Rojnameya Ronahî

Wê buhara me hîn girantir be!

Dilyar Cizîrî

Li herêmên Parastinê yên Medya gêrîlayên azadiyê derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin û hejmarek ne kêm ji leşkerên wan kuştin û birîndar kirin. Di heman demê de miqdarek mezin çek û cebilxane destserkirin. Tişta balkêş û rengekî hîn xweştir dide çalakiyên gêrîla dîmenên bi raya giştî re têne parvekirin. Bi wan dîmenan rûyê derew ê hikûmeta Erdogan û artêşa wî aşkere dibe. Wiha jî tu wate ji derew û xapînokên wan ên li ser civakê namîne.

Di heman demê de şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê, tevî dorpêç û rewşa zehmet a herêma Şehbayê li Efrînê hema bêje rojane li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wan çalakiyên bi bandor lidar dixin. Xisarên mezin ên madî û canî dighînin wan. Li aliyê din jî hemû plan û êrişên wan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser nakevin. Berxwedana gel a ji pola planên wan bê wate dikin. Tevî dewleta Tirk bi hemû hêzên di Astana de şirîkên wan e, li ser planan lihev kirin, nikarîn planên xwe pêk bînin.

Ji ber wê jî niha li her derê dixwaze asta wan êrişan zêde bike. Bi demê re ketine pêşbirkê da ku ji rewşa li Xezayê û guhertinên mezin ên di herêmê de çêdibin qezenc bike û derbeyên hîn girantir li deskeftiyên Rêveberiya Xweser û gelê herêmê bixin. Ev jî nîşan dibe ku wê êrişên hîn girantir di herêmê de çêbibin. Ji lewma pêwîstiya gelê herêmê û rayedarên Rêveberiya Xweser bi baldariyeke hîn mestir heye.

Qonaxa niha tê jiyankirin mirov dikare bêje wekî meşa li ser Pira Selatê ye. Heger hate derbaskirin buhişt û xweşî li pêşiya gelê herêmê ye. Na heger planên dijber pêk hatin, ew tê wateya dojeh û şewata destkeftiyên bi xwînê hatine rêsan. Ev jî hestyariya qonaxê û giringiya wê nîşan dide. Nêrîna min jî ev qonax wê pir dirêj neke. Tişta vê yekê nîşan dide jî gotinên Erdogan bi xwe ne. Çend roj berê Erdogan got ku ew ê qebûl nekin, “Dewleta Teroristan” li ser sînorê wî li ser mase yê be. Di wir de tu deta ne anî ser ziman, lê ji peyama wî xuya bû ew ê bi hêsanî tu carî qebûl nekin gelê herêmê rêveberiya xwe pêş bixe. Ew di pêşketina wê de tunebûna xwe dibînin.

Bi wateya çi destkeftiyên li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê pêşxistina destkeftiya li Bakur, Başûr û Rojhilat be. Çawa me di destpêkê de destkeftiyên Gêrîla û yên Hêzên Rizgariya Efrînê anîn ber hev. Wiha jî destekftiyên hemû parçeyan bi hev girêdayî ye. Ji ber wê jî em dinêrin hemû dijminên gelan li Astana planên qirêj li dijî gelê herêmê dirêsin. Li dijî wê jî gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe destkeftiyên xwe bi yek destî dirêsin û govenda azadiyê hîn zêdetir mezin dikin. Ev wê di sala li pêşiya me de dikare bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulha Ocalan û hilweşandina pergala işkenceyê ya Imralî dengvedaneke cîhanî vejîn bike. Ji ber wê jî riya bilindkirina asta têkoşîn û parastina destkeftiyan tekane riya berxwedabê ye.