmeha 1998`an de li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Komployeke Navneteweyî hat destpêkirin. Ji ber Rêber Apo xwedî pirojeyeke demokratîk bû û doza azadiya gelê bindest dikir, komploya navnetewî li ser hat meşandin. Ramanên Rêber Apo ne li gorî berjewendiyên dewletên ku dixwazin serdestiya xwe li ser gelan bide meşandin. Rêber Apo ji dewletên ku ji bo berjwendiyên xwe dixebitin xeteriya herî mezin e. Ji ber Rêber Apo li dijî bercwendiyên hêzên desthilatdar tevdigere, herwiha doza wî wekhevî û azadiya gelên bindest e. Lewra di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve hat revandin û di girava Îmraliyê de tê dîlgirtin.

Derbarê Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hatî meşandin Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê Hediya Elî û Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Mezlûm Hesen ji rojnameya me re axivîn.

Hediya Elî diyar kir ku armanca komployê şikandina vîna gelê Kurd bû û wiha got: “Di sala 1998`an de komployeke qirêj bi destê dewletên sermayedar, li ser Rêber Apo hat destpêkirin. Bi destpêkirina komployê û heta îro jî hîn planên komplogeran li ser Rêber Apo berdewam e. Komplogerên ku komplo li ser Rêber Apo dan meşandin, bi hemû rêbazan xwestin felsefeya Rêber Apo dîl bigirin, da ku azadiya gelê bindest pêk neyê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn neyên çareserkirin. Lê tevî hemû zext û hewldanên xwe, planên wan pêk nehatin û berûvajî wê ramanê Rêber Apo belavî cîhanê bû û kesayeta Rêber Apo di cîhanê de deng veda. Herwiha armanca yekê ji komployê berdewamkirina plana qirkirina gelê kurd bû. Di heman demê de Rêber Apo xwedî pirojeyekî demokratîk e, li ser vê bingehê komplo li ser Rêber Apo pêk anîn, da ku ramanê Rêber Apo bê bandor bikin û li şûna wê hêzên serwerê cîhanê hişmendiya xwe li cîhanê serdest bikin.”

Dixwestin bi dîlgirtina Rêber Apo, ramanê wî asteng bikin

Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê Hediya Elî axaftina xwe wiha qedand: “Dewletên ku komplo li ser Rêber Apo pêk anîn, metirsiya wan ji pirojeyên Rêber Apo hebûn. Bi 100`ê salaye ku çarserkirina pirsgirêka gelê kurd, bi sedema dewletên desthilatdar û xeta xiyanetê nayê çareserkirin. Lê Rêber Apo riya wî ya serkeftin û çareseriyê ye, lewra Komplo li ser hat meşandin. Rêber Apo bi berxwedan û belavkirina felsefeya xwe, bû hêza herî mezin ji berdewamiya vîna gelê kurd re. Dixwestin bi dîlgirtina Rêber Apo, wî bê  bandor bikin, lê gelê ku hêza berxwedanê ji Rêber Apo girtiye, bi 100`ê kompla wê hêzê têk nabin”

‘Dewleta Tirk di nava xwe de pirsgirêkan dijî’

Di heman mijarê de Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Mezlûm Hesen anî ziman ku komploya li ser Rêber Apo derbasî sala xwe ya 26`emîn dibe û wiha got: “Komploya li ser Rêber Apo derbasî sala xwe ya 26`emîn dibe û hîn komplogerên ku komplo dan meşandin, komployên wan li ser Rêber Apo berdewamin. Rêber Apo dîroka mirovahiyê nas kiriye û riya azadiyê nîşanî gelê kurd daye. Îro roj jî yek ji serkeftinên herî mezin ku bi saya Rêber Apo hatiye bidestxistin Şoreşa Rojava ye. Ji ber wê yekê hêzên komploger ên ku komplo pêk anî û bi sûcên dij mirovî yên ku li hemberî Rêber Apo didine meşandin dixwazin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd qirbikin. Dewleta Tirk di nava alûziyan de dijî, lewra dixwaze bi êrişên ku ji derve dide meşandin li ser van alûziyên ku dijî veşêre.

‘Rêber Apo sembola berxwedanê ye’

Mezlûm Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelên azadîxwaz heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere wê li ser piyan bin û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê hatiye belavkirin. Rêber Apo sembola berxwedanê ye. Cîhan tevahî li benda azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Herwiha ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku li ser piyan bin, pêngav û çalakiyên xwe ta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin. Di heman demê de em ê bersivê bidin komplogeran û di dîrokê de wê werin dadgehkirin û wê dîrok hesab ji komplogeran bixwaze.”